Îranê sizaya îdamê da girtiyekî siyasî yê Kurd

Îranê sizaya îdamê da girtiyekî siyasî yê Kurd

Dadgeha Îranê li bajarê Ûrmiye ya Rojhilatê Kurdistanê, sizaya îdamê da girtiyekî siyasî yê Kurd.

A+A-

Li gor malpera Mafên Mirova ya Hengawê ragihand, dadgeha bajarê Ûrmiyê, sizaya îdamê da girtiyê Kurd Şakir Bêhrûzî.

Li gorî agahiyan, ew girtiyê Kurd, bi tohmeta endamtî di Partiya Komele ya Rojhilatê Kurdistanê de kiriye û yek ji Supaya Pasdaran kuştiye bi îdamê hatiye mehkûmkirin.

Herwiha tê gotin, Şakir Bêhrûzî, ku xelkê nahiya Dizê ya devera Mirgever ya Ûrmiyê ye, endamê PDKÎ bûye, ne endamê Komele. 7 mehan di nav PDKÎ de maye, paşê çûye teslîmî hikûmetê bûye lê piştî demek kurt hatiye girtin û ew tohmet arasteyî wî hatine kirin.

Ew pasdarê hatiye kuştin jî, ji aliyê hêza bi navê “Teyrên Zagrosê” ve û sala 2018 hatiye kuştin. Navê wî jî Mamil Mihehedî ye.

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin