”Geştek bo welatê hevalê min”

”Geştek bo welatê hevalê min”

Anette Îspender; gelek sal berê niha kurdekî dinase

A+A-

 

 Îro 29.05.2016 li Kopenhagin li navçeya Brondby oster, li navenda çandê pêşengahekî wêneyan ya Anette Îspender hat lidarxistinê.

Anette Îspender; gelek sal berê niha kurdekî dinase. Bi nasîna wî kurdî ew hêdî hêdî Kurdistanê, çîrok û dîroka Kurdistanê jî fêr dibe. Ew roj ev roj Anette dibe dost, dibe dayîkekî nasandina Kurdistanê.

Anette Îspender wêneyan çêdike, bi hinera destê xwe çand û xwezaya Kurdistanê û ya danîmarka yê di navhev de dinexşîne. Herdû çanda têkilhev dike. Kurdistanê bi Danîmarkîyan, danîmarkayê jî bi Kurdistanîyan dide nasîn.

Anette Îspender, bi wêneyên xwe yên bi heman reng û heman hestî û heman bîr û boçûnî, di 2007 de li bajarê Kopenhaginê pêşengahekî wêneyên xwe li dar dixe.

Anette Îspender, dibe mêvanê Şêrko Bêkes,

Ji bo vî karî, vexwendin/daweta helbestvanê mezin Şêrko Bêkes jê re dibe derfetekî mezin û di 2010 de dibe mêvanê Şêrko Bêkes û di wî serlêdana xwe de di Emna Sor (Êşkencexane ya Sedam Hisên) ya li Silêmanî de pêşengahekî wêneyî pêk tîne.

Anette Îspender, di 2012 de li Parka Şaneder ya Hewlêrê  jî pêşnagahekî li dar dixe û dibêje; ji 10.000 zedetir kes wî pêşengahî zîyaret kirin.

Anette Îspender gelek bajarên Başûrê Kurdistanê gerîya ye. Û behsa du serpêhatîyê xwe dike.

Divê meriv bibîne.

Dibêje ez çûm Helebçe, min deste gulekî jî danî ser şehîdên Helebçe. Lê, ku tu ji min re bêjî behsa Helebçe bike. Ez nikarim. Helebçe û trajedîya Helepçe bi gotinan terîf bikim. Divê meriv bibîne.

Min li wê ne dûpişk dît ne jî mar.

Û Anette, di behsa serpêhatîyekî xwe de dibêje; Em çûbûm çîyayê Barzan. Ji min re gotin ku emê li derve xew kin. Min got baş e. Ji bo ku min ji dûpişk û maran biparêzin cîyê min di nava xwe de danîn, em ketin nav cîya, sitêrk gelekî nizim bûn û min tamaşeyê wana dikir. Ji ber dengê gure gura ava çemê Barzan û zûre zûra guran ew şev heta sibê min nekarî ez xwe kim. Min li wê ne dûpişk dît ne jî mar.

Anette Îspender, bi navê ”Geştek Bo Welatê Hevalê Min” pirtûkekî kurdî (soranî) ku têde behsa gera xwe ya Kurdistanê dike nivîsandîye.

Selma Akar
Rûpela Nû/Kopenhagin

 

kopenhang-2-002.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin