Hevpeymaniya Navdewletî: HSD wek hevbeşê me yê serekî dimîne

Hevpeymaniya Navdewletî: HSD wek hevbeşê me yê serekî dimîne

Hevpeymaniya Navdewletî: HSD wek hevbeşê me yê serekî dimîne

A+A-

Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî DAIŞê ragihand, balafirên hevpeymaniyê bingehên DAIŞê li Badiya ya Sûriyê bombebaran kirin û tekez jî kir, ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) weke hevbeşê serekî yê Hevpeymaniyê di têkoşîna li dijî DAIŞê de dimîne.

Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî DAIŞê di daxuyaniyekê de ku bi sê zimanên Îngilîzî, Erebî û Kurdî belav kiriye, ragihandiye ku wan êrîşeke nû ya esmanî li dijî pêgehên DAIŞê di nav axa Sûriyê de pêk aniye.

Di daxuyaniyê de ku ji aliyê Berdevkê Operasyona Çareseriyê ya Xwerû, Colonel Wayne Marotto ve hatiye belavkirin, tê gotin ku “Hêzên Koalisyonê di destê sibeya 4ê Cotmehê de, li herêma Badiyah Sûriyê rêze-êrian li ser wargehên DAIŞê pêk anîn. Herêma Badiyah wek hêlîna terorîstên DAIŞê tê zanîn û li wir gelek çekdarên DAIŞê hene.”

Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî DAIŞê, amaje bi “rewşa ne zelal û tevlihev a Sûriyê” dike û dibêje, “terorîstên DAIŞê li deverên wek Badiyah û derdorên wê pêşve diçin. DAIŞ van deverên wêrankirî weke qadên şer bi kar tîne da ku çekdarên xwe perwerde bike û êrişên xwe yên terorîstî li seranserê herêmê û deerveyî welêt amade bike. ”  

Hevpeymaniya Navdewletî tekezî li ser berdewamiya hevbeşiya li gel Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di şerê li dijî DAIŞê de dike û tekez dike, “HSD li Sûriyê li dijî DAIŞê hêza herî bibandor e û bi Koalîsyonê re hevkar e. Em bi zexta xwe ya bêdawî, ji terorîstên DAIŞê re cihekî ewle nahêlin ku xwe veşêrin. Bi operasyonên yekalî, operasyonên hevpar û piştgiriya hewayî ya Koalîsyonê, em dê bêermahiyên tora wan terorîstan ji holê rakin.”

Di beşeke din a daxuyaniyê de tê gotin, “Koalîsyon û hevkarên me, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ji bo herêmeke ewledar dê dev ji redkirina terorîstan bernedin.”

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin