Fransayê “Tevgera Gurên Boz” qedexe kir

Fransayê “Tevgera Gurên Boz” qedexe kir

.

A+A-

 

Hikûmeta Fransayê tevgera bi navê “Gurên Boz” qedexe kiriye. Hikûmetê ev tevger bi wê yekê tometbar kiriye ku “çavkaniya kiryarên tundiyê û belavkirina kîn û nefretê” li Fransayê ne.

Gerald Darmanin, Wezîrê Karûbarên Navxweyî yê Fransayê aşkere kiriye ku wan tevgera bi navê “Gurên Boz” qedexe kiriy.

Darmaninî roja duşemê di diyar kiribû ku ew ê roja çarşemê vê mijarê di Lijneya Wezîran de binirxînin û biryara qedexekirinê bidin.

Li gor nûçeya Euronewsê, Darmaninî piştî civîna Lijneya Wezîran biryarnameyek weşandiye. Di vê biryarnameyê de hatiye gotin ku “ev tevger ji roja hatiye avakirin û pê de tevlî bûyerên tundkariyê bûye, têkiliya wan bi Abdullah Çatliyê li tirkiyeyê gelek caran ceza xwariye re heye, li dijî Kurdan û Ermenan tundtûtujî kirine.”

Her weha hatiye diyarkirin ku heman tevgerê “Herî dawî li herêma Decinesê li ser Birweriya Komelkujiya Ermenan bi boyaxên sprey “RTE” û “Gurên Boz” nivîsandine û di encama nirxandina van çalakiyan de wan biryara qedexeyê daye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin