Şeyhmus Ozzengîn

Şeyhmus Ozzengîn

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Divê Rojavayê Kurdistanê nebe Qurban!

A+A-

Kadroyên PKK, Bi salan e li serê çiya ne û haya wan ji rewşa dinê ya siyasî tune. Li angora bandora rêxistinên îstîhbaratî li meseleyan dinêrin. Bi rêya Ocalanî, îdeolojiya ku ketiye serê wan, ne xwediyê wan refleksên siyasî ne ku li gor demê şîrove bikin. Bandora siyaseta wekaletê çavê wan kor kiriye.

Her kadroyek PKK ku daxuyaniyekê dide, hevoka wî a yekem bi „bandora xeta serok Apo“ destpê dike.

Di dubarekirina vê îdeolojiyê de wate ne girîng e. A girîng ew e, ku mîna ayetên olî li ser xwe vê dubarekirinê ferz dibînin û di ezbera xwe de dubare dikin.

Emerîka di derheqa sê kadroyên PKK de biryarek girt. Helbet ev biryara Emerîka, bi wate ye û armancên vê biryarê bi kûraniya siyaseta rojhilata Naverast a piralî ve girêdayî xuya dike. Helbet, muhatabên vê mesaja yekem Tirkiye û PKKê ye. Lê kadroyên PKK ji têgihîştina vê mesajê û armancên vê biryarê yên pêşerojê dûr in û bi wê îdeolojiya Ocalan û PKK jî, nikarin binirxînin. Serê xwe bi têgihiştina vê biryarê re jî naêşînin.

Li ser vê biryara Emerîkayê, argûmanên kadroyên PKK û yên dewleta Tirk di yekhelwestê de hevdû temam dikin. Gelo çima?

Berdevkên dewleta Tirkan dibêjin;

Emerîka bi vê biryara ji bona sê qadroyên PKK, dixwaze me bixapîne û têkilîyên xwe yên bi PYD/YPG re meşrû bike. Dixwaze PKK û YPG wek du hêzên ji hev cûda bi me bide pejirandin. Em vê lîstikê qebûl nakin.“(!)

Mixabin qadroyên PKK di her fersendê de vê daxwaza dewleta Tirkan tînin cih û eşkere dipejirînin ku, „hêza xwedî gotin li Rojavayê, PKK ye“ û „divê Emerîka vê rastiyê qebûl bike“

Li ser eynî mijarê bersiva qadroyên PKKê li ser biryara Emerîkayê jî bi dewleta Tirkan re di eynî wateyê de ye. Yanî PKK û Tirkiye bi hev re diqîrin li hember Emerîkayê û dibêjin „Rojava di bin bandora PKK de ye“(!) 

Qadroyên PKK jî armanca Emerîkayê red dikin û dibêjin;

"Amerîka dixwaze bandora PKKê ya li ser Rojavayê Kurdistanê bişkîne û Tirkiyê li dijî Îranê bikar bîne. Em vê qebûl nakin."

Lê ji hêla din de jî ji Emerîka çekan digirin û dixwazin ku divê „Emerîka li hember êrîşên tirkan Rojava biparêze“(!)
PKK li Sûriye çi dike ku Emerîka dixwaze wê bandorê bişkîne?

Çima PKK, her ji Emerîka re astengan derdixe ku rêya parastina herêmê bêt girtin û karê YPG/PYDê zahmet dike?

Erdoğan ji civîna li Stenbolê, ku bi serokên Elmanya, Fransa û Rusya re pêkanî hêz girt û eşkere got;

Emê li rojhilatê Fırat'ê jî hêzên terorê têk bibin. Me pîlan û proja xwe temam kiriye. Di demeke nêzîk de em ê li bin guhên rêxistina terorê bixin“(!)

Di hewlên Emerîka yên Sûriyê de, di hewlên Emerîka yên li dijî Îran ên Rojhilata Naverast de; PKK terafgirê stratejiya Îran bi xwe ye. Ev ne tiştekî veşartî ye. PKK,Tasa destê Rusyayê, kevçiyê destê Îranê û xwarina dîktatoriya BAAS'iyan bi xwe ye. Sebeba têkbirina destkeftinên Başûrê Rojavayê Kurdistanê bi xwe ye. PKK serkêşê „şoreş“a erebkirina Başûrê Rojavayê Kurdistanê bi xwe ye!

Li Başûrê Rojavayê Kurdistanê stratejiya PKKê hatiye birêkûpêkkirin: PKK, li Başûrê Rojavayê Kurdistanê li dijî berjewendiyên kurdan e. Bê ruhê netewî, bê stratejiyeke Kurd û Kurdistanî tevdigere. PKK, Ji argûmanên têkoşîna rizgariya netewî dûr e. Esasên bidestxistinên netewî, li ser teoriya "gelan û biratiya gelan"(!) hatiye avakirin. Rihê Kurd û Kurdistanî di vê teoriyê de mirî ye. Hertişt ne li gor xwestinên netewa Kurd û Kurdistan, li gor xwestin û armancên stratejiyên rêxistinî-partîzanî ava bûne. Di vir de ji bona PKK, Kurd ji bona vê stratejiyê tenê qurban in. Ev di şerê Efrînê de jî derket ber me. Di siyaseta PKK de armanc; ne tomarkirina serkeftinên netewî yên kurdan e. Bi xwîna kurdan tomarkirina qaharemaniyên rêxistinî-partîzanî ne. Ji bona şerê wekaletê, propaganda rêxistinî û xurtkirina destê hizbî esas e. Di propaganda Qobanê û ya Efrînê de jî ev bi rewşeke zelal derket ber me.

Berdevkên PKK, armancên xwe û tahrîbata ku li Başûrê Rojavayê Kurdistan, yên îdeolojîk û partîzanî, bi rewşek pir zelal tînin ziman. Berî bi 7 salan hejmara Kurdan li Başûrê Rojavayê Kurdistan nêzî 3 milîyonan bû. Niha ev hejmara kurdan li Başûrê Rojavayê Kurdistan daketîye li dor 1.2 milîyon. Îro li Başûrê Rojavayê Kurdistan hejmara Ereban ji ya kurdan pirtire. Qadroyên PKK vê rastîyê jî pir zelal tînin ziman. Dibêjin:

Aniha di nav Federasyona Bakurê Sûrîye de hejmara Ereban ji ya kurdan pirtir e. Ramanên serok Apo yê netewa demokratîk, Kurd, Arap, Suryanî û pêkhateyên din anîne cemhev.“ û vê hebûna xwe li Rojavayê Başûrê Kurdistan wek pêşengên Şoreşekê binav dikin û dibêjin;

„Emerîka, dixwaze PKK ji Rojava derxîne û şoreşa Rojava bîne ser xeta xwe a îdeolojîk û çizgîya siyasî.“(!)

Di virde jî pir zelal derdikeve ber me, ku armanca PKK li Başûrê Rojavayê Kurdistan ne destkevtinên kurdan e. Armancek wan a îdeolojîk û partîzanî heye. Her hewl û hebûna xwe, ne li angora berjewendî û destkevtinên Kurd û Kurdistan, li gor xurtkirina PKK û karûbarên rêxistinî dimeşîne. Ev jî rastîyek ji armancên rêxistinên wekaletê bixwe ye.

Hebûna PKK li Başûrê Rojavayê Kurdistan, sebeba têkbirina wî beşê Kurdistan bi xwe ye. Heta ku hebûna PKK li Başîrê Rojavayê Kurdistan hebe, şertê ku Kurd li vî beşê Kurdistan li ser maseya guftûgoyên li ser Sûrîye yên navdewletî cîhê xwe bigire tineye.

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin