Fransa: Karvedanên êrîşa ser civaka Kurdî ya Parîsê

Fransa: Karvedanên êrîşa ser civaka Kurdî ya Parîsê

.

A+A-

 Li navenda Parîs a paytexta Fransayê roja Înê 23ê Berfanbara 2022an kesekî 69 salî bi çek êrîşî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya û sertraşxaneyekê kir û di encamê de 3 Kurdên ji Bakurê Kurdistanê canê xwe ji dest dan û 3 kes jî birîndar bûn. Êrişa li dijî Kurdan bû sedema nerazîbûnan.

Acizbûna welatiyan li Parîsê rê neda ku Seroka Şaredariyê derbarê êrîşa roja Înê de ji medyayê re biaxive.

Bala beşeke zêde ya medya Fransî û cîhanî çû ser wê navçeya Parîsê ku tê de êrîşek bo ser Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya hat kirin û 3 kesan canê xwe ji dest dan û siyê din jî birîndar bûn, birîna yekî ji wan dijwar e. Dozgera Giştî ya Parîsê li cihê bûyerê daxuyanî da.

Dozgera Giştî ya Parîsê Laure Beccuuau ragihand “Piştî wê kiryara tawanbar ku li vê derê hat kirin, erkê lêpirsînê bo Yekeya Tawanan a Parîsê hat sipartin. Tişta li vê derê hat kirin tawan û kuştin e, tundûtûjiyeke bi zanebûn bûye ku bi çekê hatiye kirin.”

Êrîş roja Înê 23ê vê mehê hat kirin. Navê êrîşkar William M. e, temenê wî 69 sal e, şofêrê xeta trênê ya Parîsê bûye û niha xanenişîn e, wek zilamekî çerm spî, dirêj û zeîf hatiye pênasekirin.

William bi çekê êrîşî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya kir ku dikeve navçeya 10 a bakurê Parîsê.

Di encam de hunermendê xelkê navçeya Gimgimê ya ser bi parêzgeha Mûşê ve Mîr Perwer, xelka navçeya Qilabanê ya ser bi parêzgeha Şirnexê ve Emine Kara, Abdulrahman Kizil ku heta niha nayê zanîn xelkê çi cihekî Bakurê Kurdistanê ye, canê xwe ji dest dan.

Polîsên Fransayê hê êrîş pênase nekirine ka şexsî ye yan terorîstî; Lê Berdevkê Konseya Demokratîk a Kurd li Fransayê êrîşê wek terorîstî binav dike.

Berdevkê Konseya Demokratîk a Kurd li Fransayê Egît Polat got “Tişta qewimî êrîşeke terorîstî ye ku 10 sal piştî êrîşeke din a kirêt hat ku têde sê çalakvanên Kurd bûn qurbanî. Careke din desthilatdarên Fransayê garantiya parastina navçeyeke me nekirin ku ew jî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ye. Em dizanin ev êrîşeke siyasî û terorîstî ye ku ji aliyê desthilatdarên Tirkiyê ve hatiye organîzekirin.”

Serokê Partiya Fransaya Xweneçemên Jean-Luc Mélenchon ku partiya wê xwediyê 69 kursiyên parlamentoyê ye; serdana navendê kir û daxuyaniyek da.

Serokê Partiya Fransaya Çok Nedaniye Jean-Luc Mélenchon dibêje “Dema mijar tê ser terorkirina çalakvan û serkirdeyên Kurd li Parîsê, êdî em ji wê yekê bawer nakin ku bûyer tesaduf çêbûne. 15 roj e desthilat derbarê pêkanîna civîna îro de hatiye agahdarkirin, lê niha sê kuştiyên me hene ku çalakvanên Kurd in, di nav de serkirdeya jinên Kurd li Fransayê.”

Êrîşkar bi birîndarî hatiye desteserkirin û tê çaverêkirin polîsên Fransayê di demeke kurt de sedema serekî ya êrîşê eşkere bike.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin