Jan Dost li Stockholmê bahsa xweşî û reşîya Kobanî kir

Jan Dost li Stockholmê bahsa xweşî û reşîya Kobanî kir

Jan, di romana xwe de de qala him xewşî him jî reşîya Kobanî û êş û jana wê kirîye; bahsa hêza ku ewleyîya Kobanî dike û kiryarên wan kirîye.

A+A-

Îro(9.09.2017) li Stockolmê li Kitêbxaneya Kurdî nivîskarê ji Kobanîyê Jan Dost bahsa romana xwe ya “Kobanî” kir; bahsa wê yekê kir ku çima û çawa raman ber wî peyde bûye romanêkê li ser taxa xwe ya ”Seyda” ya Kobanî binivsîne û lê bûyerên ku di van salên dawîyê de li Kobanî rû daye û bajarê Kobanî bûye sembola berxwedanê ya şerê li dijî DAÎŞê fikra wî guherandîye û bi navê “Kobanî” roman nivîsandîye.

Wî bahsa wê yekê kir ku di redaktekirina romanê de hin guhartin hatine kirin ku ew neberpirsê wê ye.

Jan Dost bi xwe ew 18 sal in li Almanyayê dijî.

Civîn bi pirs û bersiva dom kir.

Jan, di romana xwe de de qala him xewşî him jî reşîya Kobanî û êş û jana wê kirîye; bahsa hêza ku ewleyîya Kobanî dike û kiryarên wan kirîye. Ji ber ku nexwestîye eşîrên Kobanî bi nav bike; ew lehengê xwe ji yekî muhacir hilbijartîye. Malbata wî bi xwe jî li bajarê Kobanî wek muhacir dihê hesibandin li gel ku ew di sala 1956ê de ji Amûdê çûne Kobanîyê jî.

Lehengê ”Kobanî” yekî mahcir e; Hemizrav e. Hec Mislim bavê wî, Hemzirav digel dayîka xwe û du xuşkên xwe di 16 saliya xwe de ji Qersê, je sedema şerê osmaniyan û rusan qoçberî Elezîzê dibe

Paşê Hemzirav tevlî serhildana Şêx Saîd dibe, ji sedema serhildanê dayîk û xuşkên xwe jî di şûn de dihêlê qoçberî Kobanî dibe, jiyana wî pir trajîk e, dêya xwe xuşkên xwe êdî qet nabîne

Hec Muslim bixwe çar jinan tîne; jineyeka wî birayê wê di şerê ereban û îsralîyan de hatiye kuştin, jinek dî jî mêrê wê yê berê her cardî di şerê ereban û îsrîliyan de tê kuştin, jina wî ya ji Bingolê jî mêrê wê yê kevin di şerê tirkan û Yunaniyan yê Qibrisê de hatiye kuştin, kurek yê wî Mistafa di leşkeriya Suriye de hatiye kuştin, keçikek ya wî ya 14 salî jî şehîda Kobanîyê ye, lawekê wî Metîn hêj di temenê biçûk de gerîlla ye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin