Şeyhmus Ozzengîn

Şeyhmus Ozzengîn

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Kîjan hêz li dijî çûna Birêz Barzanî a Bexda ne?

A+A-

Çareserkirina pirsgirêkên herêma Kurdistan bi Hikûmeta Federal a İraq re, rê li ber hinek daxwazên partîzanî, hesabên piçûk û têkilîyên hemahengîya van grûban bi dijmin re digire. Ev hêzana aciz dibin û dikevin panîkê! Kîne ev hêz?

PKK, Beşek ji nav YNK ku hevalbendên Îran û îxaneta 16.10 2017an, beşek ji Tevgera Goran û hêza İslamî(komel), Kurdên bi İraq re têkildarin. Ji ber ku ev grub, hêza xwe ji nakokîyan digirin û pişta xwe didin Îran û hêzên İraq ku bi wan re têkildar û dijminatîya destkevtinên Kurd û Kurdistan dikin. Li dijî helwestek netewî ne. Dijî dewletek Kurd û kurdistanî ne. Her serkevtinek ku rê ji gavên netewî, serkevtinên netewî re veke, wan aciz dike û Diêşîne. Ji ber ku dijminên kurd û Kurdistan piştgirê vê helwesta wan in û xwînê ji zeîfkirina hêza netewî digirin.

Ev grûb, berjewendîyên malbatî, partîzanî di ser her tiştî re dibînin. Rewşa Kurdistan, deskevtinên Kurdistan ne di xema wan deye. Ew baş dizanin, ku peyvendîyên Kurdistan û İraq asayî bibin, wê berjewendîyên xwe, ku ji van alozîyan bidestdixin, ji dest wan biçe. Têkilî û berjewendîyên ku ji piştgirîya İraq hêzê digire û pişta xwe dide İraq, Îran û pêşî li tevgera netewî, daxwazên netewî digire; baş dizanin ku ev pergal ji dest wan diçe. Ji ber wê jî, Ewên ku dijatiya serdana birêz Mesud Barzanî a Bexda dikin, niha bi serdana birêz Mesûd Barzanî a Bexda re ketine panîkê.

Ew baş dizanin ku birêz Mesud Barzanî ji berjewendîyên mijara partîzanî, malbatî û hesabên piçûk mezintir e. Birêz Mesud Barzanî, hin di qada navdewletî de, hin di aktorîya herêmî de û hin wek siyasetmedarekî xwedî helwestek netewî, maqûl û piralîye. Hêza xwe ji serkevtinên xwe, ji piştgirîya miletê xwe û ji maqûlîya xwe digire. Hêza birêz Mesud Barzanî a çareserkirina pirsgirêkan heye û ev hêz hêjaye taqdîrê ye.

Pir caran hêzên ku dijminatîya Kurd û Kurdistan dikin, bi hemahengîya bi dijmin re xwestine ku pêşî li siyaseta birêz Mesud Barzanî bêt girtin, bêt asteng kirin ku; meydan ji wan re bimîne. Lê her hewla wan têk çûye û dijminên Kurdistan, hêzên navdewletî û aktorên herêmê jî têgihîştine ku bê birêz Mesud Barzanî û helwesta wî di herêmê de, pirsgirêk nayên çareserkirin. Ev serdana birêz Mesud Barzanî bi heyetek mezin re a Bexda, îspata vî rolî bi xwe ye.

Barzanî tarafgirê rêyek aşîtîyane ye ku, bi vê rêyê pirsgirêkên navbera Kurdistan û Bexda çareser bike. Heta ku ev rêya aşitîyane neyê girtin, birêz Mesud Barzanî helwesta xwe naguhere.

Dema ku Kurd bixwazin pirsgirêkên xwe bi şer çareser bikin, divê bingeh ji vê rêyê re hebe. Ev rêka biçek çareserî, her di destê kurdan deye. Lê divê di warê çareserkirina pirsgirêkan de rolê aktoran neyê jibîrkirin. Di nava Bexda û Kurdistan de pirsgirêkên gewre hene û divê rêya çareserkirina van pirsgirêkan her vekirî bimîne.

Çawa Di dema damezirandina hikumetek nû a Bexda de, hemû hêz û grûbên Bexda hatin Kurdistan û serdana birêz Mesud Barzanî kirin û di wî warî de danûstendin çêbûn; di warê çareserkirina pirsgirêkên di navbera Bexda û Kurdistan de jî, ev serdan biwateye û di warekî serkevtî de hat nirxandin..

Bi helwesta birêz Mesud Barzanî; pirsgirêkên nefta Kurdistan hat çareserkirin. Kurdistan îro xwedîyê dahat û neftek milî ye. Nefta Kurdistan bi destê Kurdan dadikeve bazara navnetewî.

Bi helwesta birêz Mesud Barzanî Kurdistan referandûmek serkevtî pêkanî û daxwaza miletê Kurd û Kurdistan danî ser masa navdewletî a givtûgoyê.

Li henber DAÎŞ; di şerê parastina xaka Kurdistan de rolekî gewre û serkevtî meşand û miletê Kurd bi vê helwestê di qada navdewletî û navnetewî de serbilind bû.

Di dema dorpêça ser Kurdistan de helwestek netewî û rêyek aşitîyane hilbijart û destkevtinên Kurd û Kurdistan nexist tehlûkê. Ji vê pêvajokê jî serkevtî derketin û hemû lîstikên hemahengîya bi dijminan re vala derxist. Niha rewşa Kurdistan ji berî referandûmê baştir û bihêztir e.

Îro ku, egera çareserkirina pirsgirêkên di navbera Kurdistan û Bexda de hebe û Birêz Mesud Barzanî bi van serdanan bikaribe çareser bike, ji Kurdistan re serkevtine.

Divê têkilîyên navbera Kurdistan û hikumeta Bexda, di asta netewî de bimeşin. Divê pêşî li têkilî û hemahengîyên partîzanî bi Bexda re bêt girtin, ku zerarê nede berjewendî û helwesta netewî. Ev jî encaq bi helwestek netewî û bi hebûna aktorên netewî, Kurdistanî têt meşandin.

Birêz Mesud Barzanî kesayetîyek ser partîya re ye û xwedî piştgirîyek netewî, navdewletî ye. Divê ev rolê aktorî di berjewendîyên Kurd û Kurdistan de xwedî bandor be. Rola xwe bilîze, xwedî piştgirîyek netewî be ku serkevtî van gavan bikaribe bavêje.

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin