Şeyhmus Ozzengîn

Şeyhmus Ozzengîn

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Ez Kurd im û Ev der Welatê Min e!

A+A-

Di dîroka mirovatiyê de peyva „ev a min e“(!) cîhekî girîng digire. Ji ber ku li vir hertiştî destpê kirîye. Bingeha xwedîlêderketinê, peydabûna malûmilk û liser avakirina şarezayî, pevçûn-şer, dagirkerî bi xwe re anîye.

Li henber êrîşan parastina war û çend heb ajalan û parastina xak-welat di eynî wateyê de ne. Her miletê ku lê bicîh bûye, wir ji xwe re kirîye warê jîyanê û li ser wî warî xwe parastîye û ew war bûye welatê wan, axa wan. Li ser wê axê dîroka xwe, çanda xwe û zimanê xwe geş kirîne. Her millet, pêşeroja xwe di wir de dîtîye.

Di hatina êrîşên ser wan de gotîye „evder yê min e“ û parastîye. Bingeha zanistîya milletperwerî û weletperwerîyê ji vir tê.

Dîroka kevneşopîya welatperwerîya Kurdan jî, di virde xwedî giranîyek balkêşe. Li ser axa kurdan bi hezar salan şer dom kirîye. Lê kurdan ev welat terk nekirîne û gotîne „ev der welatê min e“(!) û ji êrîşan parastîye.

Ev zanistî bi sedsalên 17-18-19-20an re hîn zelaltir derketîye ber me, ku Kurdan ji dijminên xwe re gotine „evder axa min e û ez efendîyê vê axê me“(!) Mîr, beg, axa û şêxên kurdan di vê wateyê de tevger3iyan e. Bi destpêka sedsala 19 û 20an de ev gîhaye asta Kurdperwerî û niştimanperwerîyê. Serkêşên vê zanistîya kevneşopî berxwedanên ku li ser vê şopê hatine honandin, yek, şopînerê berxwedana din bûye û ev hest her hatîye parastin.

„Ev axa min e û ez efendîyê vê axê me“(!)

Rûpelekî din, rupela dîroka netewa Kurd a rûreş jî heye: Beşek ji kurdan, her serdestîya dijminan û bandora dijminan wek „rastîyekê“ pejirandine û bi dijminan re tevgerîyane û li gor hebûna dijmin, daxwazên dijminên dagirker, bi dijmin re jiyan parastine. Vê helwestê her derb li rûhê netewî xistîye û pêşî lêgirtîye. Hebûna dijmin li ser axa xwe pejirandine û li gor berjewendîyên dijminên xwe  neyartîya ruhê netewî kirine. Dijminatîya berjewendîyên Kurd û Kurdistan kirine. Îro jî ev beş di hewldanan de ye ku netewa Kurd carek din têk bibe. Eger nikaribe têkbibe jî, pêşî lêbigire ku nebe dewlet(!)

Di nav tevgerên Kurdistan de, tevgera Şêxên Barzan û PDK şopînerê vê dîroka Kurd û Kurdistanî ne. Serkêşên ku îro tilîya xwe dirêjî nav çavên dijminên Kurd û Kurdistan dikin û dibêjin „Em efendîyê vê axê ne û evder welatê Kurd û Kurdistanîyan e“ Malbata Barzanîyan û PDKe ye. Ev zanistî û ruhê xwedîlêderketina millet û xaka Kurdistan bi xwe ye. Kurdperwerî û niştimanperwerî ewe ku ticarî hêzên dijminan li ser axa xwe wek efendîyên xwe meşrû nebîne. Axa xwe û miletê xwe ji dijminên xwe biparêze.

„Em Kurd û Kurdistanî ne û efendîyê vê axê emin!“

Ji mîrên Erdalan, Emir Bedirxan Beg, Şêx Ubeydullah Nehrî bigire heta Şêx Mahmud Berzencî, Şêxên Barzan û heta Komara Kurdistan (Mahabat), Bi berxwedanên xwe bi pêşeng, nivîskar û helbestvanên xwe re dîroka netewî avakirine.

Proje a avakirina dewletê, projeyek netewî û Kurdistanî ye: Ev proje; li ser esasên netewî, kevneşopîya dîrokî û nirxên xwedî lêderketina xaka netewî tê meşandin. Tevgerên ku ji van hest û ramanan mahrûm bin, nikarin doza netewî bimeşînin. Armanc û pêşengîya wan îdeolojîk e û ne xwedî hewlên dîrokî û dûdirêj in.

Dîroka daxwaza dewletbûnê di nav kurdan de xwedî dîrokek kevnar e. Em dikarin bêjin bingeha vê fikra hêja ji sedsala nemir Ehmedê Xanî û heta niha zînde, di hewldanan de ye ku xwe bigihîne asta dewletê.  

Parêzgerên vê kevneşopîyê bi helwestek modern îro PDK û Birêz Mesud Barzanî ye.

Netewa Kurd, di dîrokê de ti caran bê dewletî ji xwe re rewa nedîtîye. Her ji bona ku bigihêje asta dewletê liberxwe daye. Bi bedelên giran ev doz anîne heta niha û her geş-zînde liser ling hiştine û bi bedêla sedhezaran xwebexşan, cangorîyan liser ling hiştîne.

Kurdistan welatê min e û efendîyê vî welatê ezim. Hebûna her kesê bîyanî liser axa min dagirkerîye û ne meşrî ye.

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin