Fermandariya Oprasyonên Hevbeş: Me û Pêşmerge li hevdu kir

Fermandariya Oprasyonên Hevbeş: Me û Pêşmerge li hevdu kir

Îro li Bexdayê di sêyemîn civîna lijneya serbazî û karên ewlehiyê ya hevbeş a navbera Hikûmeta Federalî ya Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de li ser sê xalan li hev kirin.

A+A-

Fermandariya Operasyonên Hevbeş îro sêşemê li ser encama civîna xwe, daxuyaniyek belav kir, ku tê de hatiye "di vê civîna hevbeş de li ser wan dosyeyên ewlehiyê gotûbêj hat kirin ku ji bo her du aliyan bi dirêjahiya xeta cudaker a hêzên federal û pasevanên sînorê Herêma Kurdistanê girîng in".

Di daxuyaniyê de hatiye eşkerekirin ku li ser van sê xalan rêkeftin hatiye kirin:

Yekem: Vekirina navendeke sereke ya hemahengiya hevbeş a Bexda û Hewlêrê.

Duyem: Pêkanîna lijneya ewlehî û serbazî û meydanî ya hevbeş ji bo nirxandina astengiyên ewlehiyê li gor cihên operasyonê û mîhweran, herwiha amadekirina nexşerêyek ji bo çawaniya mamelekirina ligel wan.

Sêyem: Destpêkirina karê ewlehî û serbazî li Diyale ji bo damezrandina navendeke ewlehiyê ya hevbeş û rêkeftina li ser çawaniya karkirina bazgehan, xalên peywendiyê yên hevbeş, plandanîna ji bo cîbicîkirina operasyonên serbazî û ewlehî yên hevbeş li dijî teror û tawanê.

Lijneya Bilind a Ewlehî ya Hemahengiyê ya Wezareta Pêşmerge du sal e hatiye damezrandin û civînên wê yên dewrî hene; carek li Hewlêrê û piştre li Bexdayê.

Vê sibê berî ku şanda Wezareta Pêşmerge bo Bexdayê bi rê bikeve, Emîndarê Wezareta Pêşmerge Cebar Yawer ji K24ê re ragihandibû: “Civînên Lijneya Bilind a Ewlehiyê ya Hemahengiyê ya Wezareta Pêşmerge civînên wê yên berdewam bi Wezareta Berevaniyê ya Iraqê re hene. Civîn carekê li Hewlêrê û carekê li Bexdayê ne. Civîna vê carê li Bexdayê bi Lijneya Bilind a Ewlehiyê ya Hevahengiyê ya Operasyonên Hevbeş re ye. Em ê li ser hevahengiya li navçeyên ku DAIŞê lê kiryarên teroristî encam dide, gotûbêj bikin.”

Cebar Yawer eşkere kir: “Pêştir me li ser vê mîkanîzmê guftûgo kiribû, di civîna îro de em dixwazin biryarê li ser cibicîkirina wan xalan bidin, eger em li ser wê mîkanîzmê li hev bikin, em ê dest bi pêngavên kirdarî bikin.”

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin