Îro Kurdistan pêşwaziya cenazeyê Dr. Necmedîn Kerîm dike

Îro Kurdistan pêşwaziya cenazeyê Dr. Necmedîn Kerîm dike

.

A+A-

Biryar e îro bi dema Hewlêrê di demjimêr 16:00ê de, cenazeyê Dr. Necmedîn Kerîm bigihîje Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê û bi merasîmekê pêşwaziya cenazeyê wî were kirin.

Dr. Necmedîn Kerîm tevî jiyana zanistî û xizmetên wî yên di warê bijîşkî de, di siyasetê de weke çalakvanekî xwebexş li Amerîkayê çendîn xizmet pêşkêşî neteweya xwe kiriye.

Ji aliyê siyasî ve, di dema destbikarkirina weke Parêzgarê Kerkûkê de, xizmeteke berçav a jiyana siyasî û civakî û avakirina Kerkûkê kir û biryar da Ala Kurdistanê li ser saziyên fermî yên Kerkûkê were bilindkirin.

Dr. Necmedîn Kerîm roja 30ê Cotmeha 2020an li nexweşxaneyeke eyaleta Maryland a Amerîkayê di temenê xwe yê 71 salî de koça dawî kir.

Şevê din (bi dema Hewlêrê), cenazeyê wî ji Amerîkayê ber bi Hewlêrê, bi merasîmek hat birêkirin.

Bi dehan çalakvan û rewenda Kurdî li Amerîkayê ji bo oxirkirina Dr. Necmedîn Kerîm civiyan.

kerimm.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin