Girtiya jin a kurd, li girtîgeha Urmiyê dest bi grewê kir   

Girtiya jin a kurd, li girtîgeha Urmiyê dest bi grewê kir  

.

A+A-

Girtiya jin a kurd Fatme Dawend, ku yek ji girtiyên xwepêşandanên payîza sala borî ya bajarê Bokanê, li girtîgeha navendî ya Urmiyê dest bi grewê kir.

Li gor nûçeya Komeleya Mafê Mirovan Hengaw, Fatme Dawend yek ji girtiyên xwepêşandanên payîza sala borî ye û îro 12.11.2020ê wek nerazîbûn li hember biryara berpirsên girtîgehê û wek dijatiya kelepçeya elektronî jî ketiye grewê û xwarinê naxwe.

Li gor heman çavkaniyê Fatme Dawend piştî ketiye grewê, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve ji girtîgeha Urmiyê ve bo cîheke din hatiye veguhestin.

Fatme Dawend 42 saliye û dayîka 3 zarokan e, roja 16.11.2019ê dema ku birîndar bibû, ji aliyê hêzên ewlehiya Îranê ve hatibû girtin û bo girtîgeha Îtlaata Urmiyê hatibû veguhestin û piştî 30 rojan bo girtîgeha jinan a navendî ya Urmiyê re hate veguhestin.

Ew jina çalakvana kurd ji aliyê dadgeha tewanên bajarê Bokanê ve hate dadgeh kirin û bi tometa ‘’Tevlihev kirina asayîşa civakî ve 5 meh cezayê girtîgehê û lêdana 30 qamçiyan bo hate dayîn. Lê îsal biharê careke din ji aliyê dadgeha şoreşê ya Mihabadê ya bi serokatiya dadwer Cewad Gulamî ve careke din hate dadgeh kirin û bi tometa hewldana dijî asayîşa welat 5 sal cezayê girtîgehê jê re hate dayîn. Lê ji ber rewşa wê ya baş jî cazayê wê bo 3 sal û 9 mehan hat daxistin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin