
Li Şêwreya Hukam de biryarnameyek girîng dijî rêjîma Îranê hate erêkirin
.
A+A-
Biryarnameya pêşniyarkirî ya Amerîka û Troîkaya Ewropayê anku “Firanse, Birîtaniya û Alman” bi dijî bernameya navkî ya rêjîma Îranê li Şêwreya Hukam ya Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî de bi piraniya dengan hate erêkirin.
Ev biryarnameya bi 21 dengên “Erê”, 10 dengên Bêalî û 3 dengên “Ne”, hatiye erêkirin û pêka vê biryarnmeyê, dibe rêjîma Îranê qedera damezraveyên navkî yên ku hatine bombebarankirin û Oraniyoma meyandî ku li wan damezraweyan de dihatine parastin, radestî Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî bike û derfeta ceribandina rastiya vê Oraniyomê bi lêkolrerên vê Ajansê bide.
Rêjîma Îranê û paşmaweyên vê, bi berdewamî hewl dane ku bi bidestveanîna demê, derfeta berhemanîna çeka navkî bi dest xwe ve bînin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin