KONFERANSA ŞÊWRA BATIZMÎYÊ

KONFERANSA ŞÊWRA BATIZMÎYÊ

.

A+A-

Xwedê û Pîrê Arî piştevanên vê civîna kesên ku, di xwazin  yekbûnekê  ji bo pîrozkirina cejna Batizmiyê pêkbînin bin!

Dema we baş birêzan „endamên qomîta rêvebiriya Batizmiyê“,

hemû kesayet, rêvebirên sazî , rêxistinên Êzdiyan yên beşdar û amadekarên vê civîna ji bona yekbûna pîrozkirina cejna Batizmiyê pêkbînin yên hêja!

Gelî heval û dostên Êzdiyatiyê yên rêzad, ez baş bawer im ku, piraniya we min weke xemxwar, berhevkarê zargotin û kevneşopên Êzdiyatiyê nasdikin. Gelek ji we hêjayan dizanin ku, min di nava gelek parvekirin û berhemên xwe de hergav gotiye, gava miletek bixwaze kultur û çanda xwe baş nasbike û wê bişopîne, divê berî her tiştî, ew ji dîrok û kevneşopên sed û hed, irf û adet, rê û resmên dapîr û bapîrên xwe sûd werbigre û wan pêşva bibe. Lewma dibêjim, gava hûn bi vê hewildana xwe re bixêr yekbûnekê di nav Êzdiyên Çêlkaniyê(Torê û Çolê) de pêkbînin, cejna Batizmiya vê 2025/2026an  di rojekê de û bihevûdinê re pîrozbikin, wê nifşê Êzdiyên ji Torê û Çolê yê nû , di pêşerojê de hîn baştir bikaribin ji hezkirin, hevgirtin û naskirina kultura dapîr û bapîrên xwe re xwedî derkevin. Ew ê di nav miletê ku, bi wan re dijîn hîn zêdetir serbilind bin!

Ez hêvîdar im, encamên vê civîna ji bona  yekbûna  pîrozkirina cejna Batizmiyê serkeftî bin !

Piştî yekbûna we birêzan, Mîrê Êzdîyên cîhanê , Babaşêx yê serokê  Meclisa Ruhaniyên Êzdîtiyê ya Bilind, hemû berpirsyarên mal, komel, sazî û dezgehên Êzdiyan jî bikaribin hesabê hemû rojî, îd û erafatên me Êzdiyan û tevaya salnama Êzdîtiyê jî  li gorî kevnariya ilim û qewlên Êzdîtiyê û ji bonapêkvejiyana em niha dijîn  bikine yek!

 

Silav û rêz !

Kemal Tolan, yê xemxwar, berhevkarê kevneşop û zargotina Êzdiyatiê . 03.09.2025

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin