Bernamên Danesîna Êzdiyatiyê yên di Çarpel Medya de û Berpirsyariya Parastina Mîrasa Me
Pêşgotin
Di destpêka vê gotarê de, ez dixwazim spas û rêzgirtina xwe pêşkêşî berpirsyar, rêveber û hemû ekîba Çarpel Medya bikim; çimkî wan bi hesta welatparêziyê, dilfirehî û berpirsiyariyek profesyonel derfet dan min ku ez 65 beşên bernama "Danesîna Êzdiyatiyê" https://youtube.com/playlist... li ser ekranên wan pêşkêş bikim. Ev derfet ne tenê ji bo min, lê her weha ji bo gelek Êzdiyan bû derfetek girîng ku hinek ji bingeh, dîrok, kevneşop, zargotin, kultur û pirsgirêkên Êzdiyatiyê bi guhdar û temaşevanan bidin naskirin.
Di demekê de ku gelek beşên mîrasa Êzdiyatiyê ya manewî û çandî hewceyê parastin, tomarkirin û veguhastinê ne, rola medyayên azad û berpirsiyar nirxeke taybet heye. Ji ber vê yekê, ez bi taybetî spasdarê Çarpel Medya me ku ew bû serişteya gihandina deng, nirx û mîrasa Êzdîtiyê ji civakê re. Hêvîdarim ku ev hevgirtin û hevkariya çandî di pêşerojê de jî berdewam bibe û bibe alîkar ji bo nasandin, parastin û veguhastina mîrasa Êzdî.
Pêdiviya Parastina Mîrasa Êzdî
Di nav hemû miletên cîhanê de, hebûn û domandina nasnameya neteweyî bi girêdana bi dîrok, ziman, kultur, urf û adetên gelan ve tê misoger kirin. Her netewe û her ol bi parastina mîrasa xwe ya manewî û çandî dikare hebûna xwe biparêze û cihê xwe di nav civaka mirovahiyê de bihêle.
Ji bo me jî ku em pêkhateyek kevn a Kurdistanê ne, bi taybetî ji bo civaka Êzdî, girîng e ku em dîrok, ol, ziman, kevneşop û çanda xwe baş nas bikin û wan ji bo nifşên nû biparêzin. Ji ber vê sedemê, bi salan e ku gelek belge, çavkanî, zargotin û kevneşopên gelê me tên berhevkirin û tomarkirin da ku nirxên bav û kalanên me ji windabûnê bên parastin.
Armanca Bernamên Danesîna Êzdiyatiyê
Bernamên "Danesîna Êzdiyatiyê" ji vê armancê hatin amadekirin ku gelek aliyên jiyana Êzdî, ji dîrok û baweriyê heta kevneşop, kultur û jiyana civakî, bi awayekî sade û têgihiştinê hêsan ji civakê re bên naskirin.
Ev bernam tenê ji bo ragihandina agahiyan nebûn. Armanca wan ew bû ku bala civakê bikşînin ser pirs û pirsgirêkên ku bi hebûn, nasname û mîrasa Êzdiyatiyê ve girêdayî ne. Her wiha armanc ew bû ku nivîs, belge, zargotin û bîranînên dîrokî yên ku hîn jî di nav civakê de dijîn, bên tomarkirin û parastin.
Rastiya Dîrokî û Berpirsyariya Lêkolînê
Dîroka Êzdiyan, mîna gelek gel û civakên din, gelek caran ji aliyê kesên din ve hatiye nivîsandin. Di gelek berheman de rastî û objektîvîte bi tevahî nehatiye parastin. Ji ber vê yekê hewce ye ku dîrok û kevneşopên me bi çavdêriyek zanistî, bêalî û berpirsiyar bên nirxandin.
Li gorî gelek belge û çavkaniyan, civaka Êzdî di dîroka xwe de rastî gelek zilm, fermandarî û qirkirinê hatiye. Gelek caran cihên pîroz, mîrasa çandî û dîrokî ya gelê me hatine wêrankirin. Lê tevî hemû van zehmetan, Êzdiyan karîbûne gelek nirx û kevneşopên xwe biparêzin û bigihînin roja îro.
Rola Zanebûn û Medyayê
Parastina her ol û her kultura pêdivî bi zanebûn, lêkolîn û ragihandinê heye. Heta ku dîroknas, lêkolînvan, rewşenbîr û ruhanî bi hev re nexebitin, gelek aliyên dîrok û baweriya me dê nebaş bên famkirin.
Di vê warê de medya dikare roleke bingehîn bilîze. Medya tenê amrazeke ragihandinê nîne; ew di heman demê de serişteyek girîng e ji bo parastina bîra kolektîf, mîrasa çandî û nirxên civakî. Ji ber vê yekê, her medya ku derfetê dide ku mijarên çandî û dîrokî bên gotûbêjkirin, xizmeteke girîng ji civakê re pêşkêş dike.
Êzdiyatî û Nasnameya Kurdî
Ji nêrîna min, Êzdiyatî beşeke girîng ji dîroka şaristanî û mîrasa Kurdî ye. Ji ber vê yekê, parastina Êzdiyatiyê di heman demê de parastina beşekê ji mîrasa Kurdistanê ye. Em nikarin bêyî hevkariya civakî û bêyî hurmeta li hember cûrbecûriya olî û çandî, van nirxan biparêzin.
Divê hemû aliyên civakê, ji rêxistinên çandî heta saziyên ragihandinê, di vê warê de berpirsiyariya xwe baş hîs bikin û alîkariya parastina mîrasa me bikin.
Encam
Danesîna Êzdiyatiyê tenê xebateke li ser borî nîne; ew di heman demê de hewldaneke ji bo parastina bîr, dîrok, kultur û nasnameya civakekê ye. Bernamên ku di Çarpel Medya de hatin weşandin, hewldanek bûn ji bo ku hinek ji van nirxan bên tomarkirin, bên gotin û ji nifşekê bo nifşeke din bên veguhastin.
Hêvîya min ew e ku ev hewildan di pêşerojê de jî berdewam bibe, û hemû kesên ku xwe berpirsiyar dibînin, piştgiriyê bidin parastina mîrasa Êzdî. Çimkî mîrasa ku neyê parastin, piştî demekê dibe bîranîn; lê mîrasa ku tê zanîn, tênasîn û tê veguhastin, dibe hebûnek zindî ji bo nifşên pêşerojê.
Bernama me herî dawî:
https://www.youtube.com/live/VwLF0tgtI6k?is=fvljj3FTNQgiAZ4l
Bi rêz û sipasên min,
Kemal Tolan ê Êzdînas



YAZIYA ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin