
Berpirsek û sê endamên Heşda Şeibî li Bexdayê hatin girtin
.
Çavkaniyeke ewlehiyê ragihand ku hêzên ewlehiyê di operasyonekê de li Bexdayê de berpirsekî bilind ê Desteya Erkanên Heşda Şeibî û sê endamên din ên wê hêzê desteser kirine.
Çavkaniyeke ewlehiyê îro Duşemê, 24ê Tebaxa 2026ê, ji medyayên Iraqê re ragihand ku hêzên ewlehiyê endamekî Desteya Erkanên Heşda Şeibî bi navê "Ekrem Ebû Cefer" li mala wî li Bexdayê desteser kiriye. Wê çavkaniyê diyar jî kir ku heta niha sedema girtina wî berpirsê Heşda Şeibî nediyar e.
Wê çavkaniya ewlehiyê eşkere jî kir ku hêzên ewlehiyê her di wê operasyonê de li devera "Belediyat"ê li rojhilatê Bexdayê, sê endamên din ên Heşda Şeibî girtine, bêyî ku ti ronîkirinek li ser sedema girtina wan bê dan.
Desteya Erkanên Heşda Şeibî yek ji pêkhateyên leşkerî yên Iraqê ye, ku di çarçoveya hêzên çekdar ên fermî de kar dike.
Hêzeke Dijeterora Iraqê li roja Duşema borî, 17ê Tebaxa 2026ê, Berpirsê Hewalgiriya Heşda Şeibî li Zîqarê Ebas Yeqbûbî, girtibû û veguhastibû Bexdayê; lê piştî du rojan bi biryara dadgehê hatibû berdan.
Girtina wî berpirsê Heşda Şeibî rewş gehandibû astekê ku hind bû komên çekdar êrişî ser Devera Kesk bikin, di eynî demê de gef li Serokwezîrê Iraqê jî kiribûn ku divê dest ji vî rengê serederiyê berde û êdî bi ser malên endamên Heşda Şeibî de negire.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin