Nezir Akat

Nezir Akat

Nivîskar
Hemû nivîsên nivîskar >

Kî di pişta kê de xencer e-1

A+A-

Rojhilata nêz û naverast di nav bûyeran de aloz  bûye û Destê kê di bêrîka kê de ye ne pir zelal e. Partîya Welatparêzên Kurdistanê PWK, di deklarasyona xwe de vê mijarê bi kurtî weha şîrove dike: “ Piştî rûxandina duserî ya cîhanê, li dinyayê û li herêma me rewşek nu derkete holê…. Dewletên emperyal û mezin ji bo parvekirin, hegemonya û desthilatdarîya cîhanê di nav hewildan û berberîyek nu de ne. Dinya bi awayekî duserîtî, heta sêserîtîya dewletên mezin ji nu ve tê dîzaynkirin. Ji alîyekî Rusya û peykerên wê, ji alîyekî Çîn û peykerên wê li alîyê din jî Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê, Brîtanya, Yekîtîya Ewropayê û NATO ref û sefên xwe ji nu ve dihûnin.“

Alozîya îro li cîhanê li ser vî bingehê “ji nu ve dîzaynkirina dinyayê” bi encam dibe. Piştî şerê Rusya û Ukraynayê, şerê Hamas û Îsraîlê bûye destpêka şerekî cîhanî. Di nava pêvajoyê de heralî refên xwe zelaltir û helwestên xwe jî eşkere dikin.

Şerê”ji nu ve dîzaynkirina dinyayê”, li rojhelata nêz û naverast dijwartir dibe. Bingehê vî şerê dijwar li herêmê, li ser bidestxistina mewzîyên sîyasî û li ser parvekirina dewlemendîya binerd û sererdê birêve diçe. Dewletên herêmê ji statuyên xwe yên sîyasî, erdnîgarî û ji nakokîyên navxweyî piştkulin. Dewletên rojhilata naverast ne dewletên meşrû ne û bêtirên wan dewletên dagîrkerin. Dagîrkerin lewra xaka miletên cuda dagîrkirine û xaka wan ji xwe re kirine nîştîman. Li dijî tevaya dewletên rojhilata naverast muxalefetên berfireh didomin û nakokîyên navxweyî dijwartir dibin.

Li herêmên, rojhilata nêz, rojhilata naverast û bakurê Efriqayê, dewletên dagîrker alîyekî mezin ji milet/hemwelatîyên xwe kirine hevparê vê dagîrkerîyê. Bêtirên wan bûnin “Miletên Dagîrker “ . Ez dizanêm dê gelek bêjin milet çawa dibe dagîrker. Belê ez ji dizanim ev ”ne karê aqila ye lê raste “.

Li van herêman Kurd, Belûc, Cihû, Kiptî û Berber pênc miletên mazlûmin û hawîrdorên wan neyarin. Dewletên Ereban yên bakurê Efrîqayê û yên rojhilata naverast giş dagîrkerin û di nava xwe de meşrûîyeta struktura dewletên xwe biencam nekirine. Ji muxalefeta navxweyî û ji nerazîbûnên navneteweyî piştkulin. Piranîya dewletên ereban dewletên elîteşîrin û ji avakirina civatên serdemî bêparin. Mefûma miletî li wan welatan elîteşîrin. Derveyî elîteşîran ku desthilatdarin, tevaya civatê xizmetkarê mileta elîteşîranin.

Mijara Filistînîyan mijareke balkêşe. Filistînî dibêjin welatê wan Kenane. Lê cihû jî li vê erdnîgarîyê xwedî derdikevin û şaristanîyên xwe ava kirine. Bêyî heq û neheqîya dîrokê, îro li vê erdnîgarîyê herdû milet jî bi cî û warin. Dewleta Îsraîlê bi dijberî û bobelatên bûyerên Ereban ve rû bi rû ye. Dewletên Ereban mijara Filistînîyan ji bo berjewendîyên xwe bikar tînin. Pirsgirêka Filistînîyan êdî ji berjewendîyên milet û civata Filistîniyan bidûrketî, bûye aleta îslamîya sîyasî û terora navdewletî. Bêgûman mafê miletê Filistînî wek hemî miletan mafê çarenûsîyê heye. Lê tevger û partîyên Filistînîyan, bi stratejîya ku “Dê Îsraîlê têxin deryayê û tune bikin” pirsgirêka xwe jî aloz kirine û ji derfeta çareserîya aştîyane bidûr xistine.

Di heftê meha 10an de “Koordînasyona operasyona Hevbeş ya serhildana Filistînê”, êrîşek mezin bir ser Îsraîlê. Ew roj, cejna cihûyan bû. Hemwelatîyên Îsraîlî ku ji zarok, jin û ji salmezinan pêk dihatin beşdarîya cejnê dikirin. Tevgera Hemasê di êrîşa xwe de ji bilî çend efseran mirovên sivîl bi komkujîyek hovane qetil kirin û bi sedan kes jî dîl girtin. Vê bûyera terorîstî bertekên mezin di nava Îsraîlîyan û raya cîhanî de peyda kir. Dewleta Îsraîl bi minasebeta tolhildanê êrîşên leşkerî bi top û frokeyan Gazzeyê bombardûman kirin. Ji herdû alîyan jî bi hezaran sivîl hatin kuştin. Şerê Hemasê û Îsraîlîyan hînê jî didome û xuyaye dê hetanî demekê jî bidome. Hemasê bi van kiryarên xwe ve mirina xwe jî amade kir. Derfetek mezin ji Îsraîlê re amade kir ku dawîya Hemasê bîne û hêlîna tevgerên terorîstî birûxine.

Wek tê zanîn Koordînasyona Operasyona Hevbeş ya Serhildana Filistînê, ji çend tevgerên ku di qada navnetewî de wek tevgerên tundrew, terorîst û îslamîya sîyasî binav dibin pêk tên. Di serî de Hamas, Cîhada Îslamî, Tugayên Izzedîn El/Qassam û Tugayên Qudusî  jî dinav de bi dehan tevgerên terorîst li Gazzeyê bicî bûne. Her yek ji van tevgeran bi dewleteke herêmê ve bi benê qalind ve girêdayî tevdigerin. Gazze bûye cî û war û hêlîna tevgerên terororîst yên navneteweyî. Ji bo van tevgeran çareserîya pirsgirêka Filistînê ne esase. Dijî Îsraîl û piştgirên Îsraîlê ew tenê alet û peykerên dewletên dagîrker û dîktatorên herêmê nin. Li gor berjewendîyên wan tevdigerin. Di serî de desthilatdarîya Îran û ya Tirkîyê berpirs û xwedîyê van tevgerên terorîstin. Bêgûman çend dewletên Ereban jî aktif di alîkarîya van tevgeran de cî digrin. Lê bêtirîn dewletên Ereban ji helwesta hêzên Gazzeyê nerazîne û dijî xwe wek tehdîd binav dikin. Di alozkirina pirsgirêka Filistînîyan de nakokîyên nav Îran, Tirkîyê û dewletên Ereban roleke mezin dileyizin. Hersê hêzên navborî, pirsgirêka Filistînê aloz kirine û ji  pirsgirêka mafê Filistînîyan bêtir rûxandina Îsraîl û mewzîyên sîyasîya îslamî kirine armancên sereke.

Di pêvajoya “ji nu ve dîzaynkirina cîhanê” de cî ji tevger û dewletên terorîst re tuneye. Lê Rusya, Çîn, Îran û Tirkîye enîya ku terorîzma cîhanê xwedî dikin, nahêlin tevgerên tundrew ji rojhilata naverast bidawî bibin.

Filistînî dibêjin Kurdistana Azad di pişta dewletên Ereban de xencereke neyarî ye. PKK e jî dibêje Kurdistan wek dewlet di pişta dewletên herêmê de xencereke dijware. Di herêmê de dû erdnîgarîyên demokratîk hene. Îsraîl û Başûrê Kurdistanê ne. PKKe û Filistînî dijî Îsraîl û Kurdistanê şer dikin. Filistînî ji bo xwe dewletê dixwazin û PKKe jî bi heman argumanan dewleta Filistînî diparêzin. Lê Kurdistan ji bo herdû alîyan jî xencer e. Herdû alî jî bi ajendeya dagîrkerên Kurdistanê ve tevdigerin û berjewendîyên wan diparêzin.  

Di ruyê tevgerên terorîst û îslamîya sîyasî de pirsgirêka Filistîn û xwedîkirina PKKê, di pişta Kurd û Kurdistanîyan de xencerên sereke ne. Herdû tevger jî di qada navneteweyî de li kêleka dewletên dîktator û terorîst cî digrin û di pêşîya çareserîyên pirsgirêkên rojhilata naverast de astengên sereke ne. Şerê ji nu ve dîzaynkirina rojhilata naverast dest pê kirîye û dê ev şer di nava pêvajoyê de di asta bilind de bidome. Çarenûsa miletê Filistînî bidawî anîna tevgerên tundrew ve girêdayî dikare di rojeva cîhana demokratîk de cî bigre. Pirsgirêka Kurdistanê bêgûman di gel zêde sedeman, bidawî anîna PKKê dikare di rojeva cîhanê de cî bigre. Lê PKKe bi dagîrkirina Kurdistanê ve girêdayî, pirsa serkutkirina dewleta Tirk û Dewleta Îranê ye. Ji bo em bikaribin xenceran ji pişta Kurd û Kurdistanê derxînin, pêwîste tevgera Kurdistanî berjewendîyên xwe ji berjewendîyên cîhana demokratîk dûr nexin.

Nivîs dê berdewam be…

Nezir [email protected]

 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin