Komeleya Mafên Mirov: Di zîndanên Tirkiyê de 20 girtiyên nexweş canê xwe ji dest dane

Komeleya Mafên Mirov: Di zîndanên Tirkiyê de 20 girtiyên nexweş canê xwe ji dest dane

Li zîndanên Tirkiyê di dema 9 mehên derbasbûyî de 20 girtiyên nexweş canê xwe ji dest dane.

A+A-

Li gor amarên Komeleya Mafên Mirov a Tirkiyê, di zîndanên Tirkiyê de hezar û 605 girtiyên nexweş hene ku rewşa tendirûstî ya 604 kesan ji wan gelekî xirab e.

Li gor heman çavkaniyê, sala derbasbûyî di zîndanên cuda yên Tirkiyê de 50 girtiyan ji ber nexweşî û wernegirtina çareseriya pêwîst canê xwe ji dest dane û di 9 mehên îsal de jî 38 girtiyan cane xwe ji dest dane ku 20 ji wan nexweş bûn.

Komeleya Mafên Mirov a Tirkiyê dibêje, 4 ji wan girtiyan li Girtîgeha Girtî ya Patnosa Bakurê Kurdistanê canê xwe ji dest dane. Yek ji wan girtiyên hefteya derbasbûyî di wê girtîgehê de ji ber nexweşiyê canê xwe ji dest daye Takiyettin Ozkahraman ê 75 salî bû ku mamostayê xanenişîn bû, ligel Ali Boçnak 76 salî ku ji ber xwendina Mewlûdê bi zimanê Kurdî hatibû girtin.

Yek ji wan girtiyên rewşa wî ya tendirûstî ku gelekî xirab e Mehmet Emin Ozkanê 82 salî ye ku di Zîndana Amedê de ye û daxwaza azadkirina wî tê kirin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin