Cano Amedî

Cano Amedî

Nivîskar
Hemû nivîsên nivîskar >

“DUNYAYÊ WEKE GULEKÊ BI HEVALÊN XWE RE BIHÎN BIKE Û BI HEVRE BI MEŞIN”

A+A-

Jibîr nekin fesadî, bêqerekterî û hewldanên “tine kirinê” tenê karê zalim û nezana ye. Ne karê mirovên medenî û xwedîyê dozê ne!

Mirov dema ku bi aqilê xwe, bi ked û pirêza xwe nikaribe biserkeve, serî li hewldanên tundî û rizîyayî dide. Bi qereterê quretîyek nezanî, bi tûrikê vala, bi gotin û kirasê heft reng an jî bi hêza aborîya xwe karên dijberîyê ji bo konfor û berjewedîyên xwe bi kar tîne/tînin.

Li gorî dilê xwe aşê konforê serast dikin û pepûkên ber derîyan li derdora xwe kom dikin. Dest bi nîyet xwendinê, îzolasyon û tenê kirinê dikin. Bi gotgotên ser tenûran, xelekên dorpêç kirinê zêde dikin. Ji ber ku piştî van hewldanan demsalên bêbawerîyê destpêdike, av şelû dibe û şûrê bêbextîyê desthilatdar dibe, mirov dikeve nav tengasîyek dêrûnî. Tu her çiqas bi niyetek paqij, bi nêrînek zelal tevbigerî jî aşvan û peyayên xwe daxwaza dîlbûnê li te dikin. Ev jî rê li ber raman û aqlê hevpar asê dike.

Ev rastî jî dide xuyakirin ku dema hûn nikaribin rê li ber xirabî, quretî û nezanîya desthilatdar asê bikin, di encamê de hûn bixwazin an nexwazin tûrikê şirîkatîya xirabîyê, wê bikeve sitûyê we jî.

Mirovên medenî, xwedî doz, kedkar û bawermend ji bo konfor, kiras û kursîyên zengarî tevnagere/ tevnagerin. Berpirsiyarî û hişmendîya neteweyî rê li ber hevkarî û aqlê hevpar xweştir dike, erkê neteweyî û mirovahiyê parastina berjewedîyên netewî derdixe pêş. Kesayetên zana û xwedî doz, bi exlaqê xizmetkarîya milletê xwe tevdigerin û rê li ber nexweşî û qeyranan digirin, rêgehên çareserîyê destnîşan dikin û konê xwe firehtir û dewlemendtir dikin.

Bapîrên me belasebeb negotine: “Tifing îcat bû mêrxasî betal bû!”

Sîstemên îro, li dunyê desthilatdar in, di nav qeyran û alozîyên civakî de digevizin. Sermayê desthilatdar, bi amûr û formatên nû, bi rîya têknolojîyê heremên xwe, bazarên xwe gav dike. Di warê zanyarî û têgihiştina çavkanî û referansê de hêsanîyek mezin heye.

Em dizanin ku mirovên, civatên pir dixwînin û bi hêza zanînê bawer dikin, her dem bi ser dikevin. Ew jî bi ked, fedakarî, bawerî û jidilbûnîyek hevpar an jî bi hişmendîyek kollektîf pêkan e û mirov dikare bigihîje armancên hevbeş.

Tenê bi riya axaftinê, bi awur û amûrên ber neynikê, bi qamara û trîpodekê serkeftin pêk nayê; divê di hemû warên jiyanê de tu ji xwe re, rê û rêbazên nû, metodên demî peyda bikî û barê têkoşînê hilgirî, hilbijêrî û bimeşî… Ji bîrve nekin, dengê daholê ji dûr ve xweş tê gohê mirov. Lê ya xweştir ew e ku tu bi xwêdan û hunera xwe tevbigerî, ne bi ya hinekan…

Li şûna ku hûn, bi yên ne weke we difikirin re tevdigerin an helwest nîşan didin, afaroz bikin, sansor bikin an tune bihesibînin, divê hûn rîsk û zehmetîyan hilgirin, li kêleka hevalên xwe bisekinin û bi hevre tevbigerin. Bi hêza zanînê û ramanê bawer bikin û goh bidin şîretên pêşîyan.

Binêrin pêşîyên me gotine: “DUNYAYÊ WEKE GULEKÊ BI HEVALÊN XWE RE BIHÎN BIKE Û BI HEVRE BIMEŞIN” Eger hûn bawer nakin rojekê rîya we bi Swisre ket, serdana gorîstana Nureddîn ZAZA bikin û bi dengekî bilind nivîsa kêla ber serê wî bixwînin. Ka binherin wê pakrewanê doza netewî çi şîretan li we bike!..

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin