
Şandeya Xamineyî li Îraqê bi Serokê Heşdî Şebiyê re civiya
.
A+A-
Serokê Heşdî Şebiyê yê Îraqê Falih Feyad bi şandeya ku ji aliyê Rêberê Îranê Mucteba Xamineyî ve hatibû şandin re civiya.
Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Heşdî Şebiyê, Feyad û hinek birêvebirên Heşdî Şebiyê li Bexdayê bi şandeya Xamineyî re civiyane.
Şandeyê ji ber beşdarbûna merasîmên cenaze û oxirkirina Rêberê berê yê Îranê Elî Xamineyî yê ku di êrişa Amerîkayê de miribû û ji ber helwesta wan, spasiya hikûmet û xelkê Îraqê kir.
Şandeya Îranê kêfxweşiya xwe ya li ser helwesta fermî û ya gel a Îraqê anî zimên.
Şandeyê her wiha ji ber “hevxemî û peyamên sersaxiyê yên Îraqê” jî spasiya wan kir.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin