Jineke Kurd li Efrînê ji aliyê komên çekdar ve hat revandin

Jineke Kurd li Efrînê ji aliyê komên çekdar ve hat revandin

.

A+A-

Jineke Kurd bi navê Kurdistan Mihemed Berekat ji aliyê Milîsên “Feyleq El-Şam” ên girêdayî Tirkî û Ixwan Mislimîn, roja Şemiyê, ji mala wê ya li gundê Fafirtînê ya navçeya Şêrawa hat revandin.

Li gor Afrînpostê, komên çekdar jina Kurd birin navenda xwe ya li gundê Basûfanê û heta niha nayê zanîn ku bi çi tawanê hatiye revandin.

Zanyarî diyar dikin, dewriyeyek ji milîsan bi serkêşiya bi navê “Hemûd Subhî El-Cer” dema ku hevjînê wê ne li malê bû, girtin ser mala jina Kurd û ew revandin. Hevjînê wê bi her awayî hewl dide ku jina xwe ji destê milîsan rizgar bike, lê milîs gefa mirinê li wî dixwin.

Herwiha hatiye destnîşankirin, welatiya hatiye revandin Kurdistan Mihemed, demek beriya niha ji aliyê koma bi navê “Ebû Zeyd” hatibû revandin, lê belê li ser soza hevjînê wê ku wê jina xwe derbasî herêmên din ên bakur û rojhilatê Sûrî neke, hat berdan.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin