BI PERSPEKTÎFEK NETEWEYÎ Û DEMOKRATÎK ANALÎZA PARADÎGMAYA ENTEGRASYONÊ (1)
Zinar Soran
Dinya di nav sazûman û kirîzek dijwar ya siyasî û aborî de derbas dibe. Li cîhanê nîzam û peymanên navneteweyî bêmane û bêbandor bûne. Pêvajoya avakirina mekanîzma cîhana nu li seranserê dinyayê, ji prensîp, nîzam û etîka mirovahîyê dûrketî, bêîstîqrar û bi binpêkirina mafên mirovan ve didome. Biryarên Yekitîya Neteweyan pirê caran di mijarên çareserîyan de bê wate dimînin. Dewletên emperyal û zirhêz di nav nakokî, berberî, şer, pevçûn, dabeşkirin û projeyên nû de ne. Li hinek deran rast û rast, li hinek deran jî şer û pevçûnên wesayetî têne meşandin.
Herêma Rojhilata Navîn ku weletê me Kurdistan di navenda wê de ye bûye qada nakokî, şer û pevçûnên dijwar. Li rojhilata naverast û ya nêz lîstik û planên cihêreng ku bi paradigmaya nû ya navdewletî û bi armanca nîzameke nu bi rê ve diçe; ji bo miletê Kurd û pêkhateyên Kurdistanê hem derfetên girîng û hem jî metirsîyên mezin derxistîye holê.
1) Rewşa giştî ya Cihanê û “nîzamên antî kurd” yên navdewletî
Di vê sedsala dawîn de, li Cîhanê du nîzam û hevpeymanên navdewletî hatin avakirin. Nîzam û hevpeymana pêşî ”Peymana Sykes-Picotê” ye ku di dema Şerê Cîhanê yê Yekem de, di 16ê gulana 1916an de, di navbêna dewleta Îngilîstan û Fransayê de hate îmza kirin. Ev peymana bi dizî, di cotmeha 1916an de ji alîyê dewleta Rûsyayê ve jî hate qebûlkirin. Peyman lihevhatinek li ser dabeşkirina erdên Rojhilata Navîn ya dewleta Osmanî bû. Di sala 1917an de, piştî Şoreşa Oktobirê, Rûsya xwe ji vê peymanê vekişand. Troçkî kopîyayek vê peymana bidizî, di rojnameya Îzvestiyayê de weşand û ji raya giştî ya cîhanê re eşkere kir. Ev nîzam û peymana navndewletî, di destpêka Şerê Duyem yê Cîhanê de di pratîkî de ji holê rabû.
Kurdîstan di encama siyasetên dewletên emperyalîst û kolonyalîst de, di 24ê tîrmeha 1923an de, bi ”Peymana Lozanê” bi awakî “resmî” di nav çar dewletên dagirker de weke kolonîyeke navdewletî hate perçekirin û dabeşkirin.
Di dema şerê Cîhanê yê Duyem de, di navbêna 4 û 11ê sibata 1945an de, di ”Konferansa Yaltayê” de, serokwezîrê Îngilîstanê Churchill, serokê Yekitîya Dewletên Amerîkayê Roosevelt û Sekreterê Giştî yê Komînîst Partiya Sovyetê Stalin, li ser eksena nîzama nû ya Ewropayê û ji nû ve parvekirina erdên Ewropayê li hev kirin. Mafê vetoyê ya di Yekitiya Neteweyan de, di vê Konferansê de hate qebûlkirin.Ev weke peymana navneteweyî tê pênasekirin.
Di vê pêvajoyê de li Rojhilatê Kurdistanê kês û derfetek taybetî ji bo miletê Kurd derket holê. Bi serokatîya Qazî Muhemed û bi alîkarîya Mele Mustefa Barzanî Komara Mahabadê hate avakirin. Lê mixabin Komara Mahabadê bû qurbana lihevkirina nîzama nu ya navdewletî ku ew weke nîzama antî Kurd jî tê pênasekirin. Komara Kurdistanê ji alîyê hêzên Îranî û bi alîkarîya Ingilîzan ve hate rûxandin; Qazî Muhemed û hevalên wî li qada Çarçirayê ya Mahabadê hatin bi dar vekirin.
Di dema Şerê Yekem û Duyem yê Cîhanê û encama van herdu hevpeyman û nîzaman de, dewletên emperyal û kolonyalîst bi cetwel û rastkêşan gelek sînorên xwezayî û dîrokî guherandin; li dijî îradeya milet û xelkên wan deveran nexşeyên nû neqişandin û dewletên nû ava kirin. Herweha di vê heyamê de gelek miletên bindest jî gihaştin mafên xwe yên neteweyî û dewletên xwe ava kirin. Lê ev dewletên empeyal û zirhêz li ser dabeşkirina hinek welat û navçeyan jî li hevdû nekirin ku yek ji wan jî Kurdistan bû. Di van herdu nîzaman de, miletê Kurd ji mafên xwe yên neteweyî bê par ma.
Di serdemên herdû şerên cîhanî de, pêvajoya avakirina netewedewletan wek paradîgmayeke nu ya cîhanî bû. Teva ku gelek milet û xelkên din bûn xwedî dewlet yan jî dewletên emperyalîst li gor nîzam û lihevhatinên nû ew kirin dewlet, miletê Kurd ji desthilatdarîyek siyasî û dewletek serbixwe bêpar hate hiştin. Loma jî em van herdu nîzamên dinyê weke “nîzamên antî kurd” pênase dikin.
Nîzama Duyem ya Cîhanê ku weke serdema şerê sar jî tê binavkirin, di sala 1991ê de, bi hilweşandina Sovyetê dawî lê hat. Sovyetê çawa ku di avakirina xwe de tevn û nîzama dinyayê guherand, herweha di rûxandina xwe de jî dinya ji nîzam û heypeymanên heyî bêpar hişt. Lewra bi hilweşîna sîstema sosyalîst, pêvajoyek nu li dinyayê dest pê kir.Dewletên emperyal û zirhêz ketin nav hewldan, berberî, şer û pêvçûnên cihêreng û jinûve dîzaynkirin û dabeşkerinek dinyê. Lê heta niha jî ev pêvajo bi êş, azar û qolincên dijwar berdewam dike. Di heman demê de, di vê pêvajoyê de, gelek dewletên serbixwe hatin avakirin; hinek netewedewletan jî strukturên xwe guherandin û weke dewletên pirçandî û piretnîkî xwe reorganîze kirin.
Ev pêvajo û proseya guherîna struktur û sîyaseta dewletan hînê jî berdewam dike. Lê mixabin li Rojhilata Navîn dewletên dagîrker û statukoperest ku çar dewletên dagîrkerên Kurdistanê jî di nav de ne, struktura dewletên xwe û sîyasetên xwe yên înkar, asîmîlasyon û îmhayê neguherandin û naxwazin biguherînin.
Di vê pêvajoyê de, li Başûrê Kurdistanê miletê Kurd, bi midaxeleya Emerîka û hêzên navneteweyî, derfetek yekta bi dest xist û Dewleta Federe ya Herêma Kurdistanê ava kir. Di dîroka nêzîk ya Kurdistanê de, ev destkeftîya herî mezin ya miletê Kurd û kurdistanîyan e. Ev destkeftin bêgûman yek ji berhema vê proseya guherîna struktura Cîhanê bi xwe ye. Avakirina Dewleta Federe ya Başûrê Kurdistanê derzek girîng li Peymana Lozanê xist ku li ser perçekirin û dabeşkirina miletê Kurd hatibû avakirin. Ev destkeftina mezin ya Başûrê Kurdistanê bi hevkarîya hêzên navneteweyî, hevgirtin û yekrêzîya hêzên neteweyî yên miletê Kurd pêk hat.
Hem dîroka giştî ya cîhanê û hem jî dîroka Kurdistanê nîşan daye ku miletên ji hêzên hevbeş yên neteweyî, yekitî, hevkarî û hevrêzîya neteweyî bêpar bin, dê nikaribin bi ser kevin. Bi ser bikevin jî dê nikaribin destkeftîyên xwebparêzin û geş bikin. Mixabin îro li Başûr û Rojavayê Kurdistanê miletê Kurd di pêvajoyek weha navqonaxî, xeter û metirsîdar de têdikoşin.
Miletê Kurd di vê ji vê rewşa taybetî de ku dinya û herêma me tê de derbas dibe de, ji kês û firsendên hatine ber derîyê me îstifade bike û wan ji dest nerevîne. Îro derfeteke gelekî girîng hatîye ber derîyê Rojavayê Kurdistanê. Ji bona hêz û tevgerên Rojavayên Kurdistanî bikaribin ji vê kês û derfetê îstifade bikin; divê hevkarî û hevrêzêya nav xwe pêk binin, geştir û xurtir bikin. Divê hêzên Rojavayê Kurdistanê bêdudilî, li ser hevkarî û hevrêzîya xwe û daxwazên hevbeşyên neteweyî û demokratîk misoger bin. Parastina axa Rojavayê Kurdistanê ku mesûlîyeta bi milyonan însanan di nava xwe de dipêçe, divê nebe qurbanîya îdolojîyên totalîter û antî Kurd.
Gelek welat û navçeyên ku dewletên emperyalîst û mezin li ser dabeşkirina wan bi awakî ”misogerî” li hevdû nekirine, îro qada nakokî, berberî û şerên cihêreng in û li benda parvekirin û dabeşkirinek nû ne. Ji wan welatan û neteweyan jî yek jê miletê Kurd û Kurdistan e ku îro ji her demê bêtir di rojev û qada navneteweyî de ye.
Miletê Kurd û pêkhateyên Kurdistanê hetanî îro ji bilî hinek destkeftîyên ku me bi kurtayî behs kir, ji hemû mafên xwe yên siyasî, neteweyî, demokratîk, kulturî û mirovî bêpar dijîn. Kurdistan weke welateke kolonî ya navdewletî, perçekirî û dameşkirî maye. Divê hêzên neteweyî û demokratîk yên Kurdistanê li dijî vê bêdadwerîya nîzama antî kurd rawestin; pirsgirêka miletê Kurd û Kurdistanê di rojev û qada siyasî ya navneteweyî de zindî û aktuel bihêlin. Di vî warî de bi hevrêzî û hevahangî tevbigerin.
2) Deklerasyona Yekitîya Neteweyan û “Hiquqa Navneteweyî”
Di 14ê kanûna 1960î de, Yekitiya Neteweyan li ser mafên welat û miletên bindest danezan û
deklerasyonek belav kir. Li gor vê nîzamname û deklerasyonê:
1) Serdestî û kedxwarîya biyanî ya li ser miletan, înkara mafên bingehîn e. Ev li dijî Şertên Yekitiya Neteweyan e û ji bo hevkarî û aştîya Dinyayê jî asteng e.
2. Mafê hemû miletan heye ku qedera xwe bi destê xwe tayin bikin; li gor wî mafî, bi awakî azad statuya xwe ya siyasî destnîşan dikin û bi awakî azad pêşketina aborî, civakî û çandî taqîb dikin.
3. Têrnekirina aborî, civakî ya jî perwerdeyî, bi ti awayî nabe mazerata bi derengxistina serxwebûnê.
4. Ji bo miletên bindest bikaribin mafên xwe yên serxwebûnê bi awakê azad û aştîyane bikarbîne; wê hemû tundrewî, tevgerên çekdarî û awayên sîtemkarî yên li dijî wan bi dawî bên û wê rêz li yekparetîya welatên neteweyî bêne girtin.
5. Ji bo welatên bindest û ne desthilatdar ya jî hemû welatên ku serxwebûna xwe bi dest nexistine bikaribin mafên xwe yên serxwebûnek rastî û azadîyê bikarbînin, li gor daxwaz û îradeya wan ya azad, bê ku di warê adet, bawerî ya jî rengê wan de cihêtîyekê di nav wan xîne, wê hemû desthilatdarî bê qeyd û şert teslîmî gelên wan welatan bibin û wê tedbîrên lezgîn bêne girtin.
6. Hewldanek yekitîya netweweyî nisbî be jî xerakirina yekparetîya welatekî armanc bigre, li dijî prensîb û armancên Şertên Yetiyîya Neteweyan e.
7. Hemû dewlet, wê Mercên Yekitiya Neteweyan, Danezîna Mafên Mirovî yên Gerdûnî û biryarên vê danezînê, wekhevîya hemû dewletan, destlênewerdana karên navxweyî, mafên hukumranîya gelan û rêzgirtina yekparetîya welatan re, bi sedaqet û herfbiherf bipejirînin.
Ev danezan û deklerasyon weke “hiqûqa navneteweyî” jî tê qebûl kirin. Li gorî vê deklerasyonê mafê miletê Kurd heye ku ew jî bi awakî azad qedera xwe bi destê xwe tayin bike û serxwebûna xwe bi dest bixe. Ev mafekî herî rewa ye û li gorî vê ”hiqûqa navneteweyî” divê pêk vere. Lê di rastîyê de, ew biryar û “hiquqa navneteweyî” ji bo Kurdistanê û gelek welatên din yên kolonî û bindest nehate pêkanîn û hê jî nayê tetbîqkirin. Îro jî eger em defaktoya Başûrê Kurdistanê bidin alîyekê, Kurdîstan û gelek welatên din di bin nîrê kolonyalîzm û bindestîyê de ne; li ser axa bav û bapîrên xwe, bê dewlet û statuyek siyasî jiyana xwe didomînin.
Peyman û nîzamên Cîhanê yên sedsala 21an, ango Nîzama piştî Şerê Cîhanê ya yekem û Nîzama piştî Şerê Cîhanê ya duyem. ”nîzamên li dijî kurdan”, ango ”nîzamên antî kurd” bûn.
Niha jî dewletîn emperyal û zirhêz li gelek welat û navçeyan di nav berberî, şer û pevçûnên cihêreng de ne. Ew bi plan û projeyên cihêreng û şerên wesayetî hewl didin ku dîzaynek nû bidin cîhanê.
Dîroka Yekitiya Neteweyan (YN) û nîzamnameya wê, mixabin heta îro weke nîzamek bêdadwerî û “antî Kurd”, li dijî miletê Kurd û Kurdistanê hatiye bi kar anîn. Di pêvajo û proseya “Referandûma Serxwebêna Kurdistanê” ya 25ê îlona 2017an de durûtîya YNan û nîzamnameya wê carek din raxist ber çavan.
Di vê referandûmê de, teva hemû zext û guvajên dewletên dagirker û kolonyalîst, teva pirs û pirsgirêkên navxweyî yên nava hêz û partîyên Başûrê Kurdistanê û teva lidijderketina hinek dewletên ku xwedêgiravî weke piştgirên doza Kurdistanê dihatin dîtin, miletê Kurd û pêkhateyên kurdistanê bi awakî azad û demokratîk çûn ser sindoqan û bi rêjeya %93an ji bo serxwebûna Kurdistanê gotin ERÊ!
YNan û bi taybetî dewletên emperyal û zirhêz, di mijara Referandûma Serxwebûna Kurdistanê de, li şûna paragrafa 1,2, 3, 4, 5 an ya Nîzamnemaye YN ya “mafê çarenivîsa miletên bindest” diparêze, paragrafên 6 û 7an ku “rêzlêgirtina yekparetîya welatan” diparêze, derxistin pêş.
Lê gava NATO mudaxeleya Bosnayê kir, ev nîzamnameya YNan bin pê kir. Di şerê li dijî şerê dîktatorê Sedam Husên, Hêzên Navpeyman ev nîzamname bêwate hiştin. Rûsya li şerê dijî Ukranyayê van xalên nîzamnameya YNan bin pê dike. Lê gava miletekî bindest Kurd li ser beşekî axa bav û bapîrên xwe bi awakî azad û demokratîk referandûmekê çê dike û miletê Kurd û pêkaheteyên Kurdistanê bi rjeya %93an ji serxebûnê re dibêjin erê, YNan û bi taybetî dewletên zirhêz xalên 6 û 7an yên vê nîzamnameyê derdixînin pêş û vê bêdadwerî û siyaseta xwe ya “antî Kurd” didomînin.
Ev jî diyar dike ku tenê dewletên emperyal û zirhêz di warê bikaranîn û binpêkirina prensîpên YNan de xwedî maf û desthilatdar in. Bi şer û şîdetê guhertina hudûdan tenê mafên dewletên emperyal û mezin in. Mudaxeleyên navborî yên navneteweyî her çiqasî li dijî prensîpên YNan bin jî şîdeta van dewletên emperyal meşrû kirîye. Ev bixwe jî cîhaneke bênîzam û bêprensîp radixîne ber çavan. Ya herî balkêş ev e ku hetanî îro jî sîstema antî Kurd ya navneteweyî berdewam dike. Dewletên ku ev peyman ava kirine û binê van prensîpan îmze kirine, bi awakî bêperwaz bêrêzîyê li van prensîpên xwe dikin.
Îro pirsgirêka Kurdistanê ne tenê mijar ya jî pirsa miletê Kurd e. Ev pirsgirêk di heman demê de bûye pirsgirêkek navneteweyî. Mixabin, qedera çareserîya pirsgirêka Kurdistanê bi lihevkrin û erêkirina hêzên navneteweyî û bi taybetî jî bi lihevkirina dewletên emperyal û zirhêz ve hatiye girêdan. Loma di qada sîyaseta navneteweyî de, divê miletê Kurd û tevgera rizgarîxwazîya neteweyî û demokratîk ya Kirdistanê jî li gorî vê rewşê, bi hişmendîyek neteweyî û demokrotîk siyasetek realîst bimeşîne; bi yekrêzî û yekhelwestî tevbigere; pirsgirêka xwe bike pirsgirêka hêzên navneteweyî û rojeva hêzên navneteweyî û zirhêzên cîhanî dagîr bike.
3) Rewşa Rojhilata Navîn û Kurdistanê weke keleka ser avê ye
Rojhilata Navîn û Kurdistan yek ji navenda herî germ yacîhanê ye ku nakokî, şer û pevçûnên cihêreng yên bi dijwarî lê dom dike. Hêzên emperyal û navçeyî di nav hewildan, plan û projeyên dîzayn û guherandinên nû de ne. Ev nakokî, şer, pevçûn û guherandinên ku li Rojhilata Navîn berdewam dikin, wê qedera miletê Kurd ya sedsala 21an tayin bike. Divê tevgera neteweyî û demokratîk ya miletê Kurd û kurdistanîyan di wextekî rast, li cîhekî rast û bi hevkarên rast di nava hevkarî û îttîfaqên navdewletî û navçeyî de cîhê xwe bigre; di vî warî de bi lezgînî tevbigere û dereng nemîne. Ji ber ku di Rojhilta Navîn de, niha bi awakî giştî du teref û du blok hene:
Yek: Hêz û dewletên ku dixwazin statukoya heye diparêzin; di serî de dewletên dagirker û kolonyalîst, Tirkîya, Îran, Iraq, Surîye û rejîmên kewneperest yên navçeyê. Ew li dijî miletê Kurd û mafên wî yên neteweyî, demokratîk û mirovî ne. Ew dijmenên kurdan in. Ew naxwazin statuya heye bê guherandin û ew dixwazin statuya heye bê parastin. Ew naxwazin kurd li ser axa bav û bapîrên xwe desthilatdar bin û xwedî statuyeke serbixwe û sîyasî bin.
Ew dixwazin miletê Kurd di bin desthilata wan de bindest bimîne. Gava zêde dikevin tengasîyê jî ew dixwazin bi rê û rêbazên cihêreng û xwedêgiravî hinek mafan, miletê Kurd û kurdistanîyan ”entegreyî” dewletê û desthilatîya xwe ya dagirker bikin û wan ”kedî bikin”. Bi vî awayî, ew dixwazin siyaseta xwe ya dagirkerî, bişaftin û asîmîlasyonê bi awayên cihêreg bidomînin.
Dudu: Hêz û dewletên ku dixwazin statukoya heye li gorî siyaset û berjewendîyên xwe biguherînin û Rojhilata Navîn ji nu ve dîzayn bikin. Lê vê gavê ew jî di warê guherandina sînorên siyasî yên dewletên heyî de ne zelal in û ”dudilî” ne. Di warê awayê dîzaynkirin û dabeşkirina heremê de, di nav wan de hevbeşî û hevsengîyek zelal tuneye. Teva nakokîyên nav wan, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), Îngîltere, Fransa û hinek dewletên din yên Ewropayê serkêşîya vê blokê dikin. Dewleta Îsraîl jî bi sîyaset, plan û programên xwe yên jeo-polîtîk ya navçeyê di nav vê blokê de xwedî roleke taybetî û bi bandor e. Loma jî divê tevgera rizgarîxwazîya neteweyî û demokrat ya Kurdistanê vê rewşa heyî, sîyaseta jeo-polîtîk û jeo-stratejîk ya dewleta Îsraîl ya li ser Rojhilata Navîn baş binirxîne û ji nêzîk ve taqîb bike.
Li seranserê Kurdistanê û diyasporayê miletê Kurd di nava pêvajoyek nuh de ye. Neteweperwerîya kurdan hem li Kurdistanê hem li diyasporayê roj bi roj xurtir, geştir û berfirehtir dibe. Di despêka sedsala 21an de qonax û prosesa stewandina miletbûyîna kurdan û netweperwerîya kurdan gihiştîye qonaxeke nû. Pêwîst e sîyasetmedar, rewşenbîr, nivîskar, akademîsyen û pisporên kurdan li ser vê pêvajoyê bi hûrgilî rawestin.
Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, Fransa, Ingilîz, Alman û Rûs ne binecîyê vê herêmê ne. Bêgûman ew dê li gorî siyaset, plan, proje û berjewendîyên xwe tevbigerin. Gava berjewendîyên wan bi yên miletê Kurd ve lihevhatî û guncav bin dê di vê çarçeweyê de alîkarîya kurdan bikin. Divê em bizanibin ku guherandina hudûdên siyasî, îro ne di rojeva van dewletan de ye. Lê weha diyar dibe ku ew naxwazin li herêmê dewletên unîter, totalîter, tundrew, yekreng û yekdeng jî bêtir bi hêz bibin.
Ji salên 90ê ve diyar dibe ku hinek dewletên emperyal û zirhêz dixwazin strukturên hinek dewletên totalîter û navendî ber bi dewletên neanavendî û desentralîzekirî ve biguherinin û wan bikin weke dewletên nenavendî, federal, pirçandî, pirolî û piretnîkî. Ev proje îro ji bo miletî Kurd û Kurdistanê jî di rojevê de ye. Loma jî di vê rewş û demê de dikare hinek daxwazên miletê Kurd yên neteweyî û rewa li hinek beşên Kurdistanê bi daxwaz û aramacên van dewletan lihevhatî û guncav bin; lê li beşekî din yên Kurdistanê vê gavê ne guncav bin.
Îsraîl wek hêzeke girîng di rojhilata naverast de xwedî bandoreke mezin e. Berjewendîyên Îsraîlê ji berjewendîyên dewletên ne binecî wek Emerîka, Fransa, Ingilîzan cudatir e. Ew bixwe jî xwe hêzeke rojhilatî dibîne û xwe wek binecîyê vê herêmê pênase dike. Li Afganîstanê eşkere bû ku Emerîka xwe hergav mecbûr nabîne bi grûbên etnîkî û dînî re di nav hevkarî û tifaqê de be. Ingilîz û Fransiz jî bi heman helwestê tevdigerin û carina jî bi dewletên dagîrker re hevkarî û tifaqan nedadwerî pêktînin.
Bêgûman Îsraîl ji bo daxwaz û menfetên xwe dikare bi grûbên etnîkî, dînî, pêkhateyên cuda yên bi zilma dewletên îslamî yên totalîter, tundrew û cîhadîst re rû bi rû ne jî hevkarî û îtîfaqên cihêreng çêbike. Lê Îsraîl tucarî naxwaze hêzên tundrew yên antî Îsraîl li herêmê bi hêz bibin. Di vê rewşê de berjewendîyên pêkhateyên li dijî dewletên dagîrker û îslamîstên tundrew, bi mefetên Îsraîlê re guncav in. Lê bêgûman divê em sîyaseta hêzên emperyal ku bandorê wan li ser sîyaseta Îsraîlê heye jî bidin ber çavan.
Rewşa Cîhanê tê guherandin, rewşa Rojhilata Navîn tê guherandin, pêvajoya stewandina miletbuyîna kurdan tê guherandin. Gelo li çar parçeyên Kurdistanê dê tevgera neteweyî û demokratîk ya Kurd û Kurdistanê çi bike? Çawa bersîva vê pêvajo û qonaxa nû bide?
Pirsên esasî û rastîya bingehîn ya rojev û mijarê jî ev bi xwe ye. Gelo em dê xwe çava di vê rewşê de li ser xetek neteweyî, demokratîk û kurdistanî miletê Kurd û kurdistanîyan bihûnin û mobîlîze bikin da ku em bikaribin bersiva vê pêvajoya nû û pêwistîya sedsala 21an bidin!
Bêgûman, dagirkirin, perçekirin û dabeşkirina Kurdistanê; di hinek waran de cûdahiya rewşa aborî, siyasî û civakî ya beşên Kurdistanê, pêwendîyên tevgerên neteweyî û demokratîk yên Kurdistanê bi desthilatîya dewletên dagirker re, bi awakî giştî tesîrek gelek mezin li ser tevgera neteweyî û demokratîk ya Kurdistanê kiriye û rewş û mercên cûda anîye holê.
Loma jî di rewşa heyî de divê her beşê Kurdistanê li ser xetek neteweyî, demokratîk û kurdistanî li gorî rewş û mercên xwe xebat û têkoşîna xwe bidomîne û forma destkilatdarîya beşên xwe ava bike. Mixabin ji ber vê rewşa heyî, carcaran siyaset û berjewendîyên tevgera neteweyî ya beşekî dikare bi ya beşekî dîn zêde ne guncav be. Lê teva vê yekê jî divê em bi awakî eşkere bibînin ku qedera miletê Kurd û Kurdistanê di tu demê de weke îro bi hev re nehatiye girêdan. Loma jî li ser xetetek neteweyî, bi hevahengî û yekrêzîyê avakirina mekanîzmeyek hevbeş ya dîalog û pêwendîyên nava tevgerên neteweyî yên her çar perçeyên Kurdistanê ji her demê bêtir weke pêwîstîyek dîrokî û wezîfeyek neteweyî derketiye holê.
Rewşa Bakurê Kurdistanê di hinek waran de ji beşên din yên Kurdistanê cudatir e. Dewleta Tirkîyeyê endama NATO ye. Di peywendî, hevkarî û hevpeymanîyên bi dewletên Îran, Iraq û Sûrîyeyê re yên li dijî tevgera rizgarîxwazîya neteweyî ya Kurdistanê, çi bigre her gav serkêşîya wê dewleta Tirkîyeyê kirîye. Ji roja bi alîkarî û piştgirîya kurdan Komara Tirkîyeyêhatîye avakirin, wê siyaseta xwe li ser înkar, îmha û asîmîlasyona ziman û kultura kurdî ava kirîye û îro jî di warê resmî de dev ji vê helwest û siyaseta xwe bernedaye; serhildan û berxwedanên kurdan bi awakî hovane û komkujî serkut kirîye. Bi milyonan kurd di darê zorê ji ser erdên bav û bapîrên wan koçber kiriye û neçar hiştine ku li metrepolên Tirkîyeyê jar, hejar û perîşan bibin; rûbirîyî asîmîlasyon û jenosîda ziman kultura kurdî bimînin.
Mixabin divî em bi awakî eşkere qebûl bikin ku dewleta Tirkîyeyê di warê siyaseta xwe ya asîmîlasyonê bi ser ketîye. Li Bakurê Kurdistanê asîmîlasyona di warê ziman, çand û toreya kurdî, asîmîlasyona sîyasî jî bi xwe re amade kirîye. Civat roj bi roj ji rastîya xwe bi dûr dikeve. Hişmendî û hestê neteweyî û kurdistanî di asta herî nizim de ye. Beşekî mezin yê civaka kurdî ji ber sedêm cihê ku divê mirov bi taybetî li ser rawest e, daye dû xet û tevgera entegrasyona bi dewleta dagîrker. Loma jî di vê rewşa heyî de, li Bakurê Kurdistanê erk û wezefeya neteweyî ya sereke xebat û têkoşîna ji bo vegerandin û bihêzkirina hişmendî û hestê neteweyî û kurdistanî û birêxistikirina vê hêzê ye. Eger miletek bi hişmendîyek neteweyî û niştîmanperwerî li welatê xwe xwedî derneke û xwe bi rêxistin neke, ji bo mafên xwe yên neteweyî û niştîmanî xebat û têkoşînek berfireh nede, di nava civata xwe de rê, rêbaz û rehên xwe xurt neke dê nikaribe dûr û dirêj li ser lingan bimîne. (demahîk heye)

