Hakan Fîdan li ser serdana Erdogan a Hewlêrê peyamên girîng dan

Hakan Fîdan li ser serdana Erdogan a Hewlêrê peyamên girîng dan

.

A+A-

 Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê ragihand serdana Serokkomarê Tirkiyeyê ya Hewlêrê di pêwendiyên Îraq û Tirkiyeyê de xwedî girîngiyeke dîrokî ye.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan li Enqereyê bi Wezîrê Karên Derve yê Zelandaya Nû Winston Peters re civiya.

Wezîrên karên derve yên her du welatan piştî civînê daxuyaniyeke hevbeş dan çapemeniyê.

Hakan Fîdan bersiva pirseke li ser serdana 22yê mehê ya Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan a Hewlêr û Bexdayê da.

Fîdan ragihand ku Erdogan di serdanê de peyama xwe ya piştevaniya ji bo Herêma Kurdistanê dubare kir û got ku pêwendiyên cîrantî û dostayetiyê yên ligel Hewlêrê gelekî girîng in.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê ragihand serdana Erdogan a Hewlêrê di pêwendiyên Tirkiye û Îraqê de xwedî girîngiyek dîrokî ne:

“Di serdana Hewlêrê de Serokkomarê me peyama xwe ya piştevaniyê ya ji bo Rêveberiya Herêmî dubare kiriye. Pêwendiyên me yên dostanî û cîrantiyê yên bi wê derê re jî gelek girîng in.

Di heman demê de Serokkomarê me girîngiyê dide wê yekê ku pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de ber bi başiyê ve biçin.

Başbûna pêwendiyên di navbera van her du bajaran de, li paytexta federal başbûna pêwendiyên  Rêveberiya Herêmî hem ji bo aramiya welêt û hem jî bo ewlehiya herêmê girîng e.”

Hakan Fîdan ragihand di serdana Erdogan a Bexdayê de jî di warên cuda de 26 peyman hatine îmzekirin û anî ziman:

“Ji niha û pê ve hem di rûbirûbûna terorê de hem jî bi projeyên berçav ên wekî Rêya Bipêşketinê de em dê pêwendiyên her du welatan ber bi pêş ve bibin.”

“Xebateke sîstmetatîk û pir zêde hatibû kirin”

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan herwiha got:

“Serdana Bexda û Hewlêrê ya Serokkomarê me Erdogan ku 22yê Nîsanê pêk anî bi rastî jî ji bo pêwendiyên Komara Tirkiye û Îraqê xwedî girîngiyeke dîrokî ye.

Wekî ku we jî di pirsa xwe de got beriya vê serdanê xebateke sîstmetatîk û pir zêde hatibû kirin. Min berî niha jî çend caran gotiye di vîzyona Îraqê ya Serokkomarê me de parametereyên diyar hene.

Ya destpêkê jî ew e êdî Îraqa ku bi salan e bi rûbirûbûn û şeran tê bibîranîn êdî wiha neyê bibîranîn.

Em dixwazin welatekî wiha be ku bi gavên bipêşketinê û bi bikaranîna potansiyela ku di destê wê de ye di çarçoveya aramiya siyasî de hevahanegiyê ligel welatên cîran bike û ligel wan di nav pêwendiyên aştî û cîrantiyê de be.

Di çarçoveya vê vîzyonê de em dikarin çi bikin? Em her tim di nav lêgerîna vê yekê de bûn.

Di vê serdanê de jî û di xebatên berî wê hatine kirin de jî bi rastî hem gef hem jî derfet di heman demê de li ser maseyê hatin danîn û armanca serdanê ew bû ku ji bo van her duyan çareseriyên sîstematîk û mayînde bên dîtin.”

Hakan Fîdan di dawiya axaftina xwe de got:

“Girîng bû ku di serî de rûbirûbûna terorê, li ser mijara avê, enerjî û Rêya Bipêşketinê di çarçoveya prensîban de peyman li ser werin kirin. Di dema serdana Serokkomarê me de 26 peyman hatin îmzekirin.

Ev peymanên hatine îmzekirin jî di warên wekî aborî, rûbirûbûna, terorê, enerjî, av, bazirganiya gumrikê û gelek waran de bûn.

Em dê ji niha û pê ve hem di mijara rûbirûna terorê de ku gef tê de ne hevkariya xwe bi pêş ve bibin hem jî bi projeyên wekî Rêya Bipêşketinê pêwendiyên di navebera her du welatan de ber bi pêş ve bibin.”

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan piştî 13 salan 22yê Nîsana 2024an serdana çû Îraqê û piştre hat Herêma Kurdistanê.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Balafirgeha Hewlêrê Erdogan pêşwazî kiribû.

Erdogan piştre bi Serok Mesud Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî re civiyabû.

 

RÛDAW

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin