Komîteya Nobelî: Em ji ber rewşa Nergîs Mûhammediyê biendîşe ne

Komîteya Nobelî: Em ji ber rewşa Nergîs Mûhammediyê biendîşe ne

.

A+A-

Nergîs Mûhammediya xwediya Xelata Aştiyê ya Nobelî ya 2023yan li Girtîgeha Evînê dest bi greva birçîbûnê kiriye. Malbata wê got ku, “Em ji ber tenduristiya wê biendîşe ne. Komara Îslamî ji her tiştên ku wê bên serê Nergîsa me berpirsiyar e.”

Çalakvan Nergîs Mûhammediya xwediya Xelata Aştiyê ya Nobelî ya 2023yan, duh li Girtîgeha Evînê dest bi greva birçîbûnê kir. 

Mûhammedî li Tehranê, paytexta Îranê li Girtîgeha Evînê girtî ye. Mûhammedî 51 salî ye û nexweşa dil û pişikê ye. 

Aktîvîstê ji ber girtî ji derfetên tenduristiyê tên bêparhiştin û zext li girtiyên jin tên kirin ku sere xwe binixumînin, dest bi çalakiya xwe kir. 

Malbata Mûhammediyê: Komara Îslamî berpirsiyar e

Li gorî nûçeya ku Rojnewsê weşandiye, malbata Mûhammediyê daxuyaniyek weşand. Malbatê got ku, “Nergîs Mûhammediyê çend saet beriya niha ji malbata xwe re got wê dest bi greva birçîbûnê kir. Em ji ber rewşa tendustiriya wê biendîşe ne. Komara Îslamî ji her tiştên ku wê bên serê Nergîsa me berpirsiyar e.”

Komîteya Nobelî jî daxuyaniyek weşand

Serokê Komîteya Nobelî ya Norwêcê Berit Reiss-Andersenî jî ragihand ku ew ji rewşa Nergîs Mûhammediyê gelekî biendîşe ne: “Ji bo mehkûmên jin bibimn nexweşxaneyê li wan ferz dikin ku xwe binixumînin. Ev ne tiştekî exlaqî ye û li derveyî mirovahiyê ye. Nayê qebûlkirin.”

Nergîs Mûhammedî di sala 2021an de hatibû girtin û heta niha girtî ye. Ji ber serê xwe nenixumandibû, rayedarên girtîgehê ew nebiribûn nexweşxaneyê.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin