Kobanî dê ruhê we bilerizîne

Kobanî dê ruhê we bilerizîne

Mihemed Sanri

A+A-

Hec Mislim bavê wî, Hemzirav digel dayîka xwe û du xuşkên xwe di 16 saliya xwe de ji Qersê, je sedema şerê osmaniyan û rusan qoçberî Elezîzê dibe

Paşê Hemzirav tevlî serhildana Şêx Saîd dibe, ji sedema serhildanê dayîk û xuşkên xwe jî di şûn de dihêlê qoçberî Kobanî dibe, jiyana wî pir trajîk e, dêya xwe xuşkên xwe êdî qet nabîne

Hec Muslim bixwe çar jinan tîne; jineyeka wî birayê wê di şerê ereban û îsralîyan de hatiye kuştin, jinek dî jî mêrê wê yê berê her casrdî di şerê ereban û îsrîliyan de tê kuştin, jina wî ya ji Bingolê jî mêrê wê yê kevin di şerê tirkan û grekiyan yê Qibrisê de hatiye kuştin, kurek yê wî Mistafa di leşkeriya Suriye de hatiye kuştin, keçikek ya wî ya 14 salî jî şehîda Kobanîyê ye, lawekê wî Metîn hêj di temenê biçûk de gerîlla ye

Kobanî wêran e, lê dê hêj çi bobelatên dî bihêne serê Hec Mislim û Kobanî ez û yên ko hêj romana Jan Dost ya bi navê Kobanî bi temamî ne xwendine, em nizanin

Zimanek sivik, kûr, dûr û dêrîn…

Zimanek wesa zelal û delal mirov xwe di nav uslubê çîrokên zarokitiyê de dibîne, her wekî behsa zemanên berê bike, “hebû tune bû…” lê nivîskarê hosta rê nade yê dixwîne xwe di nav wan xeyalan de berde.

Bi qirika yê dixwîne re digire, çav lê beloq dihêle… nivîskar bi xwe jî lehengek yê romanê ye, qet ne bîyaniyê çîrok û serpêhatiyan e sax û miriyan dikêşe; şer, penaberî, mahcirî… Ji zû de bû min romanekya bi vî rengî mûyê laşê mirov gêj dike ne xwendibû…

Bixwînin fêrisê qelema kurdî perdehê ji ser êş û xema sax û miriiyên kurdan radike, çavê we beloq, qirika we ziwa dihêle

Hon ne xwînin jî ev berhema hêja tiştekê ji hêjayiya xwe wenda nake, lê dê kêmasî li we bimîne, keyfa ya we ye…

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin