Şêx Abdusselam Barzanî II. Mîmarê Mala Kurdî yê Modern e! (III)
Siddik Bozarslan
Eger mirov li tespîta rapora Koma Miletan (KM) binêre ku bi minasebeta Roja Jinên Cîhanê ya 8ê adarê 2025an hatîye amadekirin; rismeke giştî jibo jinan li seranserê cîhanê xwe nîşan dide ku ev rismeke gelek xirab e. Hema bêje di her seetan da jin tên kuştin. Xaleka gelek balkêş e ku jinên ku tên kuştin, ji alîyê xwedêgiravî hezkiroxên wê ve hatine kuştin. Yanî malxoyê jinê, birayê jinê, bavê jinê van hovîtîyan dikarin bikin û hê jî ev risma wehşetê bi awayên cîyê tên domandin. Wek numûne, di derbarê kuştina jinan da rapora 2024 ku Neteweyên Yekbûyî (NY) an bi gotina xelkê KM, weşandîye; rojê 140 jin li seranserê cîhanê tên kuştin ku piranîya wan kujeran jî mixabin ku malxoyên jinê ne.
Dema behsa kuştina jinan dibe, jinên ku li Kurdistanê jî hatine kuştin û hê jî tên kuştin; divê bi taybetî em behsa wan jî bikin. Mixabin li Kurdistanê di gelek bûyerên kuştinên jinan da hatîye gotin ku ”ew dawa namûsê bû, ji ber namûsê ew hatîye kuştin û wd…” Îdîayên bêbingeh û nerast hatine belavkirin û van îdîayan heta radeyek di nava civatê da jî hatîye qebûlkirin. Rojek ku dîsa ev mijar di rojeva civata kurd da bû, di Televizyona Rûdavê da ez rastî axiftina Berêz Neçîrvan Barzanî hatim. Hoşevîstê Neçîrvan, Serekwezîrê Herêma Kurdistanê bû û di axiftina xwe da dabû zanîn ku ew kesên ku li ser navê namûsê jinan dikujin, ew bi xwe bênamûs in û wd... Min wek kurdekî, wek bavekî û wek zilamekî bi kêfxweşî wan gotinên Kek Neçîrvan guhdarî kiribû û kêfxweş bûbûm. Bi rastî her zilamek nikaribû wê wêrekîyê nîşan bide û hem jî kesekî berpirsîyar, ku Serekwezîrê Kurdistanê bû û wê mêrxasîyê raxistibû pêşîya civata xwe. Lê piştî wê axiftinê min çendek çapemenîya başur şopand û ez gelek şok bûm. Kesên ku li ser navên rojnamevanîyê, nivîskarîyê, sîyasetmedarîyê û nizanim çi û çi, hemî di carek da êrîşên Kek Neçîrvan dikirin û digotin; ”Serekwezîr Neçîrvan Barzanî, heqaret li miletê kurd kirîye û wd…” Bi rastî min qet bawer nedikir ku hew qas zilamên qerase, bêşerm û bêheya çawa dikarin weha biaxifin, binivîsin. Ez çend car kelegirî bûm, ew zilamên ku xwedêgiravî xwenda ne, zana ne, dikarin binivîsin û biaxifin, çawa dikarin di carek da xwe ker û kor û lal bikin û rastîyan veşêrin. Ez gîham wê qeneetê ku heta zilamên me yên zana û xwenda xwedîyê vê mejîyê bin, dê hê pir jinên kurd werin kuştin.
3. Divê li her gundek mizgeftek / camîyek were çêkirin. Lê divê camî ne tenê jibo îbadeta dînî be; digel wê divê camî wek meclisa şêwrê û çareserkirina şolên civatê be jî. Li ser van prensibên bingehîn hewildan hatine çêkirin da ku gundên camî lê tunebin, camî werin çêkirin û her weha şolên gundîyan, cotkaran li gora pêdivîyan hatine çareserkirin. Wek di jîyana wê herêmê da jî hatine dîtin; ev prensib bi tena serê xwe be jî, ew bûye bingeh jibo têkilîyên civatê li gora wekhevîyê û adlayîyê hatine bi rêvebirin.
4. Ji her eşîrek hêzên çekdar hatine çêkirin da ku ewleyîya can û malên wan werin parastin. Di çarçoveyeka herî biçûk da be jî herêmek ango eşîrek li hemberê êrîşên eşîreka dî divê bikaribe xwe biparêze ku ev jî bi saya tevdîl û rêxistinkirina hêzên çekdar mimkun e. Em bixwazin nexwazin qanûnên jîyanê ev in: Ên ku nikaribin xwe biparêzin, ew mehkumê mirinê ne. Li gora wê rastîya jîyanê, van hêzên çekdar jî jibo ku di heman disiplinek da werin perwerdekirin, serekek / fermandarek an berpirsîyarek jî hatine kifşkirin da ku her hêz di bin fermandarê xwe da bikaribin perwerde bibin, bikevin nav tevgeran û li gora şert û pêdivîyan bi serkevin. Di vê nuqteyê da Abdusselam, wek şûrek bûye, yanî xwedîyê cesaretê bûye ku ew jî pêşîya jîyana civata xwe dîtîye. Guman tune ku dema Abdusselam, daxwaza amadekirina hêzên çekdar û perwerdekirina wan daye zanîn; wî dîroka çûyî ya nêzîk û bi taybetî jî pratika Şerên Bedirxanîyan û Şêx Ubeydullah anîye ber çavan û pêdivî dîtîye ku ji wan tecrubeyan ders werin girtin. Wek di hewildana Şêx Ubeydullah da pir vekirî hatîye dîtin; li dijî dewletên xurt û xwedanê tecrubeyan wek osmanî yan jî sefewîyan dane nîşandan, di bin fermana şêxek an axayek da bi hezaran ango bi milyonan mirudên çekdar jî hebin, ew nikarin bi awayeke pêwist şer bikin û bi serkevin. Ji ber ku ew li ser îlmê şer û şerkirinê nehatine perwerdekirin.
Ev nuqte ku Abdusselam Barzanî li ser rawestîyaye, jibo jîyana civata kurd, nuqteyeka esasî ye ku di şerê Osmanîyan û kurdan da jî hatîye dîtin ku di 1907 û 1908an da qewimîne. Balkêş e ku hêzên çekdarên herêmê di bin fermandarîya Abdusselam da dema li dijî orduya osmanî di 1907 û 1908an da û li gora taktikên şerê gêrillayî şer kirine; ew gelek bi serketî bûne. Lê mewcudîyeta teqemenîyên her du alîyan û jimareya çekdarên her du alîyan hatine hesibandin û loma di encamê da Abdusselam neçar maye ku hêzên xwe yên şerkirinê ji meydana cengê vekêşîne der. Lê heman tişt mirov nikare di hewildana Şêx Ubeydullah da bibîne. Wer xuya bûye ku Abdusselam numûneya hewildana Ş. Ubeydullah û yên dî, baş analiz kirîye û dersên pêwist jê derxistîye.
Hîmdar û bapîrê Kurdevînîyê û Kurdistanevînîyê Ehmedê Xanîyê nemir, ji vir 330 sal berê derdê civata kurd dîtîye û dermanê wê pêşberî gelê xwe kirîye. Xanîyê gorbihişt, bi nivîsîn û belavkirina fikra Kurdîtîyê û serxwebûnê jî qîma xwe nanîye; her weha rîya rizgarîya Kurdistanê jî numandîye, bi peyveka dî, awa û rîya rizgarîya welat jî dîtîye û nîşan daye.
Lê belê, jibo destbirina şûr yekîtî divê. Divê ku gelê kurd bi tevayî û bi yekîtî dest bibe şûr. Xanî yê gewre, li ser vê şolê jî sekinîye û weha gotîye:
”Herçî kesê ku dest avêt şûr bi têkoşîn û xîret
wî xist destê xwe bi mêranî, dewlet.
Lewra wek bûkek e ev cîhan
Di destê şûrê tazî da ye hukm û ferman ”
Eger mirov baş û bi awayeke pir dîqet li van malikên Mem û Zînê binêre ku 330 sal berê hatîye nivîsîn û pratika Abdusselam Barzanî bîne ber çav û muqayese bike; mirov dikare bêje ku Abdusselam Barzanî II roja ku karê Rêvebirîya Barzan girtîye ser xwe ku ev jî rastê tarîxa 1903yan tê, dibe 122 sal berê; yanî 208 sal piştî nivîsîna Mem û Zînê, mirov dikare Abdusselam Barzanî II, Ahmedê Xanîyê 122 sal berê binav bike û her weha dîsa mirov dikare wî canfîdayê welatevîn wek hîmdarê dîwarê Mala Kurdî ya Modern îlan bike. Loma mirov dikare bingehê / hîmê rêvebirîya Kurdistana Federe ya Başurê Welatê me 122 sal qebûl bike. Ji ber wê ye ku ne tenê Kurdên Başurî, her weha kurdên hemî perçeyên Kurdistanê û yên cîhanê, em hemî deyndar û spasdarên Şêx Abdusselam Barzanî ne ku wî ji me ra Rîya Rizgarîya Kurdistanê û azadîya miletê kurd nîşan daye, dîyarî kirîye, mîrasek hiştîye û di wê rê da xwe feda kirîye û bûye cangorîyê Kurdistanê. Pêdivî pê heye ku her sal, roja ku ew bûye cangorîyê dayîka niştîman (14.12.1914), em wî bibîr bînin û li ser jîyan û têkoşîna wî gorbihiştê nemir bernameyên taybetî çêkin, semîner û konferansan pêkbînin û wd.
5. Abdusselam Barzanî, jibo parastina xwezayê / taîbetê û parastina lawiran jî xebitîye û civata Barzan perwerde kirîye da ku hezkirina xwezayê di nav civatê da cî bistîne. Ev nuqte jibo civatek ku derdora xwe, yanî erdnîgarîya xwe jî biparêze. Loma Abdusselam, yek ji wan pêşewayekî bûye ku 122 sal berê di derbarê ekolojîyê da, di derbarê parastina heywanan da civata xwe bi şîretan perwerde kirîye, xistîye nav disiplinek û di rabûn û runiştina xwe da ew civat destûr neda anarşizmê, berdanberdanê. Di vê çarçoveyê da em dikarin muqayese bi hewildaneke navberneteweyî nîşan bidin ku qewimîye. Bi gotineka dî ew hewildana ”Biryarnameya Navberneteweyî jibo Mafên Heywanî li Mala UNESCOyê ya Parisê, roja 15.10.1978an da çêbû.

