Berdevkê AK Partiyê li ser Rojava û danîna çekan axivî

Berdevkê AK Partiyê li ser Rojava û danîna çekan axivî

.

A+A-

 Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk li ser pêvajoya çareseriyê got, “Em li herêmê bi taybetî li Sûriyeyê bi awayekî zelal dibînin ku reva ji çekdanînê li dijî vê pêvajoyê ye."

Desteya Birêvebiriya Navendî (MYK) ya AK Partiyê doh bi serokatiya Serokkomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan civiya.

 Omer Çelîk piştî civînê daxuyanî da û li ser rojevê axivî.

“Divê hemû şax çekan deynin”

Çelîk diyar kir ku mijara pêvajoyê her tim di rojeva wan de ye û Erdogan jî di civînê de behsa vê mijarê kiriye.

Berdevkê AK Partiyê teqez kir ku ew bi biryar in pêvajoyê bigihînin encamê û got, "Divê hemû şaxên rêxistinê çekan deynin û xwe fesix bikin."

Omer Çelîk anî ziman ku armanca sereke ya Komîsyona ku di parlamentoyê de hatiye avakirin jî ev e û her tiştê ku vê armancê ji bîr bike, dê zererê bide pêvajoyê.

“Reva ji çekdanînê li dijî pêvajoyê ye”

Çelîk amaje bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) kir û got:

“Em li navçeyê, bi taybetî li Sûriyeyê, bi awayekî zelal dibînin ku reva ji çekdanînê, nîşandana helwestên sabotekirina Birêvebiriya Navendî ya Sûriyeyê û xwe cudakirina ji pêvajoya Tirkiyeya Bêteror û Herêma Bêteror û diyarkirina pozîsyoneke din ji xwe re, ev hemû kiryarên li dijî vê pêvajoyê ne.”

Omer Çelîk di berdewamiya axaftina xwe de wiha got:

“Wateya gotina Serokkomarê me ya ku dibêje, 'Yên berê xwe didin Enqere û Şamê dê bi ser bikevin' jî ev e.

Her wiha îro dema civîna me ya MYKyê dest pê kir, di daxuyaniya birêz Devlet Bahçelî de jî hevokeke gelekî girîng heye.

Niha dema em li vê derê van tiştan dibêjin, hinek dibêjin 'hûn tiştên li dijî destkeftên Kurdan dibêjin'.

Nexêr, hebûna ti rêxistina terorê ne destkefta Kurdan e ne destkefta Tirkan e ne destkefta Ereban e ne destkefta Sunîyan e ne destkefa Elewiyan e ne ya Durzîyan, ne ya Şîeyan e ne jî ya tu kesî ye.

Divê ti kes hebûna rêxistineke terorê wekî destkefta nasnameya xwe nebîne.”

 

RÛDAW 

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin