PWK ji bo çi beşdarî civîna Diyarbekirê ya Partîya DEMê nebû?

PWK ji bo çi beşdarî civîna Diyarbekirê ya Partîya DEMê nebû?

Beyanên Ocalan, PKK, Partîya DEMê û DBPyê, weke miletekî mafên kollektîf yên neteweyî û demokratîk yên miletê Kurd tune dihesibîne.

A+A-

Partîya DEMê bi hinek partî, grûp û dezgehên sivîl re di 25.10.2026an de li Diyarbekirê civînek li dar xist. Ji bo vê civînê partîya me jî hatibû vexwandin. Partîya me ji berpirsên Partîya DEM re diyar kiribû ku em dê beşdarî vê civînê nebin. Berî niha jî Însîyatîfa Yekîtîya Demokratîk ji bo beşdarîyê em dawetî civînên xwe kiribûn, lê partîya me beşdarî civînên wan nebûbû.

Em dixwazin raya giştî bi awakî zelal agahdar bikin ku ji bo çi em hem beşdarî civînên Însîyatîfa Yekîtîya Demokratîk, hem jî civîna Partîya DEMê nebûnin.

Di dawetnameya xwe de Partîya DEMê dîyar dike ku ”em girîngîyê didin bahevhatina ji bo nirxandina rewşa kurdan û pirsa yekîtîya siyasî ya nav kurdan”. Berî niha jî Însîyatîfa Yekîtîya Demokratîk bi îdîaya ”pêkanîna yekitîyek neteweyî û demokratîk” partîya me çend caran vexwandibû civînê.

Berî her tiştî, em dixwazin diyar bikin ku, em ji dîyaloga bi her alîyekî sîyasî re vekirîne. Lê belê,  ji ber sîyaset û nerînên Partîya DEMê û Însîyatîfa Yekîtîya Demokratîk yên rastîya Kurd û Kurdistan û prensîbên neteweyî û demokratîk di nav xwe de nahewînin, em beşdarî civînên  herdu dezgehan yên bi îdeaya ”yekîtîya neteweyî” hatine li dar xistin nebûn.

Li Bakurê Kurdistanê, gelek rewşenbîr û siyasetmedarên kurdan gava behsa yekîtîya neteweyî dikin; ew herî zêde yekîtîyek ku li derdora Ocalan, PKK, Partîya DEMê û Partîya Herêmên Demokratîk (DBP), yan jî yekîtîyek ku ev alî di nav de ne qest dikin.

Em her tiştî bidin alîyekî, Partîya DEMê ya ku xwe weke ”Partîyek Tirkîyeyî” pênase dike û weke beşek ji wê DBP bi vê qerektera xwe bi hevkarî û yekîtîyek neteweyî ya Kurd, Kurdistanî ve ne lihevhatî ne.

Beyanên Ocalan, PKK, Partîya DEMê û DBPyê, weke miletekî mafên kollektîf yên neteweyî û demokratîk yên miletê Kurd tune dihesibîne.

Em pênasekirina Partîya DEMê ya ku xwe weke ”partîyek Tirkîyeyî” pênase dike bidin alîyekî; gotar û nivîsên Ocalan li ber çavan ne. Ocalan dibêje”neteweyê demokratîk’’, ”çareserîyên netewe-dewletek cîhê, federasyon, otonomî û çareserîyên kulturî ku encam û berhemê neteweperestîya ji hedê xwe bihurî ye, bersîva sosyolojîya dîrokî û civakî nadin ”, ”hemwelatîya wekhev’’, ’’entegrasyon’’, ”ji şûna netewe-dewletê, civaka komunal”.  Herweha, Ocalan,  hezên neteweyî û demokratîk yên her çar perçeyên Kurdistanê weke ”hêzên çêkirî yên li dijî şoreşê, alavên ji bo ferzkirina tasfîyekirinê” dibîne. PKK, Partîya DEMê û DBP jî piştgirîyê didin van nerînên Ocalanî û diparêzin.

