Îran destûra çapkirina pirtûkên Kurdî bi latînî nade

Îran destûra çapkirina pirtûkên Kurdî bi latînî nade

Latînî nikare xizmetê ji hikûmeta Îranê re bike ji ber wê rê nadin ku pirtûkên bi wî şêwazî bêne çapkirin.

A+A-

Li parêzgeha Xorasana Bakur navenda çap û weşanê ya bi navê "Emo Elewî" ku pirtûk û berhemên kurdî çap dike hate girtin. Nivîskarekê Kurd ê bi navê Ebas Îsmaîlî ji bo şaxa Wezareta ÎstÎxbaratê ya wê parêzgehê hatiye bangkirin û rê nedane ku pirtûka wî ya bi zimanê kurdî bê çapkirin.

Li gorî berpirsên Îstîxbarata Îranê rênivîsa latînî nikare xizmetê ji hikûmeta Îranê re bike ji ber wê rê nadin ku pirtûkên bi wî şêwazî bêne çapkirin.

Wekî tê zanîn li herêma Xorasana Îranê bi taybetî li Xorasana Bakur hejmarekê zêde ya kurdan hene ku bi zaraveya Kurdiya "Kurmancî" daxivin û ji ber wê piraniya nivîsên wan bi alfabêya latîn e. sputnik

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin