Hejmara welatiyên Tirkiyeyê yên diçin Ewropayê zêdetir bûye

Hejmara welatiyên Tirkiyeyê yên diçin Ewropayê zêdetir bûye

.

A+A-

Daîreya Penabertiyê ya Yekitiya Ewropayê ragihand ku serlêdanên penabertiyê yên welatiyên Tirkiyeyê meha Gulana 2023yan li gor par zêde bûne û gihiştiye 5 hezar û 400 kesan.

Daîreya Penabertiyê ya Yekitiya Ewropayê (EUAA), amarên penaberan ên 6 mehên destpêkê yên sala 2023yan eşkere kirin.

6 mehên destpêkê yên îsal bi giştî 519 hezar kesan ji bo penabertiyê serî li 27 welatên Yekitiya Ewropayê, Swîsre û Norvecê daye.

Hejmara serlêdanan li gor heman mehên par ji sedî 28 zêde bûye. Tê pêşbînîkirin heta dawiya salê hejmara penaberan milyonekê derbas bike.

Sala 2023yan herî zêde welatiyên Sûriye, Efxanistan, Venezuela, Tirkiye, Kolombiya, Bangladeş û Pakistanê daxwaza penabertiyê kiriye.

66 hezar û 615 welatiyên Sûriyeyê û 55 hezar û 21 welatiyên Efxanistanê ji welatên Ewropayê daxwaza penabertiyê kiriye.

Bi giştî ji sedî 41ê daxwazên penabertiyê hatine qebûlkirin.

Ji Tirkiyeyê serlêdan zêde bûne

6 mehên destpêkê yên 2023an de 34 hezar û 25 welatiyên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji welatên Ewropayê daxwaza penabertiyê kirine ku dike ji sedî 7ê tevahiya serlêdanan.

Zêdeyî ji sedî 50ê serlêdanan li Almanyayê hatine tomarkirin.

Meha Gulanê 5 hezar û 400 welatiyên Tirkiyeyê li Ewropayê daxwaza penabertiyê kirine ku ev hejmar li gor heman meha sala par 2/3 (2 li ser 3) zêde bûye.

Herwiha meha Gulanê tenê ji sedî 27ê daxwazên penabertiyê yên welatiyên Tirkiyeyê hatine qebûlkirin.

Par heman mehê ji sedî 41ê daxwazên penabertiyê hatibûn qebûlkirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin