Hejmara Pêketîyên Vîrusa Korona 36 Mîlyon Derbaz Kir

Hejmara Pêketîyên Vîrusa Korona 36 Mîlyon Derbaz Kir

Hejmara Pêketîyên Vîrusa Korona 36 Mîlyon Derbaz Kir

A+A-

Hejmara pêketîyên vîrusa korona 36 mîlyon derbaz kir. Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li seranserê cîhanê 36,077,017 kes bi vîrusa korona ketine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye tespît kirin ku li wî welatî hejmara pêketîyan pirtir ji 7,5 mîlyon e. Li dû Amerîka bi 6,7 mîlyon pêketîyan Hîndistan, li dû wê jî bi pirtir ji 5 mîlyonn pêketîyan Brezîlya tê.

Jiber vîrusa korona li temamê cîhanê 1,054,712 kesan jîyanên xwe ji dest dane.

Amerîka bi pirtir ji 211 mirinên ji vîrusa korona li cîhanê di rêza di pêş de ye û li dû wê bi 148,228 mirinan Brezîlya heye.

Ew vîrus di meha Berfanbarê de li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû.

Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê pirtir ji 90 hezar kes bi vîrusa korona ketine û 4739 kes bi wê mirine.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin