'Ji ber ku aliyê Amerîka ne amade ye civînên ENKS û PYNKê rawestiyane'

'Ji ber ku aliyê Amerîka ne amade ye civînên ENKS û PYNKê rawestiyane'

.

A+A-

Endama Şanda Partiyên Yekîtiya Niştîmaniya Kurd (PYNK) ya bo danûstandinên ligel Encûmena Niştîmaniya Kurd li Sûrîyê (ENKS) Asya Ebdullah got, ji ber ku aliyê sêyem Amerîka ji bo civînan ne amade ye, navber ketiye civînan danûstandinan, lê wê rojên pêş danûstandinên wan berdewam bikin.

Asya Ebdullah ji Rûdawê re daye xuyakirin, ew berdewamiya danûstandinên ENKSê û PYNKê girîng dibînin û  diyar kir, rawestîna niha ya danûstandinan demkî ye û ne bi biryara herdu aliyan e, lê ji ber wê yekê ye ku aliyê garantor Amerîka ye û ji bo civînan ne amade ye, lê belê wê di dema bê de danûstandinên wan berdewam bikin.

Berpirsa PYDê herwiha diyar kir: “Li ser beşa Lêvegera Kurdî, ji bo ku lêvegereke Kurdî ava bibe, nîqaşên wê temam bûne, hem li ser prensîpên Lêvegera Kurdî û armancên wê û dê çawan kar bike, li ser kîjan mijaran dê kar bike, li ser van mijaran gelek civînên hevbeş hatin lidarxistin bi amadebûna HSD û şandeya Amerîkî, nûneratiya karûbarê derve ya Amerîkî, ew beş me bi dawî kiriye. Li ser beşa Rêveberiya Xweser jî hinek nirxandin çê bûn, a niha em gihîştine merheleyekê ku êdî beşa Rêveberiya Xweser jî temam bibe.”

Asya Ebdullah got: “Dema ku beşa Ewlekariyê jî temam bibe, wê demê em dikarin bêjin îtîfaqa di navbera ENKS û PYNK de bi dawî dibe, wê demê jî wê ji raya giştî re bê eşkerekirin.”

Asya Ebdullah da xuyakirin, ew di vê baweriyê de ne rêkeftina di navbera ENKS û PYNKê di wê qonaxa niha de, hem ji bo Rojavayê Kurdistanê û hem ji bo tevahiya gelê Kurdistanê girîng e.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin