John Bolton: “Bo îstîqrara Rojhilata Navîn divê Kurdistan serbixwe be”

John Bolton: “Bo îstîqrara Rojhilata Navîn divê Kurdistan serbixwe be”

.

A+A-

 

Nûnerê berê yê ewlekariya Amerîkaye John Bolton tevlî bernameya K24 ê bû û li ser hilbijartina Amerîkayê û rewşa Kurdistanê ji aliyê Amerîka de fikrên xwe beyan kir. Bolton li ser mijara desthilatiya Trump ya bo 4 salan, siyaseta wî ya li ser Rojhilata Navîn nirxand û biryarên Trumpî bi pirsgirêk şirove kir û got:

“Mînak; vekişandina Amerîkayê ji Sûriyê û Kurdan bi talûkeyê re rû bi rû hişt. Lê me bi hevre li hemberê İŞİD ê şer kir.”

Bolton got ku li Iraqê û Afxanistanê hewla vekişandina leşkerên Amerîkayê herêmê bi talûkeyan re rû bir û hişt û weha got:

“Ez bawer nakim ku Biden ji Trump baştir be. Divê di dema Kurd bikevin talûkê, kesekî ku layîqe serokatiya Amerîkayê be û divê mirov bawer be ku têkiliyên wî bi Kurdistanê re xurt be, divê xebatekî xurt ji aliyê kesên ku li Amerîkayê destekê didin Kurdan de, bêkirin.”

Bolton ragihand ku di hilbijartina sala 2016 an de Clington li pêş bû lê Trump qezenc kir. Niha, li gor anketan bo hilbijartina 3 yê mehê Biden li pêş xuya dike lê mirov nikare bêje dê kî qezenc bike.

Li ser mijara Halkbanka Tirkiyê Bolton got ku serokê Tirkiyê Recep Tayip Erdoağan gelek caran bi Trump re axifiye lê eger Biden qezenc bike, wê di mijara halkbankê de dorpêçan deyne. Eger Trump car din hilbijartinê qezenc bike, Bolton endîşe dike ku siyaset weka berê li herêmê dewam bike û weha dewam kir:

“Îran, vejandina İŞİD ê ji nû de, grûbên mîlîs, tevgerên Rûsya û Tirkiyê… Herêmeka tevlihev…Ne tenê vekişandina leşkerên Amerîkayê lê di dewra duyem ya Trump de, em ê bibînin ku siyaseta Amerîkayê li herêmê têkhere.”

Bolton ragihand ku di rêvebiriya Amerîkayê de gelek kes behsa rola Kurdan di têkçûna İŞİD ê de kiriye, artêşa Amerîkayê ji Kurda hez dike û dixwaze desteka xwe ya bo Kurda dewam dike. Bo Amerîka li Rojhilata Navîn xurt bibe, divê destekê bide hêzên ku bi redîkalîzmê re têdikoşin û John Bolton weha dewam dike:

“Min berê jî gelek caran got. Bo îstîqrara herêmê, divê Kurdistana serbixwe bê avakirin. Her çendîn li hemberê vê astengî û pirsgirêk hebin jî, eger siyaseta Amerîkayê di vê mijarê de zelal be, dikare zorê bide ser dewletên din. Niha siyaseta me zelal nîne. Ez ditirsim di dewra Biden de jî weha dewam bike. Eger wisa dewam bike, wê arîşe mezin bibin. Nûnerên Amerîkayê biryara Trumpî guhertin da leşker ji herêmê venekişin. Eger Trump car din bibe serokê Amerîkayê, wê ji Afxanistanê temamê leşkerên xwe vekişîne.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin