Hejmara Mirinên ji Vîrusa Korona 900 Hezar Derbaz Kir

Hejmara Mirinên ji Vîrusa Korona 900 Hezar Derbaz Kir

Hejmara mirinên ji vîrusa korona 900 hezar derbaz kir. Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li seranserê cîhanê 903,967 kesan jiber vîrusa korona jîyanên xwe ji dest dane.

A+A-

Hejmara mirinên ji vîrusa korona 900 hezar derbaz kir. Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li seranserê cîhanê 903,967 kesan jiber vîrusa korona jîyanên xwe ji dest dane.


Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye tespît kirin ku li wî welatî hejmara mirinên ji vîrusa korona pirtir ji 190 hezar e. Li dû Amerîka, bi 128,539 mirinan Brezîlya, li dû wê jî bi 75,062 mirinan Hîndistan tê.


Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li temamê cîhanê bi qasî 28 mîlyon kes bi vîrusa korona ketine.


Amerîka bi 6,3 mîlyon pêketîyan, Hîndistan bi 4,4 mîlyon pêketîyan û Brezîlya jî bi 4,1 mîlyon pêketîyan li cîhanê li rêzên pêş in.


Vîrusa korona di meha Berfanbarê de li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû. Li Çînê heta niha pirtir ji 90 hezar bi vîrusa korona ketine û bi qsasî 5 hezar kes bi wê mirine.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin