Joe Biden li Parlamena Kurdistanê: Ne tenê çiya dostê kurdan in

Joe Biden li Parlamena Kurdistanê: Ne tenê çiya dostê kurdan in

.

A+A-

Joe Biden, êdî 46emîn Serokê Amerîkayê yê hilbijartî ye. Berî 18 salan jî Senator û Serokê Komîteya Karên Derve ya Senatoya Amerîkayê bû. Di dawiya sala 2002an de hat Herêma Kurdistanê. Ew çend meh bûn kû rejîma Sedam Hiseynî hatibû têkbirin.  Hingê Biden hat Parlamentoya Kurdistanê û di civînê de got: "Em hatine vê derê da ku bêjin we, 'Ne tenê çiya dostê Kurdan in."

Biden di berdewamiya axaftina xwe de got: "Ji vê derê ve, hûn nîşanî hemû cîhanê didin ku dikarin paşerojeke demokratîk ji bo gelê xwe ava bikin. Di dirêjahiya dîrokê de hûn ketine navbera dagirkeriya împaratoriyên tirk, fars û ereb. Di dawîya Cenga Cîhan ya Yekem de çarenivîsa we ket destê dewletên zilhêz û welatek bi navê Iraqê dirust kirin. Em hatine vê derê ku qebûl bikin ku we gelekî êş û azar dîtine. Ne demeke dûr e ku jin, zarok, kal û xortên we bûn armanca kîmyabaran, Enfal, jenosîdên Seddam Hûseynî."

Biden di gotarekê de got: "Êş û azarên Kurdan gelek bandor li ser Amerîkiyan kiriye û ez rêz li êşa we digirim. Ez bawer im dê pêşeroja we, ji rabirdûya we pir baştir be.”

Ev senatorê berî 18 salan dostê nêzîk ê kurdan di hilbijartinên Serokatiya Amerîkayê de bi ser ket û bû 46emîn Serokê Amerîkayê.

Her bi ragihandina serkeftina Joe Biden re, Serok Barzanî pîrozbayî lê kir û got: "Bi germî pîrozbayî li dostê xwe serokê hilbijartî Joe Biden dikim.  Ez hêvî dikim ku dinyaya azad di bin serokatiya we de hê zêdetir bi aramî û serkeftinê şad bibe."

Biden çend caran weke Senator û Cîgirê Serokê Berê yê Amerîkayê, serdana Kurdistanê kiriye. Çavê kurdan jî li wê ye ku wek Serokê nû yê Amerîka dîsa were Kurdistanê û kurd pêşwaziyê lê bikin.

Her wiha siyasetmedarên kurd, pispor û dostekurd dibêjin: Rast e Biden doza kurd baş dizane; lê belê Amerîka welatekî bi sîstem e û divê kurd di vê demê de hemû karên xwe baş û bikêr pêk bînin. Da ku bikarin bi riya lobiyeke xurt xwe bigihînin armanca xwe. Bi vî rengî ji bo berjewendiyên Kurdistanê qeneetê ji bo Kongre, senato û rêveberan çêbikin.

K24

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin