Herêma Kurdistanê- 23 kesên din bi Koronayê mirine

Herêma Kurdistanê- 23 kesên din bi Koronayê mirine

Wezareta Tendirustiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê heyama 24 saetên dawî yên nexweşiya Koronayê de daxuyaniyek belav kir û di wê daxuyaniyê de da zanîn 23 kesên din bi Koronayê mirine û 609 kesên din jî bi nexweşiya vîrusa Koronayê ketine.

A+A-

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 609 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku jê 267 kes li Hewlêrê, 89 kes li Silêmaniyê, 21 kes li Germiyanê, 204 kes li Duhokê û 28 kes li Helebceyê ne.

Herwiha ragihand; 23 kesan ji ber vîrûsa koronayê canê xwe ji dest dane, ji wan 9 kes li Hewlêrê, 4 kes li Silêmaniyê, kesek li Germiyanê, kesek li Raperînê û 8 kes li Duhokê.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 409 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku jê 228 kes li Hewlêrê, 27 kes li Silêmaniyê, 29 kes li Germiyanê, 103 kes li Duhokê û 22 kes li Helebceyê ne.

Amarên giştî:

Pêketin: 30535

Mirin: 1148

Başbûn: 19378

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin