Konsulê Holendayê: Xewna min ew e çandinî li Herêma Kurdistanê pêş bikeve

Konsulê Holendayê: Xewna min ew e çandinî li Herêma Kurdistanê pêş bikeve

Konsulê Holendayê: Xewna min ew e çandinî li Herêma Kurdistanê pêş bikeve

A+A-

Konsulê Giştî yê Holendayê li Hewlêrê Willem Cosijn projeya xaniyên cam ên bo çandiniyê weke “şoreşa çandiniyê li Kurdistanê” bi nav dike û dibêje ku xewna wî ye ku çandinî li Herêma Kurdistanê pêş bikeve. Willem Cosijn herwiha dibêje: “Di demekê de çêdibe berhemên din cihê petrolê bigirin û bibin çavkaniya berdestkirina derfetên kar jî. Ne şert e tu di kerta petrolê de kar bikî, lê tu dikarî di kerta çandiniyê de kar bikî.”

Konsulê Giştî yê Holendayê li Hewlêrê Willem Cosijn beşdarî bernameya Rûdawê ya bi pêşkeşkariya Kanî Helebceyî bû û behsa kar û xebatên xwe yên li Herêma Kurdistanê û jiyana xwe ya rojane kir.

Willem Cosijn diyar kir ku ji ber xwarina nan û goştê zêde wî li Kurdistanê 10 kîlo li xwe zêde kirine û dibêje: “Xwarinên kurdî  Ewqasî xweş e ku ez ji pêwîst bêtir dixwim. Kêfa min ji van tiştên hûr ên nû re tê ku li ser masê didanin. Bêguman goşt, masî, îcar tiştekî din ê xweş li vir ew e gava te vedixwînin civînekê dibe vexwendina bo firavînê jî. Xwarin jî ewqasî xweş in ez pir ji wan hez dikim. Hergav pir û zêde ne. Ez wisa hîn bûme, dê û bavê min ez fêr kirime, çi li ser sênîka min hebe divê xelas bikim. Kebab, şîş mirîşk, ev pir xweş in.”

Cosijn destnîşan kir ku plastîk û botlên plastîk wî gelekr dilgiran dike û wiha pê de çû: “Ez hinek caran otomobîla xwe dibim û diçim derve, ji mal û kar dûr dikevim. Ez diçim derveyî Hewlêrê, ez diçim ser çiyan. Li cihekî radiwestim, dîmeneke ewqasî bedew heye xeyala min dibe. Gava ez li xwarê dinerim, ez qiyametek botlên plastîk û kîsên naylon dibînim. Ev pir cihê mixabiniyê ye. Tiştek ku bi rastî bixwazim li vir biguherim ev e. Du rojan berî niha gava ji ofîsê derketim, min kurekî biçûk dît, botleke plastîk di destê wî de bû. Wisa avêt. Tika ye tika ye tika ye wisa neke, ji ber ku tu welatê xwe wêran dikî.

Li derveyê Hewlêrê projeya xaniyên şûşe û plastîk ji bo berhemanîna berhemên çandiniyê li ser rûbera 13 hezar û 400 metrên çargoşe hatiye avakirin. Xaniyên şûşe, 3.2 milyon euro li wan hatine xerckirin. Yên plastîk jî 2.8 milyon euro. Ev wek ezmûnekê ye da biznin kîjan ji wan kêrhatîtir e û çandina çi bêtir serkeftî ye li Kurdistanê.

Derbarê vê yekê de Cosijn dibêje: “Ev şoreşa çandiniyê ye li Kurdistanê. Armanca me ev e. Gelek nemaye di aliyê demê de ku em bibin xwediyên fêkî û şînkatiyên firêş. Bi lêveleke giring, ku li ser hatiye nivîsandin (Made In Kurdistan.) Gava tu li Holenda yî, tu di ser Holendayê re difirî, tu gelekan ji van dibînî. Xaniyên plastîk û şûşe, ku em gelek xwarinan di wan de berhem tînin. Pir bêtir ji pêwîstiya me li hundir, lewma em hinarde dikin. Ev xewna min ji bo vir e.”

Sûda projeyê ne tenê bo xwedî kar e, lê di vê dema qeyrana bêkariyê de, destê kar li Kurdistanê zêdetir dike.

Ligel vê projeyê, xewneke mezin a Willem bo Kurdistanê heye. Ew dibêje: “Çêdibe ev bibe dahatek ku cîgirê petrolê be jî.”

Konsulê Giştî yê Holendayê li Hewlêrê herwiha got: “Tiştê ez li vir dibînim cîgirekî giring ê petrolê ye. Ev welat pişta xwe pir bi petrolê girê dide. Di demekê de çêdibe berhemên din cihê wê bigirin û bibin çavkaniya berdestkirina derfetên kar jî. Ne şert e tu di kerta petrolê de kar bikî, lê tu dikarî di kerta çandiniyê de kar bikî. Bi rastî jî ev pir giring e.”

Gelek konsul diçin welatekî, tên û diçin, bê ku kes tiştekî derbarê wan de bizane. Yan tiştekî li pey xwe bihêlin. Lê Willem dixwaze cuda be. Ew hevkar e di çêkirina projeya xaniyên şûşe bo pêşxistina çandiniyê, û xewna wî ew e wek bi xwe dibêje, bibînin berhemên kurdewarî diçin welatên dinyayê û li ser hatiye nivîsandin (Made In Kurdistan).        

Rudaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin