
Li nêzîkî Balafirgeha Şamê teqîneke mezin çêbû
.
A+A-
Li nêzîkî Balafirgeha Navneteweyî ya Şamê, li baregeheke leşkerî teqîneke bihêz çêbû.
Li gorî agahiyên berdest, li nêzîkî Balafirgeha Navneteweyî ya Şamê dengê teqîneke bihêz hatiye bihîstin.
Hat ragihandin teqîn li baregeheke leşkerî ya nêzîkî balafirgehê çêbûye.
Heta niha birêvebirya Sûriyeyê derbarê teqîna ku sedema wê hîn nayê zanîn tu daxuyanî nedaye.
Li aliyê din, li gorî rojnameya el Wetenê ya Sûriyeyê teqîn li bargeha leşkerî ya artêşa berê ya Sûriyeyê çêbûye.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin