Galileo Galilei Engizisyon Karşısında
Siddik Bozarslan
Ji ber ku Galileo Galilei (1564-1642) di heqê ezman/asîman da lêkolîn kirîye, ew di Mehkema Engizisyonê da hatîye darizandin (1633). Wê demê xortekî ku li ser fizikê dixebite, alîkarîya Galilei dike. Du hêvîyên wî xortî jibo Galilei hebûne. Ew xort, dixwaze ku Galilei zêde bijî û zêdetir lêkolînan bike. Lê hêvîya wî xortî ya duyemîn jî ew bûye ku Galilei l Dadgeha Engizisyonê xwe biparêze, fikrên xwe bide zanîn. Van tiştan, hêvî û daxwazên wî xortî bûne.
Hêvî û daxwazên xortê fizikvan, trajik e. Eger Galilei nivîsarên xwe biparêze, ew jî dê wek Giardano Bruno, Miguel Servetus were şewitandin. Eger ew piştî dadgehkirinê hê jî dijî, wî dîtinên xwe li pêşberê Mahkema Engizisyonê înkar kirîye.
Galilei, di dadgehê da beşeke giring ên nivîsarên xwe înkar kirîye û di encamê da bûye mehkumê heta hetayî li mala xwe. Fizikvanê ciwan ji ber wê yekê, bûye moral şikestîyekî. Wî ”Çi heyf ji wî welatî ra ku lehengên (qehremanên) wê tunin” gotîye. Galilei jibo wan gotinan; ”Heyf jibo welatek ku pêdivîya wê bi qehremanan hebe” bersiva xwe dide. Di Dîroka Îlmê da ev her du peyv jî giring in.
Bi qeneeta min Galilei xwestîye van tiştan bêje: Rastîyeka vekirî ye ku dinya li dora rojê digere û hîv jî li dora dinyayê digere. Jibo van gotinan, pêwistî bi qehremanîyê nîne. Her kes dikare van rastîyan bêje. Lê jibo kesên ku van rastîyan dibêjin, divê ew neyên darizandin û cezakirin. Şaşîyek e ku ji wan mirovan ra ceza were dayîn.
Li Rojava îlim, zanîngeh bi awayeke biêş (qolinc-sancî) pêşta çûye, geşbûye. Nîşanên wê, numûneyên Kopernik (1473-1543), Kepler, (1571-1630), Tycho Brahe (1546-1601) Miguel Servetus, Giardano Bruno, Galileo Galilei, Newton (1642-1727) in... Dûrçûyîna ji cewherên dînî, zanîngehê bi lezgînî pêşta birîye. Lê li Rojhilat, çu wext şola medreseyê nebûye ku ji heyîyên dînî dûr bikeve.
Dîroka Îlmê, disiplineke giring e. Ev ne tenê jibo kesên ku bi Îlmên Civatî ra mijul dibin, jibo muhendîsan-mîmaran, dixtoran, ziraatvanan, veterineran, mamosteyan, îlahîyatvanan, mirovên olî / dînî jî ev disiplin giring e. /İsmail Beşikci /31 Ekim 2022