Ocalan kurdan weke miletekî nabîne; ji Kurdistanê re mafê statuyek neteweyî, cografî û siyasî, mafên çand û ziman, maf û azadîyên demokratîk û neteweyî yên kolektîf rewa nabîne, hêzên neteweyî, demokratîk yên her çar perçeyên Kurdistanê weke ”pêkhateyên li dijî şoreşê” dibîne. Partîya DEMê, DBP û PKKya ku piştgirîyê dide van gotinên Ocalanî. Baş e, divê em biprsin: Bi partîyen ku weha difikirin re dê çawa ”yekîtîya neteweyî” bê avakirin?

Gava em siyaset, helwest, pratîk û têgihiştina Ocalan, PKK, Partîya DEMê û DBPyê ya heta îro bidin ber çavan;  em dibînin ku Ocalan, PKK, Partîya DEM û DBP naxwazin yekîtîyek neteweyî û demokratîk ava bikin; berevajîyê wê, diwazin derdorek herî berfireh ya siyasî, dezgehên demokratîk û sivîl û kesayetên Kurd weke amûrekî li dora bicivînin, pêşî li ber îhtimala yekîtîyek neteweyî û demokratîk bigrin û wê potansîyelê ji hev veqetîinin.

Herweha, Ocalan di hevdîtinin bi heyeta Îmralîyê re bi awakî pir zelal diyar dike ku ji niha û pêve ew dê serkirdayetîya Partîya DEMê yan jî partîya bê avakirin bike; di warê pêvajoyê de, hemû desthilat û biryar dê di destê wî de be. Wê gavê divê mirov bipirse: Tu dev ji ”yekîtîyek neteweyî” berde, eger di Partîya DEMê û pêkhateyên derdora wê de tenê Ocalan mercîyê biryardayinê be, wê gavê çi rol, berpirsyarî û kargêrîyek Partîya DEMê, DBPyê, dezgehên sivîl û kesayetan dimîne? Di tabloyek ku Ocalan bi tena serê xwe berpirsyar û mercîyê biryardayinê be, kesên din tenê weke alav û aksesuar bin, bi hişmendîyeke weha re dikare hevkarîyek hevbeş bê pêkanîn?

Ma Însîyatîfa Yekîtîya Demokratîk piştgirîya  fikrên Ocalan yên li ser  tunehesibandina mafên neteweyî û demokratîk yên kurdan dike?

Pêkhateyên Partîya DEMê, DBP, YJK û hwd, Ocalanê ku bi awakî eşkere mafên kolektîf yên neteweyî û demokratîk û statuya siyasî ya kurdan red dike; weke rêberê xwe, ”rêberê gel”, ”navnîşana çareserîya pirsa kurd” dibîne û piştgirîyê didin hemû beyanên Ocalan.

Însîyatîfa Yekîtîya Demokratîk  xwe wek ”Yekîtîyeke,  neteweyî, demokratîk” ku ’’DBP û pêkhateyên derdora wê jî di nav de, ji 300 partîyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl, kesayetên qebûlbar pêk tê” pênase dike. 

Însîyatîfa Yekîtîya Demokratîk di daxuyanîya xwe ya damezrandinê de weha dibêje: ”Em pir bi zelalî, girîngiya dîrokî ya bangewazîya rêzdar Ocalan ya aştî û civaka demokratîk ya ji bo çareserîya pirsa Kurd dibînin. Em piştgirîya vê bangê û pêvajoyê dikin ku em dê ji bo avakirina civakek demokratîk û bi rêxistinî têkoşînê bidin’’.

Ocalan di Banga Aştî û Civaka Demokratîk û di nivîsa bi navê Perspektîfê de kurdan weke miletekî, Kurdistanê weke welatekî nabîne; ji Kurdistanê re mafê bi statuyek neteweyî, cografî, siyasî xweîdarekirinê red dike. Niha, em dixwazin ji Însîyatîfa Yekitîya Demokratîk bipirsin: Eger hûn piştgirîya van nerînan bikin, hûnê nêrînên Ocalan û prensîbên ku maf û azadîyên neteweyî û demokratîk yên kurdan dihewînin çawa bikaribin bixin eynî mêzînê? Gelo hûn bi rastî bawer dikin ku bi Ocalanê hezên neteweyî û demokratîk yên her çar perçeyên Kurdistanê weke ”hêzên çêkirî yên li dijî şoreşê, alavên ji bo ferzkirina tasfîyekirinê” dibîne û bi wan pêkhateyên piştgirîya wî dikin re, yekitîyek neteweyî û demokratîk bê avakirin?

Divê tifaqeke neteweyî, demokratîk bê avakirin

Em devjêberdana çekan ya PKKyê di menfaetên xelkê me de dibînin. Ji xwe em bi salan in dibijêjin çalakîyên çekdarî yên PKKyê zerarê dide gelê me. Lê belê, gava ku em naveroka daxuyanîyên Dewleta Tirkîyeyê û Ocalanî didin ber çavan, mixabin em nikarin behsa pêvajoyeke aştî, biratî, demokrasî û çareserîya pirsa Kurd bikin. Tiştên ku em dibînin, pevajoyeke mijûl kirinê ye, pêvajoyeke ku hebûna miletê Kurd û mafên wî yên neteweyî yên kollektîf tune dihesibîne, paşguh dike ye.

Bêgûman em dixwazin hemû girtîyên ji ber xebatên siyasî, sivîl û demokratîk di zîndana de ne bêne berdan; dozên di derheqê wan de bêne rakirin. Weke daxwazên acîl em dixwazin di demildest nasnameya kurdî, mafê perwerdeya bi zimanê dayikê yê kurdî û qebûlkirina kurdî weke zimanê resmî, maf û azadîyên raman, xweîfadekirin, bawerî û xwebirêxistinkirinê bi qanûna bingehîn û qanan pêwendîdar bêne misogerkirin.

Divê hevdîtinên li paş derîyên girtî bêne bidawîanîn. Divê partîyên siyasî yên kurdan, rêxistinên civakî û sivil û kesayetên civakî yên qebûlbar weke nûneratîya nezî 30 mîlyon kurdên li Bakurê Kurdistanê û Tirkîyeyê bibin muhatabê danûstendinên bi Dewleta Tirkîyeyê re.

Bi vê armancê, berî her tiştî, ji bo ku em ji xelkî xwe re alternatîfeke neteweyî û demokratîk pêkbînin, divê em bi lezgînî gavên pêwîst bavêjin. Hebûna miletê Kurd û Kurdistanê, mafê miletê Kurd yê çarenûsîyê, qebûlkirina statûya siyasî, neteweyî, cografî ya Kurdistanê, bingehê bernameya hevkarîya neteweyî û tifaqa stratejîk pêk tînin. Divê em daxwazên acîl ên miletê Kurd jî wek perçeyekî vê armanca xwe ya stratejîk bibînin. Divê hemû partî, grûp û kesayetên ku vê perspektîfê dipejirînin, hêza xwe bikin yek û tifaqekek neteweyî ava bikin.

Em biryarên konferansa 14ê adara 2026an ku li Amedê ji bo armanca hewildana yekîtîya neteweyî civyabû; herweha xebatên piştî wê di rêya hevkarîya neteweyî ya Kurdistanê de hatine kirin, weke gavek dîrokî û neteweyî dinirxînin, piştgirîya wê dikin. Em di wê barîyê de ne ku di van rojên pêş me de, bi pêkanîna konferansekê em dê mizgîna hevkarîya neteweyî bi xelkê xwe re par ve bikin.

29.10.2026

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin