Ji ber cûreyek nû ya Korona li Brîtanyayê belav dibe hin welatên Ewropî tedbîrên nû distînin   

Ji ber cûreyek nû ya Korona li Brîtanyayê belav dibe hin welatên Ewropî tedbîrên nû distînin  

.

A+A-

Ji ber derketina cûreyek nû yê vîrusa Korona ku bi lez li Brîtanyayê belav dibe, hin welatên Ewropî, Yekşemê tedbîrên nû distînin ji bo geştên çûn û hatinê.

Li gor zanyariyan, pêşî Belçîka biryara rawestandina geştên trên û asmanî da, herwiha Holanda jî geştên xwe paş xist.

Îtalya jî dibêje, pêngavên pêdivî yên tedbîr standinê biavêje, weke berpirsekî Wezareta Tendirustiya Almanya ragihandî, Almanya jî dibe tedbîran bistîne ji bo geştên ji Britanya û Afrîqa Başûr ku li wê derê jî cûreyek nû yê vîrusa Korona hatiye dîtin.

Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson û zanyar roja Şemiyê ragihandbûn ku ji ber derketina cûreyek nû ya vîrusa Korona, nexweşî zêdetir belav bûye. Hikûmeta Brîtanî tedbîrên taybet bo COVID-19 li London û dewrûberên wê standiye û herwiha bo pîrozbahiyên cejna Krîsmasê, ku bi milyonan kesan plan kirine.

Serokwezîrê Belcîka Alexander de Croo daye zanîn, wî biryara rawestindan hemî geştan ji Brîtanya kirîye bo maweyê 24 demjimêran. Herwiha Serokwezîr têkilî bi Fransa re jî daniye ji bo derbasbûna di rêyên bejahî de jî ku bi erebe û otombîlan, kesek ji Brîtanya nekeve nav axa wan welatan.

Wezîrê Derve yê Îtalya jî Luigi di Maio plana qedexeya hatin û çûna geştên ji Brîtanya ragihandîye û gotiye: "Tiştê herî girîng, parastina Îtalya û welatiyan e".

Hikûmeta Holandî jî biryar daye û diyar kiriye, geştên asmanî ji Yekşemê rawestîne û dê heta 1ê meha Kanûna Duya ya 2021ê dom bike, herwiha ji bo geştên bi rêyên din jî, dê tedbîr bên standin. Hikûmeta Holandî got, dema karekî we yê giring tunebe "seferê nekin".

Almanya xwest do şev hemû geştên asmanî heta 6ê meha Kanûna Duyê bo Brîtanya rawestîne, ev yek ji rojnama Bild ji zarê berpirsên dewletê daye ragihandin. Hikûmeta Serokwezîr Angela Merkel dê di demekî roja Yekşemê de, dengî li ser rêûresmekê bide ku ji aliyê Wezareta Tendirustiyê ve hatiye amadekirin bo danûstandin û tedbîr standin û hevkariya welatên Yekîtiya Ewropa li hember derketina cûreyek nû ya vîrusa Korona dê telefona serokê Fransa Emmanuel Macron jî bike, lê deng li ser vê pirsê ji serokatiya Hikûmeta Almaniya derneketiye.

Herwiha li gor Wezareta Tendirustiyê ya Nemsa (Austurya) jî plan dike, geştên esmanî yên çûn û hatina Brîtanya rawestîne.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin