Şeyhmus Ozzengîn

Şeyhmus Ozzengîn

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Li Sûrîye Denklem û PYD/YPG!

A+A-

Dengê ewran û şirqîna tava teyrokê, ji dûr ve xuya dike. Ewr li hev digerin, kom dibin, reş û sîpî dibin, derdor tarî dibe û ji derbekê de brûskek ku erd bihejîne, li ser serê me dişirqîne. Êdî tiştê ku bibare despêkirîye.

Piştî 25.09.2017 an Tirkîye, Îran û İraq li dij Kurdistan îtîfeqek avakirin. Berî 25.09.2017an ev hersê dewlet jî, dibin çavan re li hev dinêrîn. Têkilî, itîfaqên wan ji hev guhertî bûn û zixt li hev dixistin. Lê ji nişka ve serokwezîrê İraq Heyder Ebadî hat Tirkî. Bi Serokkomarê Tirkîye Tayip Erdogan re pozek da.

Di 04.10.2017 an de jî serokkomarê Tirkîye çû Tahran. Tiştê ku ev hersê dijmin anîn cem hev û li ser itîfaqêk hevpar kirin şirîk, doza Kurd û Kurdistan bû. Hersê dewlet jî li henber Kurdan xwedî helwestek kone, dijraber û dijminane ne. Dema ku pirsgirêka "Kurd û Kurdistan" têt mazatê, gotinên di derheqa hevûdû de jibîrdikin û dikevin hewldanên hevpar.

Wek ku em dizanin: Berdevkên dewlet û hikumeta tirkan pir caran di derheqa "nijadperestîya farisan û şietîya farisan" de daxuyanî dabûn û ji Tirkîye re wek tehdît îşaret kiribûn. Navbera wan û serokwezîrê İraq Heyder Ebadî xirab bû. Lê li ser yek daxwazê bi hewlekê li henber kurdan bûn yek(!)

Dijminên kurdan i ser esasê pêşîlêgirtina serxwebûna Kurdistan xwedî yekhelwestin.

Dewleta Tirk di têkilîyên bi Emerîka û Rusya re li ser konsepta Sûrîye dimeşîne jî, tenê yek sebeb, rengê têkilîyan derdixe pêş me. Ew jî "divê Kurd di vê konseptê de cîh negirin û nebin xwedî deskevtin!"

Ev daxwaza Tirkan; hin bi Rusya û hin bi Emerîka re ji bona çareserkirina pirsgirêkên Surîye û siyaseta Rojhilata Naverast,  dibe asteng. Tirk bi helwestek "hun kê, kîjan pêkhateyî, netewî dikin çi bikin, divê tenê Kurd nebin xwedî tiştek"(!) Heta niha ev daxwaza Tirkîye, bi şîweyek eşkere nehatîye redkirin. Lê her bûye sebebê ku Kurdên Başûrê Rojavayê Kurdistan di civînên çareserkirina pirsa Sûrîye de bi şîveyek fermî cîh negirin. Di qada nevnetewî de dewleta ku giranîya xwe di vî warî de bikar tîne yek jê dewleta Tirkan e. Di vî warî de siyaseta Tirkîye a herêmê tenê bi yek qozê tê meşandin;

"Kurd divê serkevtî ji qeyrana Sûrîyê dernekevin."(!)

Li Başûrê Rojavayê Kurdistan, ji ber ku Kurd ne xwedî Program,  helwestek hevpar, netewî ne; destê Tirkîye li henber Emerîka û Sûrîye xurt kir. Lê ev nayê wê manê ku heta dawî wê bi vî rengî bimeşe. PYD/YPG tenê di asta leşkerî de serkevtî, lê di warê siyasî de pir armanc û bidestxistinên Kurdan binpê kir. Ev jî destê Tirkîye xurt dike. Kerta Tirkîye ya li henber bidestxistinên Kurd û Kurdistan li vî beşê Kurdistan, ji ber helwesta PYD/YPG xurt hatîye bikar anîn.

Tirkîye xwest ku li Efrîn operasyonê çêke, Rusya izin neda vê operasyonê jî. Lê ev helwesta Rusya li henber daxwaza tirkîye, ji parastina tevgera Kurd bêtir, divê wek parastina xaka devleta Sûye li henber Tirkîye bêt xwendin û ev dxwaz jî li gor xwestinên PYD reng digire.

Rusya heta demekê ev daxwaza tirkan ji xwe re kir despêka têkilîyê û  bikar anî. Li henber vê "kerta Kurd"(!) bêdeng ma. Ji hêla aborî û siyasî de di hinek hewlan de têkilîyê Rusya û Tirkîye bipêş de jî ketin. Ev têkilî, heta bazarkirina sîstema seroxên S-400 jî bipêş ket. Helbet her ku Tirkîye nêzî Rusya bû, ev ji Emerîka û NATO re serêşandin tanî. Lê Rusya, tenê heta niha bi pêveberdan (tawîz) a  "pirsgirêka Kurd û Kurdistan" re bû hevparê tirkîye di siyaseta çareserkirina pirsgirêkên Sûrîye de.

Em dibînin ku  bi amadekarîya civîna Soçî re re ev "kerta Kurd" carek din bû sebebê taloqkirina "civîna çareserkirina pirsgirêkên Surîye." Rusya di vîr de vê carê dîrekt ji Tirkîye re negot erê, lê ji bona îqnakirina Tirkîye hinek dem xwest û civîn taloq kir.

Bi raya min, şertên Tirkîye  ku li henber kurdan vê helwesta xwe di amadekirina van "civînên çareserkirina pirsgirêkên Surîye" de bimeşîne nemaye. Ji ber ku rewşa Tirkîye a aborî ketîye xeterîyê. Her ku diçe eflasyon û faîz bilind dibin. Li henber kura pila navdewletî dravên tirkîye her ku diçe qîmetê wenda dike. Tirkîye, hin li hundir û hin li derve deyndar dibe. Di siyaseta Rojhilata Naverast de her bipaşde gavan davêje. Di vî halî de mercên ku Tirkîye li henber Rusya di van civînan de "kerta dijrabertîya Kurdan"(!) bikar bîne hindik dibe.

Îhtîmalek pir mezin ewe ku wê Rusya di van rojên pêş de hemû terefên kurdan dawetî van "civînên çareserkirina pirsgirêkên Sûrîye" bike. Şertên Tirkîye ku bi Rusya re carek din "ji ber Kurdan" qeynanek  nû derxîne zeîf bûye an jî nemaye. Rewşa Rusya niha li henber Tirkî di astek bilind deye. Di, van dan û stendinên Rusya bi Tirkîye re di warê  "dijminatîya Tirkan li hinber kurdan" de, di siyaseta Sûrîye de, tirkîye her wunda kirîye û wê ev hîn jî zelal derkeve ber me.

Tirkîye hin ji Emerîka û hin ji Rusya yek tişt xwest; "bila PYD/YPG di lîsta terorê de cîh bigre!"(!) Ne Emerîka û ne jî Rusya ev xwestina Tirkîye nepejirand. Hin têkilîyên Emerîka û hin yên Rusya bi PYD/YPG re hene û herdû dewletan jî li henber xwestinên Tirkîye di asta leşkerî de PYD/YPG parastin. Ji ber ku di şerê li henber terorîstên DAÎŞ de Hin Rusya û hin jî Emerîka bi PYD/YPG re xebitîn û dixebitin.

Ev hevkarî di asta leşkerî de ye:

 Piştî bidawîanîna şerê li henber DAÎŞ, wê ev têkilî çawa bên meşandin, ne zelale. Ji ber ku Kurd di şerê li henber terorê de wek teref tên qebûlkirin, lê di asta bidestxistinên siyasî de wek teref nayên pejirandin, ev metirsîyek mezine. Sebeba vê metirsî û nezelalî jî; bi helwesta PYD/YPG, bi hêzên din yên Kurd û bi stratejîyek netewî ve girêdayî ye. PYD li ser esasên "parastina yekitîya Sûrîyek demokratîk"(!) tevdigere; ev helwest pêşî li destkevtinên netewî yên Kurd digire û hêzên netewî jihev perçe dike, pêşî li programek netewî digire û helwesta Kurdan a netewî û xwedî daxwaz ji holê radike.

Qahremanî û serkevtinên leşkerî bi serê xwe di siyasetê de ku peymanek siyasî bi xwe re neyne, bêbandorin.

Eger ev serkevtin bê stratejîyek netewî be û bi xwe re serkevtinên siyasî neyne, dibe sebebê wendakirinê jî. Niha li Başûrê Rojavayê Kurdistan ji ber helwesta PYD/YPG ev tehlûke heye.

Her ku dewleta Sûrîye di hinek herêman de bibandor dibe, hêzên YPG bipaş de gav davêjin. Ev jî îşareta ku helwesta sûrîye li henber Kurdan, di asta Tirkîye, Îran û İraq deye. Ev jî helwestek hevpar a tevgera Kurd, di astek kurdistanî de wek man û nemanê derdixe ber me. Di vî warî de mînaka Kerkuk û helwesta beşek ji YNK, di warê derxistina dersan de liber me ye.

18.11.2017

 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin