Hejmara Pêketîyên Vîrusa Korona 28 Mîlyon Derbaz Kir

Hejmara Pêketîyên Vîrusa Korona 28 Mîlyon Derbaz Kir

Hejmara kesên bi vîrusa korona ketine 28 mîlyon derbaz kir.

A+A-


Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li seransê cîhanê 28,174,590 kes bi vîrusa korona ketine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye tespît kirin ku li wî welatî hejmara pêketîyan bi qasî 6,4 mîlyon e. Li dû Amerîka, bi 4,5 mîlyon pêketîyan Hîndistan, li dû wê jî bi 4,2 mîlyon pêketîyan Brezîlya tê.

Jiber vîrusa korona li temamê cîhanê 909,679 kesan jîyanên xwe ji dest dane. Amerîka bi 191,791 mirinên ji vîrusa korona li cîhanê di rêza pêşî de ye û li dû wê bi 129,522 mirinan Brezîlya heye.

Ew vîrus di meha Berfanbarê de li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû. Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê pirtir ji 90 hezar kes bi vîrusa korona ketine û 4,733 kes bi wê jîyanên xwe ji dest dane.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin