Hikûmeta Kurdistanê li ser yasaya deynkirinê bi fermî bersiva Iraqê da

Hikûmeta Kurdistanê li ser yasaya deynkirinê bi fermî bersiva Iraqê da

.

A+A-

Wezîrê Darayî yê Kurdistanê Awat şêx Cenab regihand ku wan bi fermî bersiva hikûmeta Iraqê daye û amadehiya xwe ji bo rêkeftinê nîşan daye.

Wezîrê darayî yê Kurdistanê û serokê şanda hikûmetê ya ku çend roj berê serdana Bexdayê kiribû, Awat şêx Cenab di civîneke rojnamevanî de got; “Dohî 7ê Kanûnê wezareta darayî ya Iraqê li ser qanûna deynkirinê nameyek ji me re şand. Me jî bersiva wê da û me ji wan re got ku em amade ne naveroka wê nameyê bicih bînin.”

Awat şêx Cenab diyar kir, roja 26ê Mijdara îsal serokê hikûmeta Kurdistanê nameyek ji hikûmeta Iraqê re şandibû û amadehiya hikûmeta Kurdistanê ji bo rêkeftina ligel Bexdayê anîbû ziman.

Serokê şanda hikûmetê da zanîn, hikûmeta Kurdistanê amade ye hemû bendên Destûra Iraqê û qanûnên ku ji aliyê parlementoya Iraqê ve hatine derxistin û pesendkirin, bicih bîne.

Awat Şêx Cenab bibîr xist ku niha top li meydana hikûmet û parlementoya Iraqê ye û got, ji ber wê jî em daxwaz ji wan dikin ew jî erkên xwe bicih bînin.

Di yasaya deynkirinê de  ku bêyî dengên kurdan ji aliyê parlementoya Iraqê ve hatibû pesendkirin, tê gotin ku heta hikûmeta Kurdistanê nefta Kurdistanê û beşek ji dahata deriyên sînorî nede hikûmeta Iraqê, Bexda ti bûdceyekê nade Hewlêrê.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin