Li ser Kampa Holê konferans tê lidarxistin: Rêveberiya Xweser nehat vexwendin

Li ser Kampa Holê konferans tê lidarxistin: Rêveberiya Xweser nehat vexwendin

.

A+A-

Berpirsekî Rêveberiya Xweser ji Rûdawê re ragihand, hikûmeta Îraqê Rêveberiya Xweser venexwendiye konferanseke girîng a New Yorkê ya li ser çarenivîsa bi hezaran kesên bi DAIŞê ve girêdayî ne ku ji aliyê Rêveberiya Xweser ve tên ragirtin.

Bexda plan dike ku konferansê di 26ê Îlonê de li Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ya li New Yorkê li dar bixe.

Armanca konferansê ew e ku vegerandina kesên girêdayî DAIŞê yên li Kampa Holê ya li bajarê Hisîçayê yê Rojavayê Kurdistanê leztir bike.

Şêxmûs Ehmedê ku berpirsê hemû kampên koçberên navxweyî û penaberan ên li Rojavayê Kurdistanê yê, ji Rûdaw re got ku ew piştgiriyê didin pêngava Îraqê lê ji ber ku Bexdayê Rêveberiya Xweser venexwendiye, ew xemgîn in.

Îraqê gelek welat vexwendine konferansê lê bele yekî ji aktorên serek Rêveberiya Xweser venexwendiye konferansê.

“Diviyabû em bihata vexwendin”

Ehmed got, “Diviyabû berpirsên Rêveberiya Xweser bihatana vexwendin ji ber ku ew bi vê mijarê re têkildar in lê mixabin me ti vexwendineke fermî ji hikûmeta Îraqê yan jî NYê wernegirtiye.”

Îraq welatiyên xwe bi koman vedigerîne, wan tîne kampa El Cedayê ya li başûrê Mûsilê û li wir beriya ku tevlî civakê bibin, di bernameyeke rehabîlîtasyonê re derbas dibin.

Bexdayê armanc daniye ku heta sala 2027an hemû welatiyên Îraqî yên li kampên Rojavayê Kurdistanê vegerîne.

Bexdayê hefteya borî nêzîkî 800 welatiyên xwe ji Kampa Holê vegerand û Ehmed got ku rayedarên Îraqî xwe ji bo vegerandina 1,000 welatiyên din di rojên pêş de amade dikin.

Li Kampa Holê 27 hezar û 488 kes dijîn

Li gorî amarên dawî yên ku ofîsa Ehmed dane Rûdawê, li kampê 27 hezar û 488 kes (7 hezar û 770 malbat) dijîn ku piraniya wan jin û zarok in û bi DAIŞê re têkildar in.

Di nav wan de 15 hezar û 233 Sûriyeyî (4 hezar û 200 malbat) û 5 hezar û 854 Îraqî (1,655 malbat) hene. Yên mayî ji gelek welatên cîhanê ne.

Berpirsê Rojavayê Kurdistanê got ku Bexda armanc dike ku hejmara welatiyên xwe yên li kampê beriya konferansê kêm bike û da zanîn ku hinek Îraqî ji tirsa tolhildana komên milîs yan jî ji ber ku ji aliyê hikûmetê ve tên xwestin, naxwazin vegerin.

Kampa Holê bi metirsiya xwe navdar e û wekî “hêlîna terorê” tê binavkirin.

Hêzên ewlehiyê yên Rojavayê Kurdistanê çarşemê ragihand ku wan roja Sêşemê pêşî li hewldaneke reva bikom a ji kampê girtiye û da zanîn ku 56 kes di dema hewldana revê de hatine girtin.

Vegerandina ji kampan

Berpirsên Rojavayê Kurdistanê û Amerîkayê gelek caran bangî welatan kiriye ku welatiyên xwe vegerînin lê hinek hikûmet ji tirsa belavbûna îdeolojiya tundrew li welatê xwe, dudil in.

Sky News Australia roja Çarşemê ragihand ku Koalîsyona desthilatdar a Lîberal-Neteweyî ya Awistralyayê, Canberra ji ber plana wê ya vegerandina bi dehan bûkên DAIŞê ji Sûriyeyê rexne kiriye. Tê payîn ew li New South Wales û Victorîayê bên bicihkirin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin