Hêza Rûsî ji ber berteka xelkê ji Eyn Dîwarê vekişiya

Hêza Rûsî ji ber berteka xelkê ji Eyn Dîwarê vekişiya

Hêza Rûsî ji ber berteka xelkê ji Eyn Dîwarê vekişiya

A+A-

 

Xelkê herêma Eyn Dîwara Rojavayê Kurdistanê rê nedan hêza Rûsyayê derbasî navçeya wan bibe û ew neçar kirin vegere.

Peyamnêrê Rûdawê li Qamişlo Muhend Îbrahîm ragihand ku êvariya îro Yekşemê 11ê Cotmeha 2020an hêza Rûsî xwest derbasî herêma Eyn Dîwar a ser bi Dêrikê ve bibe, lê xelkê navçeyê rê li ber wê hêza Rûsî girt.

Peyamnêrê me da zanîn ku xelkê Eyn Dîwera rojavayê Kurdistanê rê nedan hêza Rûsî debrasî navçeya wan bibe û ew naçar kirin vegerin cihê xwe.

Îro çend demjimêran hêza Rûsî li ser rêya Eyn Dîwarê li Dêrka rojavayê Kurdistanê rawestiya bû xelkê navçeyê ne dihiştin ew hêz xwe bigihîne ser sînorê Bakurê Kurdistanê.

Helîkopterên Rûsya jî li asmanê navçeyê geriyan, di dawiyê de îşev hêza Rûsî tevî zirxî û otombêlên xwe yên leşkerî vekişiyan.

Welatî bi hatina hêza Rûsî dilgiran bûn û got, navçeya wan aram e û pêwîstiya wan bi hatina ti hêzeke din nîne.

Piştî êrîşa 9ê Cotmeha 2019an a Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê, hêzên Rûsyayê piştî rêkevtina li gel Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), bo yekemîn car derbasî Rojavayê Kurdistanê û navçeyên di bin kontrola Rêveberiya Xweser de bûn.

Hêzên Rûsya bi piranî li Balafirxaneya Qamişloyê, Til Temir û Kobanî bicih bûne.

Rûsyayê binkeyeke mezin a serbazî li nav Balafirxaneya Qamişloyê vekiriye û bi dehan wesayit û otomobîlên zirhî tevî hejmarek helîkopterên cengî li wê balafirxaneyê bicih kiriye.

Tevî wê yekê hêzên Rûsî li herêmê dest bi dewriyeyan jî dikin.

Ji bilî hêzên Rûsyayê, hêzên Amerîkayê jî li Rojavayê Kurdistanê hene, ku heta niha çend caran di rê de alozî di navbera wan de çê bûye.

Pêştir hêzên Rûsyayê çend caran çûbûne gundê Dib el Qisrê ku dikeve gundewarê Dêrikê û xwestibûn li wî gundî binkeyeke serbazî vekin, lê rastî nerazîbûn û xwepêşandanên xelkê gund hatibûn, lewma ji gund derketibûn û ti binke jî li wî gundî ava nekiribûn.

Rudaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin