Îro cenazeyê Baba Şêx bi merasîmekê tê veşartin

Îro cenazeyê Baba Şêx bi merasîmekê tê veşartin

Îro cenazeyê Baba Şêx bi merasîmekê tê veşartin

A+A-

Îro înê 2yê Cotmeha 2020an cenazeyê Şêx Xirto Hacî Îsmaîl ku bi navê Baba Şêxê Êzidiyan tê nasîn, bi merasîmek li bajarokê Şêxanê dê were veşartin.

Baba Şêx endamê Encûmena Rûhanî ya Êzidiyan bû û serperiştyariya karûbarên olî yên Êzidiyan dikir û malbata "Şêx Fexredînê Kurdî yê Edê" ye û şevê din, ji ber nexweşiya gurçikê, li nexweşxaneyeke bajarê Hewlêrê koça dawî kir.

Ji aliyê olî ve, Baba Şêx, xwedî desthilata herî bilind a ola Êzidîtiyê bû. Ji sala 1995an ve Serokê Encûmena Rûhanî ya Êzidiyan bû û Serperiştyariya Perestgeha Lalişê dikir.

Piştî wefata Mîrê Êzidiyan Mîr Tehsîn Beg guhertin di postê Baba Şêx de hatibû kirin û Mîr Hazim Beg kurê Mîr Tehsîn Beg her du desthilatên dinyayî û olî yên Êzidiyan girte dest û ligel mîrektiya Êzidiyan, bû Serokê Encûmena Bilind a Rûhanî ya Ola Êzidiyan û Baba Şêx jî weke endamê encûmenê û rêberê olî yê Êzidiyan mabû.

Çend roj berê Baba Şêx li Duhokê bo nexweşxaneyekê hatibû veguhestin û di çavdêriya hûr de bû, piştre bo bajarê Hewlêrê hat veguhestin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin