Juriyê ‘Klîba Herî Serketî ya Salê’ ya bi kurdî hilbijart

Juriyê ‘Klîba Herî Serketî ya Salê’ ya bi kurdî hilbijart

.

A+A-

Juriyek ku ji 20 kesî pêk dihat klîba bi kurdî ya herî serketî ya sala 2020’an hilbijart. Juriyê di nav 21 klîban de klîba Hunergeha Welat a bi navê “Nazê Nêrgiza Hewşê” wekî klîba herî serketî hilbijart.

4 EDÎTORAN JURÎ Û KLÎB DIYAR KIRIN

Me vê carê dest avêt xebateke nû: Hilbijartina Klîba Herî Serketî ya Salê. Ji bo vê 4 edîtorên Diyarnameyê xebitîn. Ji nav klîbên ku îsal hatibûn kişandin û li kanala Youtube hatibûn barkirin me neqandinek kir. Di encamê de bi temamî 21 klîb me neqandin. Ji bo dengdanê me 22 nav diyar kirin: Rojnameger, nivîskar, şanoger, sînemager, lêkolîner... Bi taybetî me nexwest kesê raste rast bi karê muzîkê re eleqedar in di nav endamên juriyê de cih bigirin; loma ji wê qadê me kes negirt nav lîsteyê. Ji van 22 kesan du kesan bi sedemên cuda nexwestin di nav de cih bigirin. Bi temamî man 20 endamên juriyê û wan deng dan. 

Ji çar edîtorên me yên di nav vê xebatê de cih girtin tenê didu jê ketin nav endamên juriyê. Ji endamên juriyê haya kesî jê tune bû endamên din kî ne û jixwe kesî nepirsî jî. Me ji bo hemûyan lîsteya klîbên neqandî şand û me xwest deng bidin klîbek.

“NAZÊ NÊRGIZA HEWŞÊ’ HAT HILBIJARTIN

Juriyê klîba Hunergeha Welat “Nazê Nêrgiza Hewşê” hilbijart. Ji 20 endamên juriyê 11 kesî deng da klîba “Nazê Nêrgiza Hewşê”.  Klîba "Nazê Nêrgiza Hewşê" roja 23'yê gulana 2020'an de li Youtube hatiye barkirin. Li ser hesabê fermî yê Hunergeha Welat heta niha 5 mîlyon û 100 hezar carî hatiye temaşekirin. Heman klîb li ser hesabê Med Music hatiye barkirin; li wir jî nêzî mîlyonek, bi tam temamî 845 hezar car hatiye temaşekirin. Û gelek hesabên din ev klîb li hesabên xwe bar kirine û li wan hesaban jî bi deh hezaran car hatiye temaşe û guhdarîkirin. Di dîroka muzîka kurdî de ev klîba pêşî ye ku di 6 meha de bi ser 6 mîlyon carî de tê temaşekirin.

Ji 21 klîbên ji nav lîsteyê klîba hunermend Rewşan Çelîker “Gulê” bi 5 dengan bû duyemîn. Klîba Xêro Ebas “Biçûkê Canê” 2 deng girtin. Ji bilî van tenê “Fincan” a Zelal Gokçe û “Xewna Giran” a Tara Mamedova jî karîn her yek dengek bigirin.

VAYE EW KLÎBA SERKETÎ:

ENDAMÊN JURIYÊ

Endamên juriyê yên ku deng dan ev bûn (li gor rêza alfabetîk hatine rêzkirin): 

Abdurrahman Gok (Rojnameger, MA)

Aram Dildar (Sînemager)

Bîlal Guldem (Rojnameger, MA)

Berfîn Zenderlioglu (Şanoger)

Berfîn Emektar (Şanoger)

Cemil Oguz (Rojnameger, Diyarname)

Ferîd Demîrel (Rojnameger, Bianet)

Gulgeş Deryaspî (Nivîskar)

Krîstîn Ozbey (Nivîskar, Diyarname)

İbrahim Halil Baran (Nivîskar, helbestvan, dîzaynkar)

Îbrahîm Bulak (Rojnameger, Yenî Ozgur Polîtîka)

Maşallah Dekak (Rojnameger, Rûdaw)

Mewlut Oguz (Rojnameger, Edîtorê Kovara Ziryabê)

Mutlu Çiviroglu (Rojnameger, Dengê Amerîka)

Rahmi Batur (Rojnameger, Nivîskar)

Rêbîn Ozmen (Edîtor)

Rûmet Med (Edîtorê Sînemaya Serbixwe)

Şengul Ogur (Nivîskar)

Zekî Ozmen (Sosyal Pedagog, Rojnameger, Diyarname)

Zeynep Yaş (Lêkolînera Muzîkê).

 

Diyarname

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin