Goftûgoyek li ser rêberên Kurd yên rêzanî û rêberekî Kurd netewî baş divê çawa be ?..
Abuzer Balî Han
Ev pirsgirêkeke civakî ya pir zehmet û hinek jî tevlihev e! Ez dixwazim di nirxên zanistî de û ji ezmûnên xwe yên dirêj û dîrokî de li ser vê mijarê gotarek dîrokî ya zanistî de çend gotinan bêjim û binivisînim! Di civakên ku ji bo rêberekî baş çawa li paş xwe hîştîne û rêhbertî ne tenê meseleya serenavan e jî!.. Ji bilî helwest û tevgerên pir bandorker, kesê ku rêber e, divê xwedî zanîn û jêhatîbûnên piralî be jî! Ev mijar jî ne bes in! Rêber tê wateya kesê ku bi helwest û tevgerên xwe di civakê de mînak tê hesibandin, xwedî exlaq û kesayetiyek baş, durist û dilsozê doza xwe be! Rêberekî baş divê di nav karmendên navendî de yek ji wan kesên herî jêhatî be, ku ji her kesî bêtir jêhatî û ne tenê bi nivîsandin û xêzkirinê, lê di heman demê de bi xebata pratîk jî li pêş e. Ya herî baş, ew ê torek xirab be! Dawîya kesên ku di kadroya serokatiyê de bûn, yên ku ji karmendên navendî hatin derxistin ji ber ku serok rexne dikirin û paşê ji partiyê hatin derxistin, dawiya kesên ku rêber bûn jî anî û encam ji bo her kesî her tim xeyalşikestî bû. Rêberê pêşeng ew kes e , ku di pratîkê de îlhamê dide karmendên xwe û bi karê xwe re wek mînak tevdigere. Bi kurtasî, rêberî ne tenê meseleya navnîşanê ye, di heman demê de kesek e, ku bi hin jêhatîbûn, bi tevgerên mînak û taybetmendiyên kesayetiyê re giramî û rêz tê girtin, ne bi zorê xwe, lê bi tevgerên xwe yên xwezayî û ji dil û jiyan çêdike. Kesê ku rêber e, divê bikaribe pêşeroja xwe bibîne û çarenûsa xwe bi hevalên xwe re bike yek! Kesê xwedî wesfên serokatiyê divê ji nêrînên teng û ramanên kariyerîst yên wekî "Bila her dem piçûk be,lê bila ya min be!" Ji bîrûbaweriyek wûsa teng xwe dûr bike! Rêber divê siyasetê wekî rêyeke qezencê ji xwe re nebîne! Ji wan kesên ku rêxistinan wek weşanxaneyan dibînin û dibêjin, "Ez pirtûkan dinivîsim û pereyê ku ez distînim ew mafê min e!" nebêje!.. Heke wûsa dibêje, herî zêde ew dikare bibe xwedan weşanxane! Rêber ji mirovên ku nizanin di jiyana wan de xebata girseyî çi ye, yên ku di jiyana xwe de qet belavok, broşûr belav nekirine, di nav karên rojane de cîh negirtî be, ew nikare pratîkek baş bimeşîn! Rêberên rasteqîn ewin ku ji hemû hevalên xwe re di mesafeyeke wekhev de bisekin û cûdahiyê di navbera wan de neke! Ew keseke ku rêber û mirovên hilberîner ji bo ku xwe, bi xwe re xweş bike tercîh nake. Eger hejmara kesên welatparêz û xebatkar yên ku ji rêxistinan û ji partiyekê tên derxistin, ji yên ku di navendê de dimînin zêdetir bin, wê demê ew rêxistin an jî partî tenê wek navekî heye û di dawiyê de belav dibe û winda dibe! Rêber divê ne kesek be ku li pişt deriyên girtî biryaran dide û digire! Divê biryarên mezin li pêşberî girseyê werin girtin û pejirandin! Biryarên ku hatine standin divê her kesî qanîh bikin û bi zimanekî hêsanî têye fêmkirin bêne şirove kirin û bêne girtin!.. Di civakên mîna Kurdistanê de ku bi hêsanî rêber dernaxin, divê rêber hemû biryarên ku ji hêla biryardayînê ve hatine dayîn pêk bîne û xwe ji encamê berpirsiyar bibîne! Divê ne karê rêber be ku hemû encamên xirab sûcdar bike stûyê kesên ku ji rêxistinê hatine derxistin û dûr xistin. Rêber divê xwe hem ji encama baş, hem jî ji encama xirab berpirsiyar bibîne! Rêber ji afirandina yekîtiya neteweyî re jî berpirsiyar in! Bi salan e, ku pêknehatina yekîtiya netewî re rêber, an jî rêberên her devera Kurdistanê divê bi hev re erêkirina Serokkomarekî Kurdistanê bînin rojevê ku peyva wî ji aliyê her kesî ve tê guhdarî kirin, rêzgirtin û hezkirin! Hebûna rêber û serok komarek Kurd jî navendî bûna civakê hêsan dike! Formasyoneke bi vî rengî jî astengiyên li pêşiya yekîtiya netewî ji holê radike!.. Rêberê neteweyî divê rêberekî tolerans û bêtirs be ku, bi pêvajoyeke dîrokî de wî an jî wê, ew ezmûndar (tecrûbe bi dest xistî) be!.. Rêberê neteweyî divê kesekî xwedî ezmûndar be, ku piştevaniya di navbera rêxistinan de bi moralê bilind biparêze û di demên dijwar yên depresyonê de çareseriyên bi zirareke hindik hilberîne! Rêber û rêvaber ew kes e, ku her dem soza serketinê dide û li ciyê têkçûnê encaman distîne! Rêber û rêvaberî divê ew kes be, ku ji zanînê wêdetir bi gotina wî ewle be! Dema ku rêber van taybetmendiyên xwe di xwe de berhev dike, biryardariya wî dibe sedem ku ew bi xwe bawerî bide girseyan! Bi kurtasî, rêberek an jî rêber tolerans, biryardar, zana û kesek e, ku ji hundir ve tê, bêyî ku bi exlaq û tevgerên xwe rêz û hezkirinê ferz bike, xwe li ser girseyê ferz dike! Rêberekî ku xwedî kesayetiyeke rasteqîn e û ji hêla gel ve tê
hezkirin, ew kes e, ku bi qasî nêrînên xwe yên şexsî girîngiyê dide nêrînên gel û rêberên din! Rêber di heman demê de guhdarekî baş e û kesekî xwedî jêhatîbûnên empatiyê yên bilind e.. Li gorî hin zanistên civakî: "Civak, rêberên xwe di afirîne!.." Ew nêrînek e, ku di lêkolînên rêberî û civaknasiyê de gelek caran tê nîqaş kirin û dibêjin ku:“Konteksta (hafiza, bellek) civakî, hewcedarî û çand rêber teşe dide û ne taybetmendiyên takekesî yên rêber! Li gorî nêrîna bawermendê Swîsreyî yê bi navê Erich Pinchas Fromm (1900-1980), ku ev nêrîna ku wî diparêstî ya bi navê:"Civakên nexweş (yên bi tendûristiya xirab) rêberên nexweş çêdikin!.." Ew mînakeke baş e, ku ji bo rêberiyê tê nîşan dayîn.. Pêdiviya wê bi bijîşkekî (doktor) baş heye ku civakên nexweş jî rizgar bike!.. Ev bijîşk ew kes e, ku ew mirova jî rêberekî neteweyî ye!..
Li Kurdistanê gelê Kurd di demên borî de du rêberên (lîderên) netewî ava kirine. Yek ji wan Peşewa Qazî Mihemed e û yê dîn jî General Mistefa Barzanî ye! Tevî ku gelê Kurd hemû derfetên di destê xwe de bi kar anîne jî, nekarîne ku van her du rêberên yên netewî bi temamî biparêzin, an jî ji ber faktorên derve wana rê nedane vê parastinê!.. Avasaziya civakî ya Kurdistanê di warê hilberîna rêberan de di pêvajoya dîrokî de xwedî karaktereke bêhempa û dînamîk e. Ev avahî bi balkişandina têkiliyên eşîretî yên Kurdistanê, bi mezhebên olî, girseyên ku ji hêla ramanên felsefî û mîstîkî ve hatine avakirin û pêkhatina cûda ya şert û mercên erdnîgarî yên jeopolîtîk wek astengên sereke yên li pêşiya afirandina rêberekî hevpar her dem pêk hatişne. Di nav van astengiyan de, eşîretî û parçebûnên olî yên cûda di sedemên sereke de roleke mezin dilêhîzin ku rê li ber Kurdan di pêvajoyên dîrokî de rast nemaşiye! Di seranserê sedsala 20 an û çaryeka yekem ya sedsala 21 an de, guhertina baweriya serokeşîr û rêberên olî avasaziya civakî ya Kurdistanê di warê hilberîna rêberan de, dipêvajoya dîrokî de xwedî karaktereke bêhempa û dînamîk e! Ev avahî ji hêla hêmanên wekî têkiliyên eşîrî, avahiyên cûda yên olî û mîstîk, şert û mercên erdnîgarî, sînorên siyasî yên bi darê zorê hatine xêzkirin û kolonyalîzma ku li Kurdistanê hawirdora pevçûnê ne!..
Dema ku Dewleta İraqê bi hilweşîna Împeratoriya Osmanî, ew ji nû ve hate avakirin, Şêx Mehmûd Barzencî (1878-1956) ji Kurdistanê di destpêka sedsala 20 an de (1918-1923) li herêma Silêmaniyê li dijî dagirkeriya Îngilîzan li ber xwe dayê û xwe wek "Şahê (qiralê) Kurdistanê" îlan kirye. Wî nikarî bû ku, bi Îngilîzan re têkiliyên xwe yên baş ava bike! Di dîroka cîhanê de cara yekemîn Îngilizan bi balafirên şer bombeyên jahrê êrîş birine ser pêşmergeyên Kurdistanê! Dema şer şikest, Şêx Mehmûd Barzencî jî dîl têye girtin û sirgûnî Hindistanê dikin. Di heman demê de Şêx Abdulselam Barzanî (Ebdulselam II), birayê mezin yê Mela Mistefa Barzanî, kurê Şêx Muhammed, li Barzan, li herêma Barzan ya Kurdistanê, ku di dîrokê de qet li ber biyaniyan seriyê xwe netewandine, wî dixwest ku tiştê Şêx Mahmud Barzencî nekariyê ku bike, ew bi wî karî serkeve! Her çiqas eşîra Barzan û eşîra Berzenciyan Neqşebendî bûn jî, her tim li dijî hevûdu bûne! Ew dijeyetiya dema Mewlana Xalîdê Şehrezorî de jî, bi şêxên Barzan va li dijî hevûdu her rawestîne!..
"Eşîra Barzan" bi „Eşîra Berzenciyan" ji hevûdu dûr in! Ne yek eşîr in! "Gundê Berzenci" li herêma Soran e!..
Ji yek serokê Kurdan yê dîrokî Şêx Abdulselam Barzanî, dema li dijî Osmaniyan şer dikirî ew di dema 14.12.1914 an de dîl (hêsîr) têye girtin û di wê rojê de jî li bajarê Misulê têye darda kirin (daliqandin, sêpêkirin)!..
Dema îro Kurd têda, serokên Kurdistana Başûr wek ji dîrokê ders negirtine, derfetên dîrokê dayîn wana jê sûd wernagirin û wek dûweroja dîroka Kurdan her li dijî hevûdu radiwestin û kar dikin! Rewşa Kurdistana Başûr di demên girîng de derbas dibe!. Serxwebûn û azad bûna Kurdên Başûr di dest wan de ye!..Heke Kurd ji vê derfeta îro jê sûd wernegirin, dîroka gelên cîhanê wê duwerojê de gazincên mezin yê li dîroka Kurdan bikin!.. Dema îro Kurd têda, heke Serokên navçeya Barzan û Soran ji dîroka Kurdan jê ders negirin, bi hevûdu re mijûl bibin û hê jî li ser wê bergerî (israr) dikin ku derfetên di destê xwe de wana bi kar nînin!..
Li bakûrê welat jî rojên girîng ji bo tevkariya hêzên welatparêz derbas dibe! Her çend di roja 14.03.2026 an de li bajarê Amedê di nav rêxistinên Bakurê Kurdistanê de „Konferansa Însiyatîfa Yekîtiya Neteweyî ya Bakurê Kurdistanê" bi beşdariya partî û rêxistinên jêrîn divê wekî gaveke erênî û girîng were nirxandin! Yekîtiyeke wûha ya dîrokî divê bi însiyatîfên hêzên desthilatdar winda nebe. Însiyatîfa yekitiyê ya ku ji aliyê "PÊLKURD, PLATFORMA CIWANAN A SERBIXWE-PCS, PARTIYA SOSYALÎST A KURDISTAN-PSK, PARTIYA WELATPARÊZ A KURDISTAN-PWK û KESAYETIYÊN SERBIXWE YÊN KURDISTANÊ" ve pêk hatî gaveke girîng û hêja ye!.. Rêxistinên Kurdistanî pêwiste ku lîstikên desthilatdarên Tirkiyê yên îro dikin, karên wana vala derxînin û pûç bikin! Ji ber ku yekitiya Kurdistanî hem ji bo rêxistinên Kurd û hem jî, ji bo hemû sîyasetmedarên Kurd rêya rast nîşan dide!..
Yekîtiyên netewî her dem hêja ne! Ji ber ku ew rêya azidiyê jî bi xwe re nîşan dide!..
19.03. 2026
Abuzer Balî Han
(Zanîngeha Berlînê ya Azad)
-Polîtolog-


YAZIYA ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin