Lokman Polat

Lokman Polat

Nivîskar
Hemû nivîsên nivîskar >

ROJNIVÎSKÊN SIRGÛNEKÎ

A+A-

Zinarê Xamo ji hêla kurdînivîsê ve jîr e. Ji salên 1980yî ta îro, 45 salin ku herdem bi kurdî dinivîse. Min nivîsên wî yên di rojnameya Armancê de , di kovara Berbangê de û herweha di weşanên kurdî ên din de xwendiye. Hêj jî nivîsên wî yên ku di Înternetê de diweşîne, ez dixwînim.

Min pirtûkên wî ên ku hatine weşandin, romana Suzan Tamaro ku li kurdî wergerandibû xwendibû. Herî dawî min pirtûka wî ya bi nave ”Rojnivîskên Sirgûnekî” xwend. Pirtûk 160 rûpel e û di nav weşanên ”Pall” de li Amedê/Diyarbekirê derketiye. Berga pirtûkê rengîn e. Çend wêneyên Zinarê Xamo û malbata wî û sahneyek Newroza ku ji alî UDGê ve hatibû pîrozkirin hene. Di beşa dawiya pirtûkê de jî 16 wêneyên curbecur ên Zinarê Xamo û hinek hevalên wî yên ji tradîsyona Kîp/Ddkd û Pêşengê hene.

Pirtûk bi pêşgotina nivîskar Zinarê Xamo dest pê dike. Di pêşgotinê de qala amadekirina pirtûkê ji alî Omer Faruk Baran  ve tê kirin.

Zinarê Xamo di pêşgotina pirtûka xwe de dibêje : ”….Omer Faruk Baran gotiye….divê tu rojnivîskên xwe wek kitêb biweşînî. Got rojnivîskên te pir xweş in, dive tu miheqeq wan biweşînî.” O. Faruk Baran gelek baş kiriye ku vê pêşniyazê kiriye. Bi ya min jî rojnivîsên Zinarê Xamo hêjayê weşanê ne û dive yên mayî jî wek pirtûk werine weşandin. Ji xwe Z. Xamo dibêje : ”O. Farok Baran ji min re hîn notên 1985an heta 1999an dosyayek amade kir. Lê rojnivîskên hilbijartin ne hemû ne, qismek ji wan in. rojnivîsk pir in, dibe du, sê cîld.” Pêşniyara min jî ji Zinarê Xamo re dive ew wan yên mayî jî wek cîlda du û sê biweşîne. Rojnivîsên Z. Xamo ji bo lêkolînvanan, ji bo xwendevanên Zankoyê/Unîversîteyê û ji bo nivîskar, siyasetmedar û rewşenbîrên ku bîranên xwe binivîsin, tezên doktorayê yên talebeyên/xwendevanên Unîversîteyan ên ku tezên doktorayê amade dikin dikare bibe çavkaniyek baş. Wek mînak; em bibêjin lêkolînvanekî li ser serok û sekreterên partî û rêxistinên kurdan yên beriya salên heştêyî lêkolînek bike û bixwaze derbarê kesayetiya wan de tiştek binivîse, di pirtûka Z. Xamo de derbarê karekterê kesayetiya serokê PKKê Ocalan û Sekreterê Partiya Pêşengê Murad Ciwan de gelek tiştên balkêş hene ku Zinarê Xamo nivîsiye. Bi taybetî hinek xisûsiyetên/taybetmendiyên sekreterê Pêşengê ê berê Murad Ciwan ez nizanibûm, ji pirtûka Z. Xamo fêr bum. Rojnivîsk jî wek bîranînê ye. Mirov ji wan gelek tişt fêr dibe. Di bîranînên Alîşêr/Ziya Avcî de jî mirov derbarê Kîp/Ddkdê û Pêçengê de gelek tiştên ku nizanibûye fêr dibe. Heger ji rojniväskên Zinarê Xamo nebana ez/em nizanibû ku sekreterê partiya pêşeng bostan ajotiye û di roja kuştina şehîdê nemir serokê Partî Demokrat a Kurdistana Îranê nemir A. Qasimlo çûye nav bostanê xwe û bi çandiniya bostan re mijûl bûye. Heger ji bîranînên Elîşêr/Ziya Acvcî nebana ez/em nizanibû ku têkiliyên Kîp/Ddkd û YNKê ewqas xurt bûye, û herweha ezê/emê nizanibana rastiya ji hevûdu veqetandin û perçekirina Kîp/Ddkdê jib o çi û çawa pêk hatiye.

Di nav lêteratura kurdî de pirtûkên rojnivîsê ji blî pirtûka Celadet Alî Bedirxan başqe pirtûk tunin. Ev cara yekeme ku di nav nivîskarên bakurê Kurdistanê de nivîskarekî ji ekola kurdên li Swêdê pirtûkek rojnivîsê nivîsiye û weşandiye.

Bi ya min pirtûkên bîranînê û rojnivîsê girîng in. Pirtûka Celadet Alî Bedirxan û ya Zinarê Xamo weke pirtûkên bîranînê ne û min di salên berê de ya C. Alî Bedirxan û niha jî ya Zinarê Xamo bi dilxweşî xwendiye. Di nav kurdan de pirtûkên bîranînê kêm in, hindik in. Niha ez li ser pirtûkên nivîskar, siyasetmedar û rewşenbîrên kurd ên bîranînê lêkolîn dikim. Di xwendina wan pirtûkan de min ferq kir ku bê ev şêwe pirtûkên bîranînê û pirtûkên rojnivîsê çiqas girîng in. Ji xwe Zinarê Xamo di pirtûka xwe de ji devê nivîskarê Fransî Andre Gîde diyar dike bê ev şêwe pirtûk çiqas girîng in.

”Nivîskarê fransî Andre Gide li ser nivîsandina bîranînê gotiye, ”nivîsîna bîranînan xelaskirina tiştekî ji destê mirinê ye.” Camêr rast gotiye, bi rastî jî were ye, meriv serpêhatiyên xwe, bîranînên xwe nenivîsîne ewê bi meriv ra herin gorrê. Lema jî meriv ji destê mirinê çi xelas bike baş e, li kara meriv û tarîxa miletê meriv e..” Rûpel : 47.

 

Naveroka pirtûkê….

Naveroka pirtûkê bi tevahî ji rojnivîsên ku di pêvajoya roj, meh û salên paşerojê de tiştên di jiyana rojane de pêk hatine, bûyerên ku qewimîne, têkiliyên nivîskar ên rojnane ku bi kê re ji bo çi pêk hatiye, bi kê re hevûdudîtin çêkiriye, kar û xebatên weşana rojnameya Armancê di bin çi zahmetiyan de hatiye weşandin, qal dike.

Ez bi xwe ji rojnivîsên Zinarê Xamo gelek tiştên ku ez pê nizanibûm fêr bum. Şîroveyên wî yên derbarê hinek însanan de bi bi taybetî hinek xisusiyetên taybetmendî ên sekreterê wî yê berê Murad Ciwan de ez nizanibûm. Ji rojnivîsên Z. Xamo jî diyar dibe ku hinek siyasetmedar û rewşenbîrên kurd welatparêzin lê demokrat nîn in. Ez dikarim ji bo partî û rêxistinên kurdan jî bibêjim ku; ew welatparêz in lêbelê demokrat nîn in.

  1. Xamo di pêvajoya 45 salan de bûyerên ku kurdan eleqeder dikir û hêleke jiyana kurdekî sirgûnkirî/nivîskar li Swêdê bi çi zahmetiyan derbas bûye rave dike, radixe ber çavên xwendevanên kurd. Hetanî min rojnivîsa Zinarê Xamo nexwend ez nizanibûm ku wî/nivîskarekî kurd di karê firaqşûştinê de xebitiye û li kalepîrên swêdiyan nêriye, xizmeta kalepîran kiriye. Bila şaş neyê fêm kirin, kar û keda her karkerî pîroz e. Ji bo ez vî karî biçûk dibînim na, ji bo ez bal bikşînim ser kurdên penaber ên siyasî bê çi zahmetî dîtine û çi fedekarî kirine. Hinek kurdên li welêt dibêjine qey kurdên siyasî ên ku çûne Ewropayê li wir ji wan re ji ezman pere/diraf bariyaye û ew di nav pereyan de avjênî dikin.

Di pirtûka Zinarê Xamo de gelek mijarên girîng hene. Xwepêşandanên kurda ên li Swêdê ên ji bo pişgiriya kurdên başurê Kurdistanê, prostestoyên dewletên dagirker, protestoya qetlîama Helepçeyê, kar û xebatên siyasî, komelayetî, têkiliyên kurdên siyasî ên bi hevûdu re, rewşa weşanên kurdan, kovar û rojnameyên kurdî li Swêdê ê wê demê, kongreyên komeleyên demokratîk ên kurdên li Swêdê û hwd, gelek tişt di pirtûkê de tê qalkirin.

Bi kurtî û kurmancî weke ku di danasîna pirtûkê de jî hatiye gotin; ”Zinarê Xamo piştî 1980yî gava tê Swêdê, dest bi nivîsîna rojnivîskan dike. Rojnivîskên Sirgûnekî ku bijarteyek e ji notên wî yên rojane yên salên 1985-1999an, ne tenê portreyeke şexsî ya sirgûnekî lê herweha resmekî giştî yê kulturî, civakî û siyasî yê kurdan li Swêdê û li diyasporayê jî bi zelalî raber dike.”

Di pirtûkê du tiştên ku bala min kişand. Yek jê Z. Xamo dibêje ”Dema Omer Çetîn hate Swêdê min çû ew dît.” Û behsa hevûdudîtina xwe û ya Omer Çetîn dike. Wek tê zanîn Z. Xamo jî tê de di kongreya Pêşengê de ji bo Omer Çetîn gotin ”Xaîn”. Gelo dema Zinarê Xamo Omer dît doza lêborînê lê kir yan na? Herweha ne tenê Z. Xamo, gelo pêşengçiyên din yên ku çûn Omer Çetîn dîtin jê lêborîn xwest in?

Tişteke din ku bala min kişand; Zinarê Xamo di rojnivîsên xwe de ewqas bi tundî rexne li PKKê digre, gotinên gelek giran ji bo PKKê dibêje û paşê em dinêrin ku Zinarê Xamê bi sekreterê xwe ê berê re diçe beşdarê programên TVya Apoyiyan dibe. Murad Ciwan ji dema weşana kovara ”Jîna Nû” û pê ve gelek nivîsên rexneyî li hemberê PKKê nivîsî û weşand. A herî girîng dema kuştina Semîr di şeva partiya Pêşeng de ew sekreterê giştî ê partiyê bû. Ev bala min kişand û min meraq kir, gelo çi bû sedem ku Zinarê Xamo û sekreterê wî ê berê Murad Ciwan çûn beşdarê TVya PKKê bûn? Çima helwesta wan a siyasî ya li hemberê PKKê 180 derece hate guhertin?  Min ev bêîstikrarîya wan a siyasî meraq kir, loma pirsî. Bersîva pirsa min bidin yan nedin, ew dizanin, teqdîra wan e.

Bi hêviya ku di pêşerojê de wek pirtûka duyem û sêyem, a rojnivîsên Zinarê Xamo werine weşandin.

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin