Hejmara Pêketîyên Vîrusa Korona 43 Mîlyon Derbaz Kir

Hejmara Pêketîyên Vîrusa Korona 43 Mîlyon Derbaz Kir

Hejmara Pêketîyên Vîrusa Korona 43 Mîlyon Derbaz Kir

A+A-

Hejmara pêketîyên vîrusa korona 43 mîlyon derbaz kir. Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li seranserê cîhanê 43,038,798 kes bi vîrusa korona ketine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye tespît kirin ku li wî welatî hejmara pêketîyan pirtir ji 8,6 mîlyon e. Li dû Amerîka, bi 7,9 mîlyon pêketîyan Hîndistan, li dû wê jî bi 5,3 mîlyon pêketîyan Brezîlya tê.

Jiber vîrusa korona li seranserê cîhanê 1,154,242 kesan jîyanên xwe ji dest dane. Amerîka bi 225,230 mirinên ji vîrusa korona di rêza pêş de ye û li dû wê bi 157,134 mirinan Brezîlya heye.

Ew vîrus di Berfanbara borî de li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû. Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê 91,151 kes bi vîrusa korona ketine û 4739 bi wê mirine.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin